Arşîv

Kevana Zêrîn: Em ê cewherên jinan ên veşartî derxin holê

 Jinên ku tevlî vekirina Navenda Çand û Huner a Xweser a bi navê Kevana Zêrîn a li Kobanê bûn, hest û nerînên xwe derbarê vekirina vê navendê de anîn ziman û gotin a ku mirovan pêş dixin çan, huner û nasnameya wan e, divê em jî di vî warî de xwe pêş bixin.
Ji bo parastina çanda xwe ya ku her diçe polîtîkayên qirkirinê li ser tê meşandin, jinên Bakurê Sûriyeyê  Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê vedikin. Bi vê armancê li Kantona Kobanê ya Herêma Firatê navenda Kevana Zêrîn hat vekirin. Têkildarî mijarê rêveber û endamên Kevana Zêrîn axivîn û peyama pêşxistina çand û hunera kurdan da.
Endama Rêveberiya Beşa Govendê Hindirîn Elî kêfxweşiya xwe ya vekirina navenda Kevana Zêrîn a xweser anî ziman û wiha got: “Me li Navenda TEV-ÇAND a Baqî Xido jî karê xwe yê xweser dida meşandin, lê navendek me ya xweser tune bû.  Pêwestiya me bi navendeke xweser hebû. Ji bo wê jî me ev navend vekir. Vekirina  navenda  xweser  di vê demê de pîroz e. Çimkî divê em çanda xwe li ser piyan bihêlin.”
Endama Rêveberiya Giştî ya Kevana Zêrîn Helîma Berewat jî vekirina navenda Kevana Zêrîn li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Armanca me ya vekirina vê navendê ew e ku em bikaribin zêdetir jinan tevlî karê çand û hunerê bikin û cewherê jinan ê veşartî derxin holê. Em bi hêvî ne ku jinên me bên û cihê xwe di navendê de bigire û li navenda xwe xwedî derkevin. Em ê bi çanda xwe desthilatdariya dewleta Tirk bi dawî bînîn.”
Her wiha endama Kevana Zêrîn Evîn Oso jî vekirina navendê pîroz kir û wiha pê de çû: “Ev demeke dirêj e ku komên xweser yê muzik, govend û şanoyê hatine avakirin. Weke komên xweser me cihê xwe di nava kar de digirt û li ser vê bingehê me navenda xwe ya xweser vekir. Ji vir û şûnde em ê karê xwe di navenda xweser de berdewam bikin. Dibe ku ev navend li Kobanê hatibe vekirin, lê ya Herêma Firatê bi giştî ye.”
Back to top button