Arşîv

Kurdên li Beyrûtê 8‘ê Adarê pîroz kirin

 Kurdên li paytexta Lubnan Beyrûtê jiyan dikin, bi dirûşmeya ” Jinên cîhanê ji bo Efrînê serî hildin” 8‘ê Adarê pîroz kirin.

Cihê şahiyê, bi wêneyên jinên têkoşer, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ û YPG‘ê hatibû xemilandin.BIYROT-ŞAHI-JIPO-8-ADARE (3)

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê, li ser navê Kongreya Star Semîra Bekir, li ser navê Weqfa Çandî û Civakî ya Newroz hevseroka weqfeyê Henan Osman, li ser navê Konfransa Ermenî nûnerê konferansê Hemo Mekîfa û çalakvanê Ermenî Kernîk Esfehan axivîn.

Kesên axivîn, 8‘ê Adarê li hemû jinên cîhanê, şervanên YPJ‘ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Axaftivanan diyar kirin ku şervanên YPJ‘ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê efsaneyên qehremanî dinvisînin.

Her wiha bal hate kişand ser rola pêşeng di her qadana de dîlîzin.BIYROT-ŞAHI-JIPO-8-ADARE (4)

Di şahiyê de, her wiha şano, star û govend hatin gerandin.

Şahî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27