Arşîv

Jinên herêma Firatê bi giyanêʺBerxwedana SerdemêʺRoja 8`ê Adarê pîroz kirin

 Jinên ji herêma Firatê bi dûrişmeyên silavkirina berxwedana jinê li Efrînê, Roja 8`ê Adarê bi meşekê pîroz kirin.KOBANI-MIS (2)

Bi hezaran jinên ji Kobanê, Girê Spî û Sirîn li Qada Şehîd Egîd kom bûn û ji wir dest bi meşê kirin. Jinan alên YPJ/YPG/QSD û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakiribûn. Her wiha meşvanan pankêrtaʺEy jin ji bo Efrînê dakevin qadan, parastina Efrînê parastina şoreşa jinê yeʺvekiribûn.

Di meşê de, jinan bê navber dûrişmeyên silavkirina berxwedana jinê li Efrînê û bê serok jiyan nabe, beriz dikirin.

Meş li Qada Jina Azad veguhrî mîtîngê. Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, bi navê Meclîsa PYD`ê Roşîn Haçim, bi navê Rêveberiya Xweser a Kobanê Nesra Xelîl, Kongreya Star Xelîse Hec Xidir, TEV-DEM`ê Rûken Ebûk û bi navê Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Zelal Xelasî, axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de, 8`ê Adarê li hemû jinên cîhanê û taybet jinên herêma Efrînê hate pîrozkirin.

Her wiha axaftvanan, dane zanîn ku bi saya firkir û felsefeya Ocalan jinê mafê xwe bi dest xist.

Piştî axaftinan, koma şano ya Kevana Zêrîn derbarê qirkirina gelê Kurd û taybet li Efrînê şanoyek pêşkeş kir.

Mîtîn bi dûrişmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

Back to top button