Arşîv

Berfîn Hêzîl:JIN TV ji bo hemû jinên di riya heqîqetê de diyarî ye

 JIN TV ya ji aliyê Weqfa Jinan a Newa ve hat îlankirin û di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de dest bi weşana testê kir, ji niha de bû çavkaniya îlhama jinan. Endama lijneya weşanê Berfîn Hêzîl armanca avabûna JIN TV vegot: “JIN TV ji bo hemû jinên di riya heqîqetê de, diyariye. Wê reng û dengê jinê ji her derê bide xuyakirin.”
JIN TV ku hedef dike deng û têkoşîna jinê ji her derê bide xuyakirin, di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de dest bi weşana testê kir. Endama Lijneya Weşana JIN TV Berfîn Hêzîl derbarê armanca damezarandina kanalê û krîterên weşanê de nirxandin kir.
‘Jin li her qadê berxwe didin’ 
Berfînê da zanîn ku wan vekirina JIN TV di 5’emîn salvegera mirina siyasetmedarên Kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çile de li Parîsê hatibûn qetilkirin de, îlan kirine û wiha pê de çû: “Me wek Weqfa Jinan a Newa mizgînî da jina ku di 8’ê Adarê de wê JIN TV vebe. Bi 8’ê Adarê re me ev pêngava xwe lezgîn kir û me dest bi weşana testê kir. Armanca me ev e ku ked û azadiya jinê bê dîtin. Ked û serhildana jinên di 1857’an de li New Yorkê berxwe dan, bi JIN TV re fêkiyên xwe dan. Jin êdî ne li kolanê li her derê berxwe didin. Jin têdikoşin û bedelên mezin didin. Li mafên xwe digerin.”
‘Armanca me ev e ku em bibin rûyê berxwedana jinê’ 
Berfînê destnîşan kir ku armanca JIN TV ev e ku bibin rûyê berxwedana her jinê û ev tişt anî ziman: “Kûrahî bi dîrok û civakê re eleqeder e. Dîrok kok e, hiş e, zîhniyet e, ahlaq û wijdan e. Weşan û televîzyona me jî derbarê vê dîrok û kûrahiyê de ye. Cîhana em tê de dijîn veguheriye cîhana mêr. Em dibînin ku di cîhana mêr de dijîn. Cîhana mêr cîhanek tije mirin û teror e.”
‘Armanca sereke zindîkirina dîroka jinê ye’ 
Berfînê daxuyaniyakirin ku ew wek JIN TV dixwazin hemû şopên jinan ên bedelên giran li pey xwe hiştine nîşanî her kesî bidin û got armanca wan a sereke zîndikirina dîroka jinê ye û pergala li ser keda jinê hatiye avakirin nîşan bidin.
‘Em ê jiyana winda bûye şûnde bînin’ 
Berfînê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku weşanên JIN TV ne tenê Kurdîstanî wê hemû cîhanê bigire nav xwe û got: “Em ê jiyana winda bûye şûnde bînin. Em ê dengê hemû jinan bidin bihîstin.”
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27