ÇalakîNûçepirtûkxane

cejna çarşema sor a serê nîsanê

Di piştê demsala havîn payiz û  zivistanî de bi ba û bahoz û bablîsokên dijwar re bi qolicên her demsalan re weke ku dayikek piêtî ewqas mehan zarokê xwe biwelidîne di heman demê de ev hersê demsal bi kelecaneke xwezayî pir mezin re demsala buharê diwelidîne  ku bi taybet xwe di meha  nîsanê de bi kulîlkên rengîn dixemilîne û xwe bi ser bejna welatê mede berdide û dibe sedema dilşadiya hemû mirovahiyî lewra di her demsala buharê de di meha nîsanî de li gor Ol  roznameya êzîdiyan di yekem çarşem ji çarşema rojhilatî piştî 13 ê mehê ji mîladê kîjan roj bibe roja çarşemê  ew çarşem dibe cejin lewma em jêre dibêjin çarşema serê nîsanê ,di heman demê de ji vê rojê re dibêjin sersala êzîdiyan jiberku li li gor qenaeta ol a êzîdiyan ku di vê rojê de xweda gerdûn avakir û wer tê zanîn ku destpêka salê ji wir destpêdike lewra ji vê rojê re çarşema serê nîsanê tê gotin ,di roja cejna çarşema serê nîsanî de gelek rê û resmên bedew û bi wate tên jiyankirin ev roj bi çandeke gelek balkêş tê pîrozkirin ji êvara çarşemê de heyanî roja çarşemê êvarî tê pîrozkirin ,di nava civaka  êzîdiyan de mal bi her awayî tên pakkirin û xemilandin û çend rengên şêraniyan tên çêkirin wek çêkirina kulîçeyan lê belê rê ş resma herî diyar rengînkirina hêka ye hêk jî tê wateya ku dema xweda gerdûn afirand gerdûn ne ji tiştekî ziwa bû gerdûn hemû nerm weke avê bû û rengînkirina hêkan tê wateya rengê kulîlkên  buharê herwiha tê wateya despêka saleke nû jiberku di civaka êzîdiyan de sal di destpêka nîsanî de destpê dike, yek ji rê û resma  ku di vê roj û cejnê de tê kirin ewe herkes derdikeve nava xwezayê û qevdek gulên ji her rengî kom dike bi taybetî gula sor jiberku ew gul temsîla nîsanê dike  û hatina sala nû  ye  her malek qursek hevîr distirê û bi devê deriyê malê vedike û wî qevda gula di nav qursika hevîrde diçikîne ev jî nîşana xêr û bêrê ye ,û 12 hêk tên kelandin nîşana mehên salê ne  ew her diwazdeh hêk dixînin çar sênîkan ev çar jî tê wateya çar werzên salê di her sênîkekê de sê hêkan dixinê ev hersê hêk tê wateya hersê demsalên salê ne her sênîkek hêk bi rengê demsala ne demsala havîn payiz zivista û buhar û di êvara çarşemê de hinek ji cemawerên ruhanî berê xwe didin Laleşa Nûranî  û 365 mûma vêdixin ev jî tê wateya hejmara rojên salê ev vêxistina mûman jî tê wateya saleke nû destpê dike .

Îro 20 . 4.2022  ji rojên çarşema serê nîsanê bû roja cejna çarşemba sor  li bajarê Amûdê gundê Qizlaçox bû cejin bi tevlêbûna sazî û desteyên civakî û leşkerî ve şahî destpêkir di despêkê de şahî bi deqeyek rêzgirtina li ser  ruhê şehîdan destpêkir û di duvre bernameya şahiyê bi axaftina berdevkên hevserokên mala êzîdiyan Silêman hemo û Leyla mehmo ve hat kirin di axaftinê de bi xêr hatina mêvanan hat kirin û ev roj li hemû beşdarvanan hat pîrozkirin û di berdewamiya axaftinê de wateya vê roja cejnê hat şîrovekirin û penasekirin  di dawiya axaftinan de li ser êrîşn dawî ê ku bi hevkariya dewleta dagirker a tirk ,pdk û rêjîma Iraqê  li ser şengala êzîdxanê tê çêkirin ku emê bi mebesta vê cejnê bi hevgitina gelan bi yek duruêmeyê ku wê herdem serkeftin a me be emê bi yekîtiya gelan li hember dagirkeriye bi ser bikevin axaftin bi dawî bû .

Di berdewamiya şahiyê de  koma zarokan a şehîd Zerdeşt  qewlê çarşema sor û her diwazde mehên salê  bi lêvkirin herwiha koma Ezda jî bi çend stranên filklorî pêşkêşî mêvanên şahiyê kirin ,herwiha koma şehîd farûq reşo bi govendên xweyî pir balkêş ji beşdarvanan re pêşkêş kirin di dawiyê de li ber stranên hunermend Nesrîn botan ûDanîş botan govendên bi coş hat gerandin

 

 

Back to top button