Arşîv

‘Berxwedana Efrînê Agirê Kawayê Hesinkar geş dike’

– Jinên Kontona Kobanê derbarê 21’ê Adarê Cejna Newrozê de anîn ziman ku dê hêviyên gelê Kurd bi hatina biharê mezintir bibe û gotin:”Berxwedana Efrînê  Agirê  Kawayê Hesinkar geş dike.”
Jinên Kantona Kobanê 21’ê Adarê Cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kirin û gotin:”Em ê bi  rihê berxwedana Efrînê cejna  Newrozê  bi coşeke mezin piroz bikin.”
Fatme Ebdo di despêkê de Cejna Newrozê li tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Em ê berxwedana xwe bi rihê Newrozê mezintir bikin û li Efrînê xwedî derkevin.”
Stêrvan Bozan diyar kir ku ew ê bi rihê yekîtiyê Newrozê pîroz bikin û wiha got:”Em ê ji 7 salî heta 70’ê salî hemû Kurd bi berxwedanek mezin cejna Newrozê pîroz bikin û dilê me dê bi têkoşîna Efrînê re be.”
Dayika bi navê Hesîna Kino Elo Cejna Newrozê piroz kir û wiha got:”Em bi rihê berxwedana Efrînê li dijî dagirkeriyê bisekinin û Newroza xwe pîroz bikin. Ez hêvî dikim ku Newroza îsal bibe sedema aştî û azadiya Gelê Kurd.”
Back to top button