Arşîv

Jinên ji pêkhateyên Girê Spî Roja 8`ê Adarê pîroz kirin

Jinên ji hemû pêkhateyên kantona Girê Spî, Roja 8`ê Adarê li dêra taxa Ermen pîroz kirin.

Bi tevlîbûna jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Ermen, Rêxistina Betriyakiya Entakya û Rojhilat a Ortodoks li taxa Ermen a Girê Spî şahiya 8`ê Adarê organîze kir.

Di şahiyê de, pêşbirk hatin lidarxisin û diyarî li kesên ku di pêşbirkê de biserketine hatin belavkirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Back to top button