Arşîv

Jina ku izgareyê çêdike li bende piştgiriya jina ye

 Jina bi navê Hediye Baran ku li ser ereboka seyar izgareyê çê dike û têkoşîna jiyanê dide, diyar kir ku wê bi vê hewldana xwe hemû nêrîn şikandine.
Deriyên ku bi gotina ‘karê mêran e’ li jinan tên girtin, yek bi yek tên şikandin û yek ji van jinên ku van pêşdarazan dişikînin Hediye Baran e. Hediyeyê navê dukana xwe ya seyar kir ‘Xwişka Izgarevan’ û jiyana xwe bi vê derbas dike. Hediyeyê ku izgare danî ser erebokê, ev meheke vî karî dike.
‘Ez bi biryar bûm’ 
Hediyeyê daxuyakirin ku ewil ji ber bertekên derdorê xwe vekişandiye û zehmetî kişandiye û got: “Digotin ‘ev karê mêran e’. Gelek gotinên wisa dihatin. Lê ez bi biryar bûm. Van pêşdarazan hêrsa min zêde kir. Min got ‘ez ê bi ser bikevim.’Niha dibînim ku bi ser ketime. Bi salan bû min dixwest ez bixebitim. Min kir înat û karê xwe kir.
‘Ez dixwazim bi jinan re bixebitim’ 
Hediyeyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber ku li dikana wê pixêrî tunebû wê manqila xwe daye ser erebokê û anî ziman ku ev jî gelek bi zehmet e. Hediyeyê diyar kir ku daxwaza wê ev e ku cihekî girtî bigire û got ew dixwaze xebatkarên jin bigire cem xwe û bi vî awayî wê piştgiriyê jî bidin hev.
‘Bertek erênî ne’ 
Hediyeyê di dawiyê de ev tişt anî ziman: “Bi taybet jin piştgiriyê didin min. Jin dema derbas dibin slavê didin min. Esnafên mêr jî piştgirî dan min. Ez hinek dereng bimînim hema tên dipirsin. Bertek gelek erênî ne. Ez li bende piştevaniya jina me.”
Back to top button