Gotarpirtûkxane

ÎRO LI RIHAYê DAYIK WELIDî

Îro, ji nû ve zayin e.

Îro, rojbûna me teva ye.

Îro, rojbûna hêvîyê kurdan e.

Îro, rojbûna Rêber Apo ye.

Em îro di 4’ê nîsanêkî nû de, rojbûna rêberê mirovahîyê, rêberê çareserîyê pîroz dikin. Ocalan, yanî bi kurdî, yê ku “tolê distînê” ji bo hemû êş û azara mirovahîyê û bi taybet êş û azara jinan rabû û meşîya. Ji dîrokê ta niha hemû ked û berxwedanên di oxirê azadîyê de hatiyê dayîn di şexsê xwe de kir yek û rêya serxwebûn û rizgariyê ji me teva re diyarî kir.

Hê ji biçûkaniyê ve me navê Ocalan bihîst. Em bi navê rêbertî mezin bûn. Her sal, her merhale me bi ked û jiyana rêber apo derbas kir. Şahî û dîlan, şîn û girî li dora tevgera azadîyê kom bû û bû çandek. Em li pêy arteşekî şehîdan a ji bi deh hezaran derbas kir meşiyan. Me xwe bi bîranînên bi hezaran berxwedanvanan re çêkir, mezinkir.

Ji bo me hemûyan dewsekî mezin hişt Apo. Bû perçekî ji malbata me. Bû hevalekî baş di rêya me ya jîyanê de. Bû mînakekî baş ji zarokên me re.

Şagirtên wî îro jî li Rojava, li bakur û rojhilatê sûrî de, li çar perçeyên kurdistanê û li çar aliyê cihanê banga azadiyê, çanda demokrasiyê belav dikin. Di oxira azadiya hemû mirovahiyê de bê sekin û tebat têdikoşin.

Bêguman em tev çîroka jîyana Rêber Apo dizanin. Bes ka em carekî din bi kurtasî binîn bîra xwe.

Abdullah Ocalan 4’ê nîsanê 1949’an li gundê Amarayê ya bi ser navçeya Xelfetî ya Urfayê hatê dinê. Navê diya wî Uweyş û yê bavê wî jî Omer e. Dibistana serêtayî li gundê Cibînê, dibistana navîn jî li Nizîbê xwendîyê. Dibistana Tabû û Qedestro ya amadehî jî li Enqereyê qedandiyê.

Di sala 1969’an de li Amedê dest bi karmendiyê kir. Paşê tayîna xwe rakir Stenbolê û li wir dev ji kar berda û navê xwe li zanîngeha Hiquqê seciland. Hê piştre li Enqerêyê navê xwe li Zanîngeha Ilmê Sîyasî nivîsand.

30’ê adara 1972’an de şoreşgerê tirk bi navê Mahîr Çayan û hevalên wî li Kizildere hatin qetilkirin. Rêber Ocalan pir di bin bandora vê komkujiyê de ma û ji bo vê di 1ê nîsanê de çalakiyekî şermezarkirinê vê komkujîyê de cih girtiyê, pêşengtî ji vê çalakîyê re kir. Piştî vê çalakîyê hat binçavkirin û bi qasî 7 mehan di zîndane Mamakê de ma. Ocelan, li Enqerêyê demekî serokatîya Komaleya Perwerdeya Bilind A Demokratîk a Enqere (ADYOD) kir.

Lêhûrbûna xwe ya zîndana Mamakê de gihişt wê nêrînê ku nêrînê xwe ya sîyasî û gelê kurd di bin rêxistinbûnekî cuda de tevger bike. Li ser vê esasê di Newroza 1973’yan de li bendava Çubuk a Enqerê de bi komekî hevalê xwe re niqaş kir û bi vê şeklî tevgerê Apoyî destpêkir. Di sala 1975’ê de berê xwe dan Kurdistanê û ev nêrînê şoreşa kurdistanê bi ciwanan re niqaş kir.

Piştî şehadeta Haqî Karer a 1977’an de Rêber Apo biryar da ku ev tevger wekê partiyekî rêxistin bike. Li ser vê esasê ket nava amadekariya damezirandina partiyê. Di 27ê Mijdara 1978’an de Ocalan û hevalên xwe li gundê Fîsê ya Lîceya Amedê kongreya yekemîn a Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK li dar xistin. Kongreya duyemîn di sala 1982’yê de li Libnanê çêkirin û biryar dan ku êdî tevger vegerînin welat. Bi pêngava 15ê Tebaxa 1984’ê şerê çekdarî li Kurdistanê destpê kir.

Ocalan 9’ê cotmeha 1998’an de bi komployekî navnetewî  neçar hat hiştin ku ji qada xwe ya Libnan û Şamê û Rojava ku 19 sal têde kar meşandibû derkeve. Ev pêvajoya komployê di 15’ê sibatê 1999’an de bi girtin bi dawî bû. Di serî de Emerîka û Israîlê gelek dewletan bi hev re Ocelan girtin û radestî dewleta tirk kirin. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 24 sal in li girava Îmralîyê di bin tecrîdekî girankirî de tê girtin.

Di nava vê 24 salan de qasî sedsalan destkeftiyê kurdan çêbû. Şoreşekî pirr mezin ku ji tevahî mirovahîyê re bû hêvî ava bû. Bi ked û xwêdana xwe ya 19 salan a li Rojava dayî me anî ber azadîyê. Di dîrokê de cara yekem e jinan xwe ewqas dikarin rêxistin bikin. Têbikoşin. Şer bikin. Xweşik bin. Azad bin.

Her bêhnekî em distînin, her parîyê ku em dixwin, her qurtek ava ku em wedixwin di saya berxwedana rêberê me de ye.

Îro em di bin pêlekî nû ya êrişê de ne. Ji yên berê dijwartir û girantir.

Îro dijminên me bi top û çek nayê ser me. Li zimanê me dixin. Li çanda me dixin. Cîrantîye me dixin. Çanda hevûdu re jîyankirinê dixin.

Enenîyet xurt dikin û me ji hev dûr dixin. Yekîtî perçe dikin. Heta di nava malbatê de jî cudatî ava dikin. Ên ji xwînê hev in dibin dijminê hev.

Hewldidin bi vê şeklî me ji hev bixin, hêza berxwedana li dijî sîstema desthilatdarî lewaz û pûç bikin.

Berxwedana Îmraliyê ku bi rêya paraznameyan gihiştiyê me van rastiyan pir baş eşkere dikin. Ew rêberê ku ev 24 sal in di nava çar diwaran de ji bo rûmet û keramete me têdikoşe. Ji bo nirxê ku em ji wan bawer dikin ceza dixwe. Dixin nava tecrîda girankirî de.

Ger em vê fedakarî û cesaretê bibînin û qedir ji vî kedî re bigrin lazim e layiq bin ji vî kedî re. Ew şervanên Rêber Apo çawa ku li dijî hemû dijwariya dijmin tenê bi vî baweriyê dijîn û têdikoşin, em jî dikarin ji xwe û derdora xwe re behsa vê berxwedanê bikin. Em rojbûn û hemû temenê ku di oxirê azadiya mirovahiyê de hatiyê dayîn encex bi vê şeklî dikarin his bikin û bizanin.

Îsal rojbûna rêbertiyê me û meha rehmê û rahmetê rastî hev hatiye. Ger em bi îman bin û bi nefsê xwe re yek bin lazim e bi wijdan tevbigerin. Rojbûna me û îmana me madem gihiştîyê hev. Ev peyamê baş fêmbikin û li gorî wê nêz bin.

Û em bi yek dengî bang bikin ku sala bê em rojbûna xwe bi Rêbertiyê xwe re pîroz bikin. Bila îmana me xurt û kedê me bê sekin be.

 

Menal Mihemed Emin

 

 

Back to top button