Arşîv

Ilham Ehmed: Rola dewleta Sûriyê di Efrînê de bê bandore

Hevseroka MSD’ê Ilham Ehemed diyar kir ku hêzên YPG/YPJ’ê di berxwedana xwe ya Efrînê de difnê Tirkiyê anîn xwarê û destnîşan kir ku Rûsiya û Tirkiyê li ser Efrîn û Xûta lihev kirine û rola dewleta Sûriyê heta niha bê bandore.

Hevseroka MSD’ê Ilham Ehemed derbarê geşedanên dawî yên li Efrînê û bê dengiya civaka navdewletî bersiva pirsên ajansa me da.

*Hûn berxwedana Efrînê piştî 53 rojan ji êrîşa hovana ya Artêşa Tirk çawa dinirxîn in û di nerîna we de dewelta Tirk wekî îdaya dike serkeftin bidest xistiye?

Berxwedana ku gelê Efrînê û şervanên YPJ, YPJ û QSD’ê di van 53 rojan de pêk anîne, karîbû serkeftineke herî mezin bidest bixe û pozê dewleta Tirk a dagirker bîne xwar. Tevî bombebarana bi balafiran û bikaranîna topên herî giran ku li dijî sivîlan û hêzên leşkerî bê cûdahî pêk tê, her wiha bi karanîna çekên herî pêşketî û giran, lê hîn jî gelê Efrînê û hêzên wê liber xwe dide. Hîn eniyên şer germ in û derbeyên giran li êrîşkaran dikeve. Ev yek tekez dike ku dewleta Tirk serkeftin bidest ne xistiye.

Serkeftinên ku dewleta Tirk li Efrînê îdaya dike wêrankirina mal û milkên sivîlan ne, koçberkirina şêniyên gund û bajaran e. welatî ji ber bombebaran û topbarana wan koçber dibe. Ava vexwarinê ji ser sivîlan qut kirin, li dijî zarok, jin û kalepîran komkujî pêk tîn in. Gelê sivîl bi fûzeyên jehrê topbaran dikin. Di mal, gund û mezreyên welatiyan de wêranî pêk anîn, sewal û darên wan qetil kirin. Di van 53 rojan de dewleta Tirk li Efrînê ev pêk aniye.

*Di nerîna we de armanca dewleta Tirk ji daxuyaniyên wê yên dawî ku wê piştî Efrînê êrîşî bajarên bi ewle yên Bakurê Sûriyê bike, heger êrîş kir wê çi bibe?

Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi daxuyaniyên xwe yên dibêje ku wê bikeve bajarên ku QSD’ê ji DAIŞ’ê rizgar kirin, dixwaze pirojeya fedralî ku li Bakurê Sûriyê hatiye pêşkêş kirin têk bibe. LÊ di rastiyê de dewelta wî dixwaze Bakurê Sûriyê parçe bike, rastiya tiştê li Efrînê pêk hatiye, parçekirina herêmê di navbera Tirkiyê û Rûsiya ye.

Gefên wî tehdîdin û divê em li dijî wê derkevin. ne tenê QSD’ê lê belê tehdîd ji Koalîsyona Navdewletî ya rola wê di têkbirina DAIŞ li Reqa û Dêrazorê hebû. Vegera DAIŞ’ê ya di qada Sûriyê de wê ji berê xurtir be, ji ber vê  heger hat wê bi awayekî eşkere bi piştgiriya dewleta Tirk be.

*Çima Erdogan di şerê xwe yê li dijî Efrînê de xwe avêt NATO’yê?

Erê heta niha di nerîna wî de NATO di êrîşa wî ya li ser Efrînê de piştgiriya wî ne kiriye. Ji ber ku Tirkiyê endamekî NATO ye, heger jê re li ser êrîşa Efrînê erênekiribana û bê dengiya civaka navdewletî ne kirîba wê wiha nikarîba êrîşî Efrînê kiriba.

Bi vê banga xwe Erdogan dixwaze NATO bi awayekî piratîkî jî bi hêza xwe ya bejahî bixe şer, da ku bibe şîrkê sûcên wî yên li dijî mirovahiyê.

*Gelo Rûsiya û rêjîma Sûriyê di parstina Efrînê de cidî ne?

Rûsiya bi Tirkiyê re itîfaq kiriye. Herdû aliyan li ser Efrîn û Xûta Rojhilat lihev kirine. Bi hev dane guhertin. Xûta bi giştî hatiye çemberkirin û îro heman tişt li Efrînê pêk tê. Lê rewşa Efrîn ji ya Xûta cûdaye, ji ber xelkên wê hîn tê de mane û li ber xwe didin.

Rûsiya hewaya Efrînê ji Tirkiyê re vekir, pişt re jî pê re itîfaq kirk u herêmê dagir bike. Hikûmeta Sûriyê tenê daxuyanî dan û êrîş şermezar kir. Lê di piratîkê de tu parstin ji aliyê Artêşa wê ve nîn bû.

Hêzên leşkerî ku dewleta Sûriyê şandin jî yekîneyê gelerî ne, rêzdariya me ji vê gava wan re. Wan ji bo parstina xaka Sûriyê canê xwe da. Lê helwesta dewleta Sûriyê heta vê kêliyê lawaze, hîn tu helwestek cidî nîşan ne dane.  Tevlî ku ew dikarin parstina xwe ya ezmanî bikar bîn in.

 

Back to top button