Arşîv

Kongra Star A Bajarê Til Temir Tecrîd Bi Tundî Şermezar Kir

Kongra Star li bajarê Til Temir bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir.

Bi armanca şermezarkirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Kongra Star a bajarê Til Temir daxuyaniyek li navenda Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star a bajar da. Daxuyaniya Kongra Star ji hêla endama rêveberiya Kongra Star a bajar Gulîxan Tahir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bang li raya giştî, hemû saziyên navnetewî û navendên ku doza aştî û edaletê dikin, dikin. Rojhilata Navîn ku beriya hezarên salan veguherîbû şanoya qada şer li dijî hêza gelan, bi derbasbûna demê re gelek kesên ku ji bo azadiya gelan xebitîn derketin holê. Ji bo vê yekê jî bûn armanca hemû dewletan.”

Daxuyanî wiha didome: “Îro li Rojhilata Navîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya hemû gelan xebitî, ji bo vê yekê bû hedefa komployên hemû dewletan, komplo ji sala 1999’an ve hat destpêkirin û heya roja îro jî bi hemû giraniya xwe di hundirê zindanê de didome. Her kes dizane ku kilîta aştiyê ji Îmraliyê destpê dike.”

Daxuyaniya Kongra Star wiha bidawî bû: “Em weke Rêxistina Kongra Star tecrîda li ser Rêber Apo bi tundî şermezr dikin, em bang li sazî û rêxistinên ku bi aştiyê bang dikin ku li ser vî tiştî bisekinin. Em soz didin Rêber Apo ku em rêya wî dişopînin. Bijî Serok Apo.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Back to top button