Arşîv

‘Kurd serê xwe ji dijmin re natewîne’

ŞEHBA – Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê dewreya perwerdeyek ji jinan re bi navê ‘Şehîd Jînda Îmralî’ li gundê Til Qireh a Şehbayê hat destpêkirin.

Perwerde cihê fêrbûn û zanebûnê ye, ji ber vê yekê jinên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne di perwerdeya bîrdozî re derbas dibin û xwe pêş dixin. Ev perwerde bi pêşengtiya Rêxitina Kongreya Star a Efrînê bi navê ‘Şehîd Jînda Îmralî’ hat destpêkirin. Nêzî 30 jin ji qadên civakî û bi temenên xwe yê cuda derbasî perwerdeyê bûn û nêzî 10 rojan berdewam kir.

Di perwerdeyê de waneyên Dîroka Jin, Dîroka Kurdistanê, Çand û Exlaq, Welat û Welatparêzî hat dayîn û rojane endamek Kongreya Star wane didan. Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin û wiha gotin: “Perwerde girîng e, cihê fêrbûn û zanebûnê ye.”

‘Perwerde di jiyana mirovan de girîng e û pêşketin e’

Bûtan Qasêm ser girîngî û armanca perwerdeyê axivî û wiha pê de çû: “Em jinên Efrînê li Şehbayê bi cih bûne, me xwest em di perwerdeyek bîrdozî de derbas bibin ji bo em xwe bi pêş bixin û asta xwe ya zanebûnê bilind bikin. Perwerde ji bo jiyana mirovan girîng e û pêşketin e. Em li ser fikira Netewa Demokratîk perwerdeyên xwe dibînin. Êrîşên Dewleta Tirk bi vîn û berxwedana jina kurd nikare. Banga me ji hemû jinên cîhanê re heye ku derbasî perwerdeyan bibin ji bo xwe nas bikin.”

‘Bi rêya perwerdeyê jin digihêje heqîqeta xwe’

Emîne Henan Elî jî wiha got: ” Em li Şehbayê berxwedana xwe di hemû aliyan de didomînin. Ji bo em xwe pêş bixînin perwerde gelek girîng e. Em bi rihek hevaltî derbasî perwerdeyê bûne. Bi rêya perwerdeyê jin digihêje heqîqeta xwe.”

‘Kurd serê xwe ji dijmin re natewîne’

Meryem Hisên jî kêyfxweşiya xwe ya perwerdeyê anî ziman û wiha axaftina xwe dewam kir: “Dema mirov perwerde dibîne di hemû aliyan de zanistê bi dest dixe ew jî cihê şanaziyê ye. Erdogan xwest me ji Efrînê derbixe ji bo îradeya me bişkîne, lê em li Şehbayê xwe careke din bi rêxistin dikin û tevlî perwerde û civînan dibin ji bo em xwe nas bikin û heqîqeta dijmin nas bikin. Em Kurd in serê xwe ji dijmin re natewînin.”

Back to top button