Arşîv

Dayîkên Efrînê bi rêbazên xwe li dijî dagirkeriyê derdikevin

Berxwedana Serdemê ku bi hemû  hêza xwe dewam dike, gelek serpêhatî di nava welatiyan de çêdibin. Di her malbatekê de çîrokeke berxwedanê heye. Gel qebûl nekirin ku warên xwe terk bikin, çek hilgirtin, axa welat parastin û di vê oxirê de canê xwe feda kirin.EFRIN-CIROKA-MOLODIYE-U-WEHIDE-MOBATO (2)

Berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî dagirkeran berxwedaneke dîrokî bû. biryara mayîna di malan de di bin topbaran û bombebarana li ser herêmê de bingeha israr û berxwedana wan nîşan dide.

Ji serpêhatyên gelê Efrînê serpêhatiya 2 dayîkên ku piştî berê xwe dan Efrînê biryar dan ku vegerin gundê xwe. Dewleta Tirk ji destpêka êrîşa xwe ya li ser Efrînê hedefgirtina sivîlan wekî bingeh ji xwe re esas girtiye. Mal û milkên wan wêran kirin û rûxandin. Armanca wan ji vê yekê guhertina demografiya herêmê ye.

Hemû beşên civakê cihê xwe di nava berxwedanê de girtin, jin, ciwan, kal û pîr jî tevlî Berxwedana Serdemê bûn, her yek bi rêbaz û hêza xwe. Dayîka bi navê Mewlûda Hisên (50) û Wehîd Hemboş (64) jî para xwe di berxwedanê de hebûn.

Herdû dayîkan biryar dan ku vegerin mala xwe ya li navçeya Mabata. Herdû dayîk di 16’ê çile de dema Artêşa Tirk gundê wan bombebaran û topbaran kir malên xwe terik kirin û berê xwe dan navenda Efrînê.  Lê pişt re biryar dan ku vegerin gundê xwe

Dayîka Mewlûda û Wehîda dayîkên endamên Hêzên Asayîşê ne. Tevî ku rewşa wan a tenduristî ne zêde başe, duh biryar dan ku vegerin malên xwe yên hemû jiyana xwe tê de derbas kirin. Tevî gundê wan rastî bombebaran û topbaranê tê û li wê herêmê şerên dijwar rû didin jî herdû dayîkan berê xwe dan gundê Erb û Korkê  ya derdora 4 kîlometreyan dûrî Mabata ye.  Tevî ku derfetên jiyanê li wan gundan nemaye, ji ber ku dewleta Tirk hemû cihên jiyanî hedef girtine û topbaran û bombebaran kirin, depoyên avê ji xizmetê derxistine.

Dayîk Mewlda bi rûkenî dibêje ku navê bajaroka wê Mabata ye û ew ji welatê xwe pir hez dike, ji ber wê ew ê li dijî dewleta Tirk derkeve û vegere warê xwe.

Dayîk Mewlda di dawiya axaftina xwe de got ku erê ew bi temanê xwe mezin in lê bi hêz in û dayîkên qehreman ne.

Dayîka Wehîda jî bi di gotinan bersiva pirsa me ya derbarê vegera wê de da û got “Qurbana mala xwe bim.”

Serpêhatiya herdû dayîkan yek ji serpêkhatyên şêniyên Efîrnê ku ez zêdeyî 50 rojî ne di nava berxwedanê de ne.

 

Back to top button