Lêkolînpirtûkxane

bi feraseteke ekolojîk ber bi civakeke exlaqî û polîtîk

pêşgotin :

Wekî  em dizanin ku gerdûn xwe  li ser sîstemeke  tewazinî  jiyan dike. Ev sîstem mirov dikare di hemû cûreyên hebûnan  de  bibîn e. mînak  di ajalan û  Nebatan de  çawa dikaribin bijîn  mînak, jiyana  Dar ê, di tovê wê de veşartiye.li gorî cewherê xwe tevdigere û hebûna  xwe bi parêze. Eger  destê  cûda mûdaxela wê nekin. Ew dikare di nava şert û merca xwezaya xwe de  hebûna  xwe  berdewambike .

Ji ber ku  mirov jî Beşeke ji vê hebûa xwezayî ye. Pêwîst e  terzê  jiyana mirov li gorî xwezaya mirov be. û ev jiyana  xwezayî  xwe bi  hezarên salan daye  îsbt kirin. ku ev civak bi fikir û  hêza xwe ya cewherî  jiyana xwe berdewam kiriye û hebûna xwe, xwezaya xwe avakiriye. û bi xwe re pêşketinên fikrî û  zanistî çêkiriye. lê ev pêşketin hin bi hin bi destê hin kesan ji civakê hate dizîn. Û civak cara yekem cewherê xwe winda dike  di bin navê rêxistina civakî  hin  kes  civakê digrin dest û bandora civakê pûç dibe û ji holê radibe weke ku pêwîstiya xwe bi rêxistineke ji derve dibîne weke qederekê timî li peyî wê di meşe jiyaneke yek reng da avakirin ew civaka serdest ku xwe bi keda bindestan mezin kirin û bi zimanê serdestiyê  JIN  şewitandin  û jiyana me li ser alîkî  ew tewazina xwe şikenand. Pêwstiya civakê bi gelek felsefe û olên yek xweda  xwe derxist  holê ku bibe dengê civakê lê dîsa nebû bersiv ji êşa wê re. berovajî wê bûye berdevkê desthilatdariyê û  rê li ber wê vekir, ew kir riya çareseriyê ji  pirsgirêkên civakê re di  bin navê  baweriya civakê bêtir civak hat parçekirin û civak riya xwe wendakir. û berê xwe da Dewletê û têkiliya xwe li ser avakir,  heta roja me ya îro civak hebûna xwe bi hebûna dewletê dibîne.

Lê em vê tewriyê redikin ji ber ku însan beşek ji vê Gerdunê  ye divê di çarçoveya  xwezaya xwe de jiyan bike. Ne li gorî sîstema derviya  xwezaya xwe. li gorî lêkolînên me ji  dîrokê  re ev tişt hatin bi dest xistin, her weha emê  Şêrovekirinên bi çavê civakê bi  din zelalkirin.

ARMANC:

Erk û  armancên  min  ji vî  karî   ku ez  karibim hink  rastiyên  ku  hatine veşartin û dizîn ji rastiya dîroka civaka mirovahî  ya  ku  ne hatibû  nivisandin  û durûtî û xapandina   Dewletê  ku  xwe kiriye cihê  bawerî û hêz ji bo civakê di bin maskên cuda de hakimiyeta  xwe ferzkiriye di nava civakê de. Ku ez  li gorî  lêkolînên  xwe  di şirovekirina hin tewriyên şaş   bi ghînim  we ,Mijarê ku ez gihame encamê  jê  ku  sîstema  ku îro cîhan li ser di meşe  ew  sîstema  siyaseta pişaftina   civakê ji  xwe re  armanc  girtiye ku xwe li ser koletiya wê   hebûna  xwe berdewam bike. ku  ji  5000 SAL .B.Z. sîstemeke nû li ser civakê ferz bûye  hêza fikir bindest kiriye.

mirov ji cewher wê der xistiye,  Ew fikirê pûç doxmayî li ser hatiye ferzkirin. ku em di vê lêkolînê  de  rih , fikir  û Îrada civakê careke  din lê vegerînin  û wê bikin  xwediyê dîroka fikir û felsefeya jiyanê.

BEŞÊ YEKEM

CIVAK:

Ew  kombûna  despêka ku Însan xwe ji ajalan qutdike. û dest bi  jiyana xwe ya civakî  dike  bi rengê  kelan  avadibe, û li ser pîvanên mirovahî  ji xwe re nirxan avadike  û weke  qanunên civakî  digirin dest. bi hezar salan berdewamdike. di nava têkiliyên hevdû  temamkirin û bawerî, bi hev re karkirin û jiyana civakî esas dihat girtin  ji bo  gêştina  hebûna civakê, civakê  tevî zor û zehmetiya jiyana xwe xiste xwedê û navenda şaristaniya mirovahiyê  ya ku îro cîhan bi navê vê bang dike civak bi rihê xwe civake.

SIYASET :

Ew encamê sekina ji fikir û îrada însan avadibe  ku ji  jiyana xwe re debar û derfetê  karê herî baş  bi xuliqîn e.ji îhtiyacê wê rojane ye ku weke nefes jê re  têgirtin. lê îro ev nefes desthilatdaran ji civakê qut kiriye  ji xwere kiriye hêzekî sirî ku civakê pê dixapîne di bin navê  derew û xapandinê de . Ku bi hesanî civak xwe  jê dur bixe, ji ber ku civak wê ji pîvanê xwe yê civakî nabîne . û di wir de civak tê helandin  û riya jiyan a xwe winda dike. Û heta roja me îro civak xwe xwediyê wê nabîn e, siyaset ew enerjî û zindîbûna jiyanê ye  ku hertim di nava hierkînê de ye ku tiştekî nû avabike û civakê bigihîne xweşikbûn û wekhevî, û  di civakê de peyde bike.

TÊKILIYA   CIVAK  BI SIYASETÊ RE :

_Di despêka vê mijarê de. Min pêwîst dît, ku ez bi zimanê civakê van têkiliyan ji we re diyar bikim.  nêrînên ji qada civakê .

M in pirsa xwe ji hemû beşê civakê re got ,pirsa min ev e.

_Siyaset ji bo te  çiye ?

Dayika  F.H  bersiv da û weha got :Min nexe warê siyasetê siyasetê mala me xer kir ye.

Ciwanê.  bavê Îsa bersiv weha got :siyaset ew lîstoka xapandiyê ye û ez ne însanê xapînok in.

Ciwanekê. bi navê A.F  bersiv weha da : Ew karê Dewletê ye. hele hele dewlet karibe pênasa wê bike.

Li gorî van  nêrînan. mirov  dikare bibîne  ku civak  gihaye kîjan  astê ku  xwe siysetê înkar dike.

Di vir de mirov kare nasbike bê çima civak ji siyasetê direve? ji ber ku ji 5000 sal desthilatdaran kirasê ji agir lê kiriye ku  hiştiye civak ti carî di xeyalê xwe de  jî  be pê nefikire.

Lê rewşa me ya  îro her tiştî ji mere zelal dike, ku qut bûna civakê ji siyasetê  çi ye. şikandina îrade û pûçbûna fikir û siyaset li cem mirovan ku wê  bike weke keriyê ji xwe re. û li gorî berjewendiyê xwe civkê avabike

Em ji dîroka civakê bigrin dest .

TÊKILIYÊN  CiVAK BI SIYASETÊ RE :

Siyaset ji  cihê herî girîng ku mirov li ser bisekine  û nasbike ji ber ku ji cihekî  herî esas ji civak re weke xuyakirin ku xwe pênasebike weke  dest û  ling jê re ku xwe jiyan bike .lê dewletê ew ser bin hev kirî ye ku civak di nav de belav bûye . Heta civak xwe nasneke nikare rastiya   siyasetê jî bibîne û xwe nas bike. Siyaset ew zindîbûna herikanda jiyanê îsbat dike, Ku bi hezarê sala civak bi rihê xwe yê xawezayî di nava siyasetê  jiyan kiriye.

JI dema ku însan ketiye ferqa xwe de û fikir  li cem temam dibe û xwe ji derdorê di parêze  dema ku cara yekem kevir û dar radike ji encamê fikirekî ye. û ji xwe re li ser sîstemeke  jiyana  civakî avekir . ew sîstem ji fikir û siyaseta ku  çawa jiyana xwe bike û  debara xwe li gorî pêwistiyê  jiyanê   û bi rengê KELAN kombûna civakî pêş ket. û pêdiviya rojane mezin dibûn. ji bo xwe ji kerasetên xwezayê bi parêze ji xwe re  mal ava dikir û amur ji xwe re peyde kir.ji bo pêşketin û hebûna jiyana civakî hertim di nava hewildanan de bû ku rê li ber hesan bûna jiyanê  û hev du temam bike   ji xwe re weke  nirxên mirovahî di gire dest.  Mirov bi karê xwe mirov e. Mirov  bi mirovahiyê mirove. Bi hebûna civakî dibe mirove. Mirov  berhemê jiyna civakî ye. lewra îro mirov ji xwezaya xwe derketiye ji ber ku ji rastiya siyaseta xwe derketiye siyaset exlaqe û exlaq ew  dendik û cewherê însan bi xwe ye,   ji ber vê yekê siyaset di cewhrê her kesî mirov de ye. Di vê xalê de dewlet di nava nakokiyan de dimîne pênase dike karê xerab  û ew ji xwere esas digire.

Em dikarin bêjin ku siyaset  ew çanda jiyan însan ya rojane ye ,ji pîvanê ku dihêle mirov ji ajalan cuda bibe û xwediyê fikir û hêza xwe be, siyaset dihêle mirov bibe xwediyê jiyana xwe . û di çarçoveya mirovahiyê jiyan bike  bi zindîbûna jiaynê jiyan bike. ji dîrokê berhemê xwe bigire. ku dewletê xwîna mirovahî di demarê laşê wê de qirêjdike û davêj e .siyaset ji civakê re îrade û nasnama wê ye jiyana rojane ye .ku kêlî bi kêlî bi nirx û hebûne. îsbat dike, lewma em dibêjin: siyaset berhemê çanda jiyana demokratîk e. dema ku tişt winda dibin pêwîst dibe nav bê lêkirin ku wê bibîne ,di civaka xewzayî de bi navê siyaset tinebû. Dewletê li gorî xwe pênase kiriye ji zihniyeta dewletê ku weke gedî li civakê dinêre  lê em dibêjin: civaka polîtîk  civaka xwe bi xwe rêvebiriye. ji berxwedaniya civakê ya hezarê salan e.           ew jî dînemîka civakê ye, ku hebûna  xwe pê berdewam bike li gorî çarçoveya xwe ya xwezayî. tevbigere û xweseriya  Jiyana xwe îsbtdike ku ew jî beşek ji vê xwezayê ye. Di dawî de siyaset xwe dighîne ew îfadekirina tekoşîn û rêxistina  jiyana azad, û hebuna civakê isbat dike .

ZANISTA  CIVAKA SIYASÎ:   BEŞÊ 2

Ew beşek ji beşê civaknasî yê herî girîng ku civak xwe bê îfade dike ji despêka jiyana xwe de. Lê wek têkînekî nû nav lê hat kirin .Biştî şerê cîhanê yê dûyemîn dema ku civak di nav alozî û pirsgirêkên kûr de  jiyankir, carek din  zaista sosyoloyjiya siyasî xistin nava lêkolînan  de  ku bikar bin van pirsgirêkan di civakî de çareserbike.  Ew zanista siyasî  kir weke beşek cûda ji zanista civakê   û pirsgirêka  herî mezin di vir de derket. Dema siyaset ji civakê cûda kirin  ew xistin, warê bandora şoreşan navbera dewletan de  li ser civakê û bi vê zihiniyeta qirêj dewletê  siyaset xist warê ku civak pirsgirêkan jiyanbike. ji wê siyaseta ku dijberî dewletê dê bikaranîn ,û siyaset  kirin weke zanist ku ji nû ve hatiye derxistin di Orimpa li ELMANIYA li ser fikirê fîlozov *MARTIN LOSER KÎNG *piştî tevgerê dînî û sînaî li Orimpa .

Lê wan ev zanist  peydekir ji bo pisgirêka ku di civakê de çêbike. Û çareseriya wê li cem xwe bibîne, weke  ku nexwşiyê  çêdike û derman jî li ba xwe çêdike .

Eynî sîstema  xwe jî kiriye nexweşî di nava civakêde ku hertim civak xwe lê bigire.

 

lê ev zanist di  xwezaya mirovan de tê ave kirin û ji xwere weke zanist girtine ji cem xwe fikir û felsefe despê dike di vir de  jiyana mirovahî tine dike.  ku bi hezarê salan hatiye jiyankirin  lê çiqas wê tine bikin lê nikare wê înikabikin.

*Mijara Ku Zanista siyasî  bi kar bîne

Serxwbuna  dewletê sêyemîn ji dewletê dagirker

Beşkirina civaka navendî   KAPÎTALÎZİM ango rasmaliyet û  SOSYALÎZİM ango îştîrakiyet

SÎSTEMA SIYASÎ :BEŞÊ 3

Ger em li sîstema îro heyî  binêrin  emê wê zîhniyeta  ku ji 5000 sal xwegirtiye  û bi xwe re berdewam  kiriye heta roja me yî îro ya ku  xwe  li ser desthiladarî û keda civakê avakiriye. ji bo xwe bigihîne sîstema serweriyê her tiştî tewnbar û tine dike  û civakê dixe nava pirsgirêkên  jiyan di heman demê de  weke exlaq, aborî û zihniyeta bê bawerî ezezî di civakê peyîda dike, û hêza çareseriyê li ber digre û civak di jiyaneke bê  bawerî  ji fikir û  îrade ya xwe ya siyasî jiyan dike .

Tevî  ku siyaset ew fikirê civakê ku xwe bi wê jiyan dike, weke av û nan ku jê qut bibe jiyana wê bi dawî dibe. dsthilatdaran ev sîstema siyasî di çavê civakê de şikenandiye ji xwe re kiriye hêza mutleq li ku derê be berjewendiyê xwe dimeşîn, îro hegomeniya navendî xwe li ser dimeşîne. lê careke din  bi çavê civakê emê li van sîsteman vegerin û nasbikin. û  rastiya xwe di ku de winda kiriye  û bê  çawa diyaliktiya sistemê şikinandiye.

PÊNASA  SÎSTEMA SIYASÎ:

Ew  girûpeke  bihev girêdayî ye ji zagon û rêgezên ku  li gorî armancê xwe dadtîne. her sîstem di nava xwe armancke hiltîne. û ew ermanc ji xwe li ser sitemekê xwe tîne.

Ev sîstem xwe li ser cûdahîykî diyalîktîk hev du temam bike ji diyalektîka xwezayî weke şev û roj , rast û şaş. Xwe di tewazinekê de temam dike  hertim jiyan bi armanc dike..

û ev diyalîktîk li ser van niqteyan disekine:

1_CÛDAHÎ :

Ev cudahî di xwezaya sîstemê de tê avakirin , ku  ji bo xwe bi hev re bikin jiyanek  nû, ev cûdahî  hertim di nava dijberiyat hevsengî  de ku xwe bi hevre bighînin sîstemeke jiyanî ku hev û du temambikin weke, xweza însan ku ji cûdahiya Jin û mêr)bi hev re di bin jiyan. û fikirê cûdahî  bi hevre zanebûnekî   çêdike. dema  ku tu Karekî xerab an nebaş dibînî karê baş cem  mirov  çêdibe pirs tê mirov çima ev karê ne baş, ji cûdahiyê  tiştên  nû tê ava kirin,  ev tewazin hevsengî xeradibe. Sîstem ji xwezaya xwe derdikeve   MINA mirin û jiyan   dema ku Mirin li kêleka însan be û bi xwe re jiyan bike wê demê însan bêtir bi xweşiya jiyanê dijî,  weke şervanên tevgera azadiyê  yên ku her tim mirin nêzî wan e di çeperê şeran de ne  û yên  herî bêtir di ferqa jiyanê de ne  lê ema  ya ku ji mirinê ditirse û hertim di tirsê de ye ku weke di roja me ya  îro de  ku hemû sîstema desthilatdar ji xwe re esas girtiye li ser yek alî dimeşe û her tiştî li derdora xwe tine dike bi sîsema yek al, yek ziman, û yek netew, ku dijî hemû sîstemê xwezayî ne û mirovî ne.ema  xistine bin xizmeta  armancên xwe. li ser vî esaeî em netewa demokratîk ji xwe re weke sîstemmeke xewzayî dibînin  ku hemû reng û cudahiyan  ji xwere esas digire. Li gorî rih û cewhera civakê   tevdigere, pir rengîbûn riya fikir vedike  jiyana ku jiyanê dixe nava nakokiyan de ye,  û nakokî ew herikîna jiyanê ye ku rengê  felsefî  jiyan dike û  asta herî  xweşik.

2 – Gerdun û Nisbî:

Ev tewriya kewnî û nisbî di nêzîkatiyên felsefî de pêşketiye ku cihê xwe di xwezya sistemê digre. ku herdu nisbiyet li gel hev dibin sîstemeke rast. Lê  cûdahiyê dixe  nava van  nisbetan de,  ew zihniyeteke  şaş e û ne li gorî  mentiqê sîstemê ye

NÊRÎNA KEWNÎ :

Ew nêrîneke  mutleqiytê  û hetmiytê esas digire  li ser nêrînan dimîne, yan û yan weke :rengê  sipî yan reş. ev di mentiqê dewlet de esas girtine ,ku xwe liser civakê ferz dike, û bi zihniyeta yek netew  bang dike. û civakê tine dike ,û bi xwe jî tine dibe, ji ber ku sîstema ku ji tewazina xwe ya diyalîktîk derdikeve ew sîstem ,nabe jibo berdewam kirina jiyan rast. ku ew ji esas girtina  zihniyeta dsthilatdaran e,  îro hertişt bi mînak in weke   şoreşa bihara gelan, ku em hemuyan bînin gel hev, emê vê zihniyeta dijî demokrasiyê bibînin. ya îro li ku tê meşandin ku wî tinedike ji zimanê wî ji nasnema wî  di nav xwe de qebul nake, weke EDORNO dibêje:JIYANA ŞAŞ RAST NAYÊ JIYAN KIRIN .

NÊRÎNA NISBÎ:

ew nêrîneke ji hemû gûhertinan re vekiriye û  bi xwe re guhartinê  tîne. Û ji bo xwe  yek alî esas na gire ,mînak: girêdana di laşê însan de  ,ku dest  yan ling ji wê laşê qut bibe, ew însan temam nayê jiyankirin  û tevî ku cûdayî hevin lê hev temam dikin. KU di roja me ya îro de  însan ji xwezaya xwe qut e  ji ber di  sîstemeke xwezayî ye de çêbuy e  ku bi hev re bibin yek rih  ji ber vê yekê heta em sîstemekî siyasî ya rast deyînin divê em van nêrînan rast bigirin dest, û wan nêrînên kewinî  û nisbî  ji hev qut nekin, û em bigihên sîstemeke civakî rast  li gor sîstema xwezayî, ku civak bi rihê xwe  tev bigere.

3MADE Û ENERJÎ :

Made û enerjî  ew jî bi hev re yek tişt dide ,made bê enerjî nabe û enrjî jî bê wê nabe. ku ev zanistekî ji zanistên xwezayî ye, ku esas tê girtin. Bê çawa jiyan bi hv temam dike ku her kes bi rihê xwe tev biger e, Bê ku kes mudaxele bike. ku weke çawa zanist ji hev cuda kirin ji bu berjewendiyên xwe îro bi kar tînin û bi navê zanista  pozitîv dest avêtin zanistê û ew jî parçekirin, û liser civakê tê meşandin û civke li gor xwe avakiriye,  û civak ji cewherê wê derxistine  û sîstemek jê re danî ye wê dixe nava nakokiyan de , û ber tinebûnê ve  diçe.

Yek tinebibe ya din jî bi xwe re tinedike. mînak fikir enerjye   mejî  madeye  bihevre  di nava lêgerînê de ye. mejî xwezaya wê fikir çawa xwe derxe û pêş bikeve.

4 VALAHÎ Û NE VALAHÎ î: valahî çêkirina ne valahiye. Heta ne valahî  çêbibe divê valhiyk hebe  ku rê bide ne valehiyê .mînak ,şoreşa rojava bi hezarê sala di valahîyeke de jiyan dikir  ji fikr û îrade xwe, gel pêwîstiya  xwe bi îfadekirinê dît. sîstma ku îro me ji bo wê hewildanê xwe yê berxwdanê didin ew encamê kaos û tevlî heviyê hatibû jiyankirin .

5 MEBDE CAMID Û HEÎ ANGO ZİNDÎ :ew ne cûdahiye ji mebdeiê enerjî û made ,

Dîsa em dighên mebdî diyalîktîk jiyanî ya ku gerdûn li ser dijî li kuderê xwezaya xwe ku ew dualîtîya çiqas cuda be ewqas bi hev re jiyanê çêdikin û temam dikikin ,em di vir de cûda dibin ji diyalîktiya MARKIS ku madî û HÎGEL, ku madî û xeyal digirin esas, û ev fikrê wan rê û piştgirî da ku bighê textê siltê ji bo serxwebûna civakê  di gihiştina dewletê. Lewma van nêrînan rexnedikin ku riya şaş digihê armancê şaş.

BEŞÊ 4 *

ÇÊBÛNA DEWLETÊ :

Civak  bê têgîn nikare jiyana xwe ber dewam bike bingehê civakê têgîne .Lê têgîn ne tenê zaskirina peyvan e  têgîn wate dayîna rast ya dagirtî ye.

Gelo têgîna dewlet wateya xwe dagirtî, yan jî ew têgîna ku ji mere hatiye naskirin li ser çi esasî û çi wate dane dewletê ? têgîna dewlet têgîneke dîroka xwe kevne lê heta niha bi mere berdewame .Dewlet çiye .Ji bo çi em behsa dewletê dikin ? Dema ku behsa dewletê dikin tevlî heviyek pir belav dibe .û kes naveroka wê zelal nake.

Lê ew kesê ku dewlet pênase kirin nêrînên xwe weha gotin :

Dewlet ew pênesakirina civakê ye ku pirsgirêkê civakê çareser bike û nehêle ku civak di pirsgirêkan re derbas bibe. ji ber ku dibêjin: mirov gurê mirov e. Ji bo vê yekê ne dewlet be civak nikare jiyana xwe bike, Heta kes wek fîlozovê Alman  Hêgil. dewlet çawa digire dest   û dibêje: dewlet weke xwedawend e, li ser ruyê erdê. Di riya felsefe û ol, ku civak gihaye asta ku bê dewlet nikare jiyan bike, û her dewlet pêşveçû îdeolojiya xwe xurt bû. Di wê de civak gîhaşt asta tinebûnê. Lê nizanî ku beriya dewletê  bi hezarê salan civakê xwe bi xwe rêvebiriye bi jiyanekî exlaqî. Ji bo vê yekê lazime  em baş rastiya dewletê nasbikin, û derxin ku sedemê pirsgirêka roja îro em jiyan dikin ji çiye. heta em rastiya civakê nas bikin û nû sedemên  pirsgirêkê civakê çawa çareserbikin. Tevî ku dewlet xwediyê hêzeke mezin ji aboriya ,ilimê û leşgerî ya xwe û xwe kiriye hêza  çareserî ji bo pirsgirêkê û rêxistina civakê bi qanûnê xwe. lê li gorî naskirina me ji dewletê re ew nabe riya çareseriyê ji bo pirsgirêka civakê . ew civakê bêtir dixe nava alozî û pirsgirêkên jiyanê  de. Dewlet ew perdeya ku desthilatdarî disitirandî ye . heta em nizaibin çi li pişt vê perdêye çê  dibe ,wê civak her roj van piskirêka jiyan bike, ji bo ko dewlet ne li gorî xewzaya civakê tev digere ji bo vê nikare .Bibe hêza çareseriyê jê re.

AVAKIRINA  DEWLETÊ :

Li gorî lêkolînên civaknasan û zanista şûnwara herî zêde tiştên ku bi dawî gihiştinê ji bo naskirina derketina dewletê .Li gorî encamên  ku gihiştine van lêkolînan  dewlet hatiye çêkirin bi destê mirovan sumer yê ku cara yekem fikire li cem wan derketiye ,ji bo vê em karin bêjin ku ji wê demê de pêşketina mezin derket ,li ser keda hin mirovan ,ne bi hêsanbûnekê bû. Pir girînge ku em sumer nasbikin ji bo ku em karibin roja îro nasbikin. Dewlet çawa hat ava kirin  bi fikrên Rahbên sumer yên ku dewlet kir siya xwedê li ser riya erdê civak di wê demê de hat xapandin heta roja îro  fikirê dewletê xistine ku aqil nema qebûl dike ku dewlet hatiye çêkirin. Heta ew baweriya sîstema ku Rahîban di stargehên sumeran de dimeşandin di roja îro di hindirê dewletê de di meşînin. Ji bo vê Rêberê gelê kurd Abdula Ocelan di pareznama xwe ya duyemîn de dibêje: 198 Dewlet di hindirê hemu stargehên sumeran de hate ava kirin. Ji bo vê lazime em Rahbên sumer baş şîrove bikin .Naskirina me ji dewletê re ne tiştekî hesane. Dewlet bûye weke xwedawan li ser rûyê erdê bi hezarê salan xwedewendî maf li ser her tiştî ye. Heta gotineke Osmaniyan heye dibêje :*ya hûnê bibin dewlet ,yan jî hûn tune ne.*ji bo vê dema em behsa dewletê dikin em behsa desthiladariya kue dewlet weke sitarayekê ji xwe re girtiye. yan em dikarin bibêjin ku dewlet rengek ji rengê desthilatdariye .Dsthilatdarî zihniytekî ez ezî ye hertişt ji xwer digre û xwe li ser keda bindestê civakê ava dike û hertim pêwistiya xwe bi guhertinê heye. Ku xwe di bin de veşêre û silta xwe bi domîne ,Civak bê desthilatdarî dibe  lê desthilatdarî bê civak nabe. Ji bo vê desthilatdar dewletê weke nasnama ji xwere digre dest heta em bêjin dewlet nasnema ye .tişkî pir biçûke ji bo destihilatdaiyê . Heta ku em kuka dewletê nasbikin  lazime ew rengê ku dewlet tê de derbas bûye em nasbikin .Ger ku em lêvegerînekê ji dewletê re çênekin her tim dewlet bi rengekî hatî ava kirin û her ku çu îdeolojiya dewletê xort bû. Di destpêka dewletê, dewlet biçuk bû û her çû mezin bû. Her  ku diçe civak jî li berxwedide  û desthilatdar bêtir pêwstiya xwe bi guhertinan anî .

****RENGÊ  KU   DEWLET  TÊDE  DERBASBÛYE  LI GOR ÇÎNÊ CIVAKÊ :

A*DEWLETA  KOLEDRÎ :

Ew li ser keda kesên kole di hat kirin. weke avakirina zêgoratên rahbên sumer . Û ev kesana ne ji mafê wan ku jiyana azad bijîn .koletî bibû ji baweriya wan kesan. Ku di xizmeta qiral de be ,dema qiral dimire  di wê demê de kesên ku di xizmetên wî  de,xwe bi saxtî di xist tirba wî de. Di wê zihniyeta ku qiral xwedaye. û ji mafê wî ye ku ew xwe bike xwediyê jiyana wan .

*DEWLETA  FEWDALÎ:

Ew jî di sedsala navîn de hat ava kirin koletiya wê demê de ne weke dema dewleta koletiyî bû. Di wir de hinek koletî li pêş bû hin xwedî maf bû. Ku ji xwe re malekê ji veke û keda wî jî di erdê wî de bû lê mirovên burjuwazî mafê wan ked karan  dixwarin bi navê intac  ango berhem bipêş di xistin.  lê fîlazov Karl markis di bêje fewdalî rabû û xwesteka mafê kedkara kir Markis bi ser neket .Jiber ku silte ji destê birciwaziya derxist da destê kedkaran .

*DEWLETA  SERMEYEDARÎ :

Dewleta ku herî zêde bandora xwe li ser civakê hebû dewleta ku kar xistibû bin navê civakê de .Ya ku civak ji hev cûda kir di riya zanista ku dibêje: civaka tê bikar anîn ev ji dewletê mezine vê sîstem bi kar anîn ji bo ku bikaribe desthilatdariya xwe xurt bike li ser hemû dewletan .

**DEWLET ÇI RÊBAZΠ DIGRE  DEST JI BO KU XWE LI SER CIVAKÊ FERZ Û QEBÛL BIKE Û

CIVAK  DEWLET  BI  VAN  RÊBAZÊN  HEYΠ XWE   FERZKIR .

1 HIKMÊ WIRASÎ YA MÛNAREŞÎ :

Ew dewleta ku bi hikmê sûlalî bi rêvedibe weke dewleta Suriya hikimê mûnarêş li civakê  li ser xwe qebûl kir bi navê pêkanîna siyaseta ol, ema ola civakî diparêze Ji ber ol pir pîroze li cem dewletê ev jî hiştiye ku dewlet li ser xwe qeblubike.

2*  DEWLETA KU BI NAVÊ KOMAR :

sîstema ku dewleta komar dide meşandin çawa ye  Di riya dengdana  bi hilbijartinê bi navê demokratiyê heta yekî xwe hilbijartiye bi hezaran hildibijêrin  ti guhertin çênabe sîstema dewletê  dimîne weke xwe .Lê va bi xwe rêbazeke xapandinê .

3 * DEWLETA  SERMEYEDARÎ :

Rêbazê ku di riya  pêşxistina zanist jibo civakeke ji heqîqeta wê derxe di wê demê de desthilatdariya dewletê hîn xort dibe ew zanista ku diket xizmeta civakê sermeyedarî ji xwe re kir weke rêbaz ji bo ku xwe li ser civakê ferzbike û bi navê zanistê hate xapandin dewletê li sre xwe qebulkir ev jî bandora xwe li ser civakê kir hişt ku pirsgirêk di nava civakê de derkev in. û civak bi zehmetiyê re rû be rû hat,  hêza çareseriyê li ber winda bû.

****PERÇEBÛNÊ NÛ LI GORΠ HIN KESÊ KU LI GORÎ XWE DEWLETÊ AVABIKIN :

1* DEWLETA RIHBAN A: ev li ser destê rihbananê di stargehan de Ku cara yekem  fikira  xweda derket her tişt ji bo xweda tê kirin  û xwe kirin wekîl  dinavbera xweda û civakê de, ji ber ku berê bi karê ilm felek mijûl dibu  civakê jê bawer dikir  û bi hesanî  hakimyeta xwe li ser civakê kir  Bi vî rengî rahiban dewleta xwe ava kirin .

2 *DEWLETA MALBATΠ SÛLALE: desthilatdariya xwe berdewam dike û bi destê malbatê ku ji bav dide destê kurê xwe, Ku heta îro ev zihnî xwe dimeşîne  ku malbat împaratoriya îro ku desthilatdariya wan hezarê salan berdewamdike. heta wek di fikirê îslamê berdewamkiriye di malbata NEBÎ ABAS Û NEBÎ INEYA .

3*DEWLETA QEBÎLE :

Herî zêde di serdema navîn derket  xwe ji rengê olî girt bêtir bandora xwe çêkir di Orimba de wek di kenîsa de. Ku zihniyeta netew ji zihniyeta olê xweda derket .

4*DEWLETA  WELATÎ:

bêtir xwe li ser demokratiyê avadike di civakê de û çanda xwe esas girtin ev rewşa ku dewlet û demokratiyet bi hevre, dewleta welatî cuda ye ji dewleta netew ew hemû netewa digire dest .

4*DEWLETA  NETEWÎ

Ev jî rengnkek ji rengê dewletê ye. Li ser esasê netew perestî .Û deshilatdarî xwe li ser van digire yek ziman ,yek al û yek çand yên xwe esas digire û netewê din hemu înkar dike. Dibin navê yek netew .Û ev rengê dewletê bêtir di rojhilata navîn de  belav bûye, mîna Suriya.

DEWLETA LI GORÎ CÎNÊ FAIT INTAC :

1*DEWLETA ÇANDINÎ:

ew dewleta herî zêde di dîrokê de belav bû  û ji zihniyeta dewletê derket. ji destpêkê de ji berhemên zêde çêbû .

2* DEWLETA BAZARGANÎ :

xwe li ser rêxistina bazarganiyên zengîn ku desthilatdarî di destê wan de ye wek, dewleta aşur .

3*DEWLETA PERE:

Ew dewleta ku pere bi pere çêdike ku îro ew  dewletê kaptalîzim avadike ne, weke   Siurita ku xwe  bi pereyê xwe  hikmdike .

4*DEWLET SÎNAI

Di destpêka çêbuna vê dewletê  de di dema şoreş di sedsala nozdan de di orimpa derketin  yê ku xwedî fabrîka ya ku ji xwe re berhemê zêde bigire dest ku van intacê xwe li ser civakê bi çanda xwe wê dagir dike ku îro bi fabrîkeyên xwe û berhemê xwe yê  zêde cîhan  girtiye dest xwe ew jî weke Birîtaniya ye ku pêşengtiya wê kiriye .

RENGÊ DEWLETA LI GORÎ NAVÊ WAN MUZEYEF ANGO DEMAGOK:

Dewlet pêwîstiya xwe gelekî bi vê guhertinê tîne ji ber ku civak rastiya wê nas dike  û bi navê cuda li gorî civakê derdixe bi maskê cuda.

1 DEWLETA LÎBIRALÎZIM :

Ew xwe bi navê azadiya kesayet bangewazîdike ,Ew kesayet esas digire .lê kîjan kesayet ,Ew kesayet  ku  çiqas  mirov ji civakê qut be ewqs azad e ,ew tişekî şaş e ji koka xwe de ji bo tinekirina civakê  ev tê gotin  li gorî zihniyeta xwe ava û çêdike ,ji xwe ji navê wê dijî hevin dewlet ticarî azadiya civakê nayne  . ji ber ku mirov bi civaka xwe azad e mirov di xwezaya xwe de civakî ye ev tiştekî dijî mirovahî ye. Ev rengê dewletê yê herî pêşketî ye îro ku civak bi vê zihniyetê hatiye hilandin dibin navê pêşketina lîbirazim ku wê civakê ji hêza îrada wê qut dike .

2 DEWLETA SOSYALÎZIM :

Ew banga sosylazim dike ji bo azadiya  civakê tekoşîna li ser felsefyeke sosyalîst ku sîfetên  sîstemeke  wek hev û adil û demokratîk ku herkes wek hevbe ji bo vê hezara insana bedel da ,lê ema ew zihniyeta sîstema desthiladariyê ji xwe dûr nexist    bi bawer bû ku  dewlet ewê mafê hemû civakê bi dest bixin û  riya dewletê ji xwer esas girt ku bighê azadiya xwe. lê  silte ji bo mafê civakê ticarî nabe bersiv. Lê ji ber vê  yekê  dewlet bixwe şaş bû  helbet wê bighê encamên şaş ku tekoşîna wan nakeve xizmeta azadiya hemû civakê bêtir rê ji  desthiladariyê re vekir û darê desthilatdriyê sipî kir û xiste  destê kedkaran de, ku wê jî rengek ji rengê desthiladriyê dabû xwe ku bide qebûlkirin bi navê sosyalîzmê, ku weke gotina Ferun dibêje : *mirov xwezayek azade di fitriyeta xwe de ye* lê hinkî civak ji xwezaya xwe derketiye her nerînê dewletê rast dibîne û jiyana xwe bi dewletê nasdike û  dewlet ji xwe re esas digre ji bo pêşketina civakê û ji van tayîbetmendiyan civakê rastiya xwe windakiriye

3 dewleta faşîst:

Ew zihniyeta ku xwe mitleq dibîne. û ji xwe re maf dibîne ku dsthiladariya dewletê pêwîste jibo avakirina civakê li gor xwe ava bike û  hakimiyeta xwe bi temamî li ser bike, û xwe bi zihniyet re  yek netew yek ziman digire dest nijadperstî dide pêş. weke ku hemû dewlet îro ku rengê wan li pêşiya dewleta Tirk  ku ji bo nijadparêziya xwe  biparêze ji dîrokê heta îro ku  qetilamên xwe li dar dixe li ser gelê Kurd ku nayê qebul kirin, ku xwedî zihniyeteke qirêj û dervî  exlaqê civakê  tevdigere ,û her diçe reng û şêwazê xwe digherîne ku berdewmiya xwe bike ku heta roja îro civak pê hatiye xapandin ku civak bê dwelet nikare xwe jiyan bike .ji ber hêz û îrada wê  siyasî jê dûr xistine û civakê  bê wê nikare jiyana xwe berdwam bike ,lê di rastiya xwe de dewlet ew zaroka desthiladariyê ye ku xwe bi civakê bi rengê hiqûqî  dide pêş.

DEWLETA DEMOkRASÎ :

Dema ku em dibêjin demokrasî: tê wata ku edalet û wekhevî li wir tê cihgirtin, wê demê civak bi  rola xwe radibe û ji hemû aliyê  jiyana xwe bi rengê aşîtî û mirovahî ku civak xwe bi xwe rêvebibe, Wê çawa demokrasiya wê  di dewletê de hebe ku ew bi xwe  civak  tinebe  û li himber wê jî  tekoşîna wê derdikeve û  hebûna xwe li ser koletiya civakê teqyîmdike, em vê  gotineke  dijberî heve  dibînin. ku dewlet xwe bi vî rengê demokratîk   dide naskirin, wê demê  civaka  di demokratiyetê de jiyan bike  xwe bi xwe rêvebibe. wê demê rola dewletê çiye jibo civakê ku sîstema xwe li ser koletiya wê bimeşîne dema ku civak serê xwe radike dewlet ji nişvekê xwe der dixe deshilatdariya xwe li ser hebûna civakê ya azad û xweser dide meşandin .

***BANDORA DEWLETÊ LI SER CIVAKÊ ****

Ji dema ku dewlet hat avakirin  bandora li ser civakê kir.  dema ku stargehên  bi navê zîgoratên  sumer hat avakirin bi zihniyeteke perçebûn xiste nava civakê û her kes ji bo berjewndiyên xwe bi xwe tevdigere bi vî rengî  her kes xwe ji civakê cuda kir û ezezî derket holê ji avakirina dewletê heta îro. Hemû hêz û îrada civakê xistiye bin bandora xwe de û hakimiyeta xwe li ser dike.  û civak ji çarçoveya xwezaya xwe derketiye û  li gorî berjewndiyên xwe dixwaze civakekê li gorî xwe  avabike ku di nava sîstema wê  de bihele rê li ber pirsgirêkan vedike jê re  ku civak bê wê nikaribe xwe jiyan bike, tevî ku civak wê xwe bi xwe bi hezarê salan jiyana xwe bi rengê edalet û wekhevî bi exlaqî û polotîka xwe tevdigeriyan bi pîvanê cewherê mirovahiyê hebuna xwe berdewam dikir bi rihê komînalbûn ku berhemê jiyana civakbûnê  dide xuyakirin.  Lê dewlet xwe ji derveyî civakê esas xwe, dijberî civakê ye, civak hebe tinebe ew  her tim xwe esas digire. ji ber vê pêwîst  e û pir girîng e ku em rastiya dewletê nas bikin ku  em bighên rastiya civakê.çiqas em civakê nasbikin ewqas em dighên cwehera dewletê ku ji 5000 sal ve civak pê hatiye xapandin .

Dewlet ew çavkanî  û rêxistineke desthilatdarî ye ku xwe pê  veşartiye , ji br vê yekê ,dewlet nabe hêza çareserkirinê  ji bo pirsgkirêkên civakê. Rêxistineke  ne li gorî xwezaya civakê ye li ser hatiye ferzikirin  û ji piştî   derketina dewletê hin kesan xwe li ser  civakê hebûneke nû avakirine û xwe dane ferzkirin, û  dewlet aydî wan e .Ji bo vê yekê em di dîroka mirovahiyê de  dema ku çêbuye   dewleteke ku ayidî hemû civakê be tineye . weke di roja me ya îro de dewleta mînak dewleta Tirkî ,IRAQ,Suriye û îran gelo a  hin kesane yan a hemû kesane dewlet hebe .ew dewleta ku em bahs dikin ew ji mejiyê hin kesên ku  hebûneke desthiladariyê avabikin , ne ji bo azadiya civakê ye. Ew hekûneke  desthilatdariyê peyde dike,û tevlîheviyekê  ji bo civakê çêdike wê di nava nakokiya de dihêle.   Heger ku civak bixwaze  pirsgirêkên xwe çareser bike  di çarçoveya demokrasiyê de û wekheviyê de  çareser bike ,di vê ew  sîstemeke li gorî xwezaya xwe   jiyan bike .ne xwe bi  têkilîyên dewlet re xwe yekdest bike ,Dewlet ew xwedî  bi binxistina hêza civakê ye ku xwe li ser ava dike .  JI bo vê divê em  sîstemeke dervî sîstema dewletê  jiyana bikin .Dewlet hêzeke desthiladaran e û bi rengê cûda xwe bi civakê daye naskirin û qebûl kirin. Daku desthilatdariyê xwe berdewam bike bi rengên veşartî bi navê dewlet li xwe dike ji bo bi riya zagonan û sazî xwe bi civakê bide qebûlkirin û herkes bi navê dewletê bangdike û wê ji xwe re weke serxwebûnekê esas digire heta civak bi wê tê naskirin ku civak bi wê azad e  çiqas biçe û were dewlet ew di cewherê xwe de encamê desthiladariyê ye. Berî  dewletê sîstema  xwe avabike  desthilatdariya xwe dimeşand.  ji dema  ku kevirê yekem ya  zîgurata hat danîn bi zihniyeta dijî rastiya civakê ku bi rahibên somer ku xwe bi navê xweda xwe  daye  naskirin bi  xwediyê civakê ku civak bê wê  tune ye divê kesin heben ku vê civakê bi rêve biben ,û hertim ev dewlet rengê cûda dida xwe ku xwe di civakê de veşêre .Lê çiqas dewlet xwe bi nav van rengan de  veşêre ewê xwediyê wê zihniyêta qirêj be û ticarî nabe bersiv ji bo civakê wê hertim dijminê mirovahiyê be û xwediyê dîroka reş û nîşana xeta xiyaneta mirovahiyê be .ji bo vê em dibêjin.Na ji   dewletê re em dewletê ji sîstema wê redikin, ku ji 5000,sal  heta îro xwe li ser qirkirin û bin kirina civakê roleke mezin dilîze ku xwe  bide pêş û desthiladariya xwe bidomîne li ser civakê û wê jiyana mirovahî tinebike û sîstemeke li gor xwe li ser ferz bike û xwest wê dergûşa şaristaniya mirovahiyê bişkîne û civakê bike kolê xwe heta vê rojê ev sîstem li ser civakê ye hiştiye ku  civak rola xwe   ya bi hezarê sal  winda bike û xwe dike hebûn û ne bûn ji bo jiyana civakî .lê civakê hertim bi tekoşîna xwe  li berxwedaye ku xwe azad jiyan bike û dewlet di virde neçar dimîne ku guhertina  di nava xwe de çêke û di vê niqtê de hin qanuna ji xwere dadîne .û bi van qanunan civak baweriya xwe dide dewletê û digihe wê zihniyeta ku dewlet nasnema civakê ye bê dewlet civak belave . Di mînaka roja me ya îro de ku di bihara gelan de gelek kesan bang dewletê nav netewî kirin ku azadiya wan bi dest bixin wek cinêf 1 ,2, 3 û heta cinêf sed be wê ti çareseriyê ji bo civakê nayne.wek ku me dî dema hêza dewletê  li ser civakê pûç bû  civak weke birkan volkan teqiya û hemû hêza xwe komî ser hev kir û riya azadiya xwe naskir û bi  çanda xwe ya dîrokî jiyandike û bi rihê xwe xwezayî tev digere û bi şexisiya xwe esasî dijî û wê ticarî desthilatdariyê xwe ji xwer qebûl neke ji ber ku civak di rihê xwe de lêgerîneke azadî xweze ,dixwaze weke insan jiyan bike û ev nirxên mirovahî  di jiyana me de heye û hatiye jiyankirin û xwedî dîrok e. lê ev dîroka civakî hatiye veşartin ku ev  dewletê desthiladarî sîstema xwe belav bike di nava civakê de ku xwe bike ku ew hertim karibe pêdiviyên civakê jê re peyda bike ku civak ji rola  wê dûrbixe ji ber  îro ev sîstem e.

***HEGOMONIYA  NAVENDÎ**:

Ew desthilatdariya xwe bi rengê cuda dike di nava civakê de çi ji siyasî  be yan ji aborî ,zihnî û leşkerî be bandora xwe li ser dike xwe weke navenda cih digire  ku ew xwediyê wê kedê ye. tevî ku berhemê cviakê ye ji destê wê girtiye û dibe desthilatdarê herî mezin ku îro dewletê nav netewî cih digire weke Emerîka .ku ji wê sîstema   ji 5000, sal  hatiye çêkirin  li ser qirkirina civakê ku hemû berhemê wê ji diziye kiriye kolê xwe li ser keda wan buye imbiratoriya cîhanê ku ew sîstema ku cara yek li cem Sargon ekad dest pêkir  ku hemu hêz û îrada civakê  tinekiriye .Wek ku îro dewleta hegemoniya navendî ku hemû desthiladariya xwe li ser civaka rojhilata navîn dike wke  dewleta Emerîka deshiladariya xwe li ser  hemû weltên xelîc ku ji siyaseta xwe û avakirina navendê xwe têde vekiriye aboriya xwe li ser avadike û civaka wê di jiyanekî ber qirkirinê de diçe ji feqîrîyê  nikare pêdivî ya xwe ya jiyanî pêk bîne.

tevî ku ew xwediyê cihê herî dîrokîye xwedî çandeke, cihê ji xêr berekta dewlemendî  .cihê xwe di  şaristaniyê de girtiye .mixabin

îro buye cihê xeta mirinê jibo jiyana miovan ku xistiyê aloziya û kirîza jiyanî .

Lê hegomentiya navendî îro xwe dike, cihê pêşketina demokratiyetê ku paristin û alîkariyê ji berjewendiyê xwe bike di nava dewletan de.û ji xwere oposizynekê ava dike ji bo  xwe berdewambike dibin navê sîstema xwe ya ku bi navê awlemê ango global desthiladariyê xwe diparêze .

Di vê hegmentiya navendî tiştê herî  bi teisîr ku bandora xwe li ser civakê kiriye ew zihniyeta xwe xiste mejiyê herksek di civakê de ji pirsgirêkên ku şikenandina jinê derdixe û şikandina fikir û îrada civakê derdixe,  ku ew  bi xwe bê bawer be  ji hebûna xwe ku xwe bi xweseriya  xwe jiyan neke   ku hertim girêdayî dewletê  û bê dewlet nikaribe  çara xwe bike. û dewlet hertim bi vê zihniyeta ku bê bawerî û qirkirina çand û siyaseta li ser  civakê bimeşîne ku civakê ji xwe re bike amur jibo desthiladariya û dîktatoriya xwe pêş bixe ku civakê tebeqî û ez ezî bide pêş û civakek ji nirxê xwe dûr ava bike weke civakeke kaptalîzim  ku  bê  fikir û hêzeke xwe ya  zatî be jî .

BEŞÊ 5 NETEWA DEMOKRAT :

Ev  netewa demokrat em wê ji xwere weke bedîlekî herî esasî digirin  dest ku em van nerînên ku hatinin ferzkirin li ser civakê û xwezayê em wan hinkî  redikin ,ji ber ku  em civakê beşek ji xwezayê dibînin ku pir rengîne û xweza jî jiyanek konfederal e , ne yek renge û hertim xwe di nava guhrti de ye û xwe sabit nagire ji ber ku ev sîstem dengê jiyanê ye ji ber ku jiyan li cihekî nasekine ji bo vê yekê em di bêjin şoreş jiyan e di şoreşê de berxwedan heye .

ji bo vê  ev sîstema ku em dixwazin ji bo civaka  heyî deynin ew sîstem sîstemeke demokrate nîzîkbûnekî felsefî ye , ji bo jiyana civakê, ji ber vê jî her yekê ev sîstem bala her kesî dikişîne  ji wan re weke rihekî nû jêre  vedigerîne  ji ber sîstema ku heyî li ser civakê tê meşandin nêzîkbûnê dewletê yê desthilatdrên ku  bo gihiştina asta ku ne tenê civakê dagirbike û kole bike  heta xawezayê jî tinebike civak heta ku isyanê ji vê sîstemê dikir ku jiyana insan tine bike .lê ev felsefeya ku em digirin weke gavin ji bo azadiya jiyanê ya pêşerojê ye ku em heta xwezayê jî biparêzin ji van isyana .Bi sîstemeke  şaristaniya netewa demokratîk. Ku gav bi gav bi peradîgmeya xwe deyne,ku bibe çareserî  ne ji bo  kirîza rojhilata navîn tenê ji bo hemû pirsgirêkên  di asta cîhanê de çaresrbike .ji ber heta niha ev sîstema  heyî ji bo kirîzên cîhanî nebu çare her diçe kirîz kûrtir dibe. lê  ev sîstema me  ji xwe re felsefya netewa demokratîk biriye. ku bingehek ji sîstema siyasî ya ku avakirina civakeke exlaqî polîtîk  û  hemû rengên heyî bi xwe re himêz dike û ev bi xwe re zanebûnekî ava dike li kur aqilê civakê ku civak rihê xwe yê esasî digere ku civak hertim li berxwedaye ku xwe xweser jiyan bike li  gorî xwezaya xwe heta asta serkeftin bi serxistine ji bo pêşketina civakê bi hevre pêş bixe û di encamê de civak gihaye asta ku bêje dewleta  desthiladar ez te qebulnakim ,ku ev jî hebûna  xweseriya civakê xuya dike , û  ev îrada civakê berê hatiye jiyankirin ku îro careke din vê îradê xwe derdixe holê. û ev  sîstema  felsefeya  netewa demokraît  ji bo hemû netew û çandên cûda ji ber civak azad e herkes bi ren xwe ne wek nêzkbûnê desthilatdar ku yek reng   ferz dikirin li ser civakê  ku îrada dihindirê civakê benc kirine û dibêje ez hakimim ,lê  ev felsefe carek din vê bencê li ser civakê redike û civak îrada xwe derdixe, civak weke avê ye  li cihekî nasekine hertim di nava lêgerînê de ji bo jiyanê  hertim xwe bi xwe diafirîne civak beşek ji xwezayê ye  û xweza jî ew ji xwe dide, ew jî rihê azadiyê bixwe ye  ji xwezaya mejîyê insanê xwe afirandine  xwe berdewamkirine ji ber vê sîstema netewa demokratîk weke rihê civakê tê dîtin ku bala her kesî dikişîne û cîhan li ser di sekine û  netewa demokratîk  çavkaniya jiyana azad e.    

Ev netew xwe ji ilmê kuwantom ku xwe li ser  made û enerjî û cudahî disekine lê di netewa demokratîk de  ev tê jiyan kirin ku her tiştî yek digre wan ji hev qut nake .ji bo azadiyê isbat dike ,weke  ku însan made bigirin dest wê demê fikir enerjiya wê dema dighên hev însanê azad avadibe ku ne bi hev re yek bin wê demê însan koletiyê jiyan dike.

Lê heta em sîstema netewa demokratîk deynin divê em van benda jî esas bigirin:

1* DEMOKRATİYT:

wek em dizainin demokrasî ew rêvebirna gel xwe bi xwe û herkes bi dengê xwe bang dike û wekhevî bi hevre jiyan bikin û bi rengê xwe û dengê xwe cuda derkev û jiyan bike û bûne dengê herkesî û  pê bang dike  lê dema tê li ser  ruyê erdê dihêle. lê gelo demkratî çi cewherê xwe de hewandiye?demokratî ew jiyana mirov bi xweye ku mirov bi xwezaya xwe tev digere û herkes bi xwere radike û wan  qebûl dike demokratiyet ew zihniyeta ku tu bixwe jiyan dike ,lê ku îro em lê binerin emê bibînin ku demokratiyet bûye azadiya kesekî ku mirov bi xwe tenê jiyan bike û xwe ji civakê qut dike di bin navê azadiyê de em dibêjin em demokratin ku civak belav kiriye weke mînak ku îro dihndirê her malekê de her kesk bi rengekî dimîne dibêje ez azadim demokratim ev zihniyeta desthilatdara ye ku civakê dixapadin bi  navê  demokratiyetê de.

EKOLOJÎ:

ew têkilî û girêdana dinavbera mirov û xwezay de ku bi xwe re jiyan ekolojî  bike ku bi  nêziktiyekî demokratîk ji bo her hebûneke zindîbuneke hebûneke wê heye xwedî riheke  dibîne ku xwedî felsefyeke *anîmîzim*ku civakê wek xwe dibîne ku parastina xwezayê ji parastina xwe dibîne xwe bi hevesengiya xwezayê re dibîne ku ev zihniyeta ekolojîk ku bi xwe re zanisteke azadî û zanisteke îdeolojîk  çêdike ku xwe bike tewazineke  jiyan dike û civak bi vê zihniyetê xwe jiyan kiriye .lê piştî derketina desthiladariyê ve zihniyet hat kuştin û jiyana mirovahî li ber tinebûnê diçe ji ber mirovên desthiladar her tişt ji xweza û civak kir bin berjewndiyên xwe de ku heta xweza jî tine bike û xweza azade li ber xwe tekoşîndike û isyanê radike ji berxweza ji hevsengiya xwe derdikeve ji serdma 21‘an de  herî zêde wek ilm girîngiya wê derdikeve û ev ji dused hezar sal  dest bêkiriye gelo çima ji vê demê de  ?ji ber ku ji despêka ku jiyana civakî dest pê kiriye ev zihniyet hebû rêzgirtin ji her zindî  dikire û dibîne û civak xwedî ixlaq û hevsengiyekî jiyanî di navbera însan û ajalan de bû nakokî di jiyana wan tine .lê ji dest pêka avakirina dewletê zihniyetke dijberî civaka xwezayî dimeşe her tiştî  zindî tine dike ew tewazinê xeradike weke SEROKATÎ DI PARIZNAMA XWE MÊNAKE HADIBÊJE:ji bo tewazina jiyanê mar havînî mişkan dixwe û zivstanî mişk mara dixwe ew hevdû temmadike ,di mînakê de di virde tê xuyakirin ku xaweza bixwe ew sîstema xwe çêdike .ji bo vê hertim mirov li azadiyê digere û li xwezaya xwe digere ku civakeke exlaqî polîtîk ava bike û rihê xwe vegerîne ku jiyana azad û ekolojîk jiyan bike .

AZADIYA ZAYEND :

ku em li sîstema xwezayê binêrin emê cudahiya ku xwe li ser diyalîktîk dimeşe ew cudahiya ku hev temam dike ku herdu dighên cem hev jiyank tê afirandin weke ,şev bê roj ku yek yê din temam dike sar û cemidî ku ji sîstemekê xwezayêye gerdonî ku tê meşandin ji xweseriya xwe tevdigere lê ev xwesr di jiyana mirovan de jî tê jiyan kirin ku hevsengî di navbera jin û mêr dibe jiyanek lê ev hevsengî tê şikenandin di zihniyeta desthiladriyê de ku desthiladariya xwe li ser şikenandina jinê ava bike ku jinê ji rastiya xwe derkeve û bibe amur ji bo armancê xwe li ser bi meşîne dema ku jin dixe warê sile û firotinê ku civak him belav bibe ku û zihniyea xwe qirêj bi hesanî di civakê de çêke dema ku civak rastiya  exlaqê polotîka xwe derdikeve pirsgirêkê wê pir dibin û riya xwe winda dike wê çaxê dewlet destê xwe davêje  civakê û xwe weke çareseriyê ji bo pirsgirêkê wan dibîne dibêje ez azad bikim û jin dixe bin koletiya xwe û ne heqî ya hewarî mezin li ser jinê tê kirin wêdemê  ew exlaqê mirovahî tinedibe ku îro yê ku ji van nirxan durketî  hemû tiştên bê exlaqî dikikin lê di cweherê însan de heye û em dixwazin wek însan jiyan bikin ku jiyan yeke em ji kesekî ne mestirin û ji kesekî ne biçuktirin em yekin tu rengekî  û herkes rengekî û ev di xwezaya me de heye di civakê de heye di mala me de heye em jin in ew mêr in jin  ne tu ye û mêr jî ne tu ye  herkes xwesere û cudaytîke wî heye em herdu bihevre jiyankin em zihinyeta koletî  hertim yê din tinedike dibêje: ez heme tu heye ez tunebim tu jî tunebe di virde jiyan tinedibe ji ber nîvî wê tinedike û dema jiyan nîvî wê tinebe wê demê wê çawa jiyan hebe wê demê em dixwazin tiştê  ku di jiyana me de hebe me wê jiyan bikin azadiya zayend ji bo jiyaneke azad em bijîn.

bingehê  NETWA DEMOKRATÎK:

WEK KU ME DÎT XEW VAN MEBDEA JI XWER WEKE LING DIKE LI SER .

FELSEFA NETEWA DEMOKRATÎK: bi van nerînên xwe wê xwe bide runiştandin ji ber ku wek me hem em  xwe bikin bedîl ji bo vê sîstema heyî  yaku xwe ji dualiya tê xuya kirin yek ya mîsalî ku mitefeziq ji felsefa HîGil  digre ,.ya din madiyet  ya ku tahlîlî esas girtin ku ew ya markisiyetê  tê xuyakirin û xwe bi rengê ilmî didin xuyakirin û ev herkes ji bo armancê xwe ya da pêş û felsfe ji riya wê derxistiye ku rastî û şaşiyê wan di nav hev windakirine ,lê di netewa demokrat de herdu felsefeyan bi hevre redike û alên wanî kêm bihevre temam dikin û a herî girîng ku ilm û ol ji siyaset qut bike jibo nernê ilmî rast bê girtin weke em vê di civaka xwe de dibînin ku bi baweriyê civakê  tê lîstin ku desthiladariya xwe berdewam dike .ema ilmê ku netewa demoktatîk avabike wê dûrî desthiladarê  be ku pê çawa cûdahî dixe nav ilmande weke ilm ,ol.felsefe ,ku ji cûdahiya wan rastî tê windakirin.

Netewa dîmiqrat ew tewriyên  nisbî û gerdûnî bi hevre digreû wan bi hevdû re  temam dike û bêtir baweriya xwe bi guhertina tîne û tiştekî mutleq nagire  hertim xwedî lêgerîneke jiyanî û xwedî armanceke avakirina civaka exlaqî polîtîk û dema ku ev taybetmendî dighên hev civak dibe xwedî îrade û kesayet di sekina civakî de ku hezarê sala xwe jiyan kiriye ,

Netewa demokratîk ku himêzkirna hemû rengê cûdahî û demokratiya komînal ji bo civakê  digre ku civak li ser hêz û cesaretekê xort rake ku xwe bi xwe rê vebibe li ava kirinekê û sîstemeke sîyasî li gorî xwezaya civakê tev digere ji bo dervî sîstema dewletê xwe jiyan bike. Ku dewlet xwe di bîne rêxistin û parastin  ji bo civakê  ku civak dervî wê nikare jiyan bike ,

Lê ev felsefe  wê xwe ji civakê re bike  bersiv ku ew wê hêz û îrada civakê ya ku hatiye tine kirin wê xwe bike xwedî wê ku careke din wî rihî jêre vegerîne .Ew bi sîstema rêvebirya xweser ku xwe di nava hemû rêxistinê civakê  avabikin di esasî ku mecalisê xwe

Netew demokratîk ew ne çandeke nu ye ji bo jiyan civakî ev lêvegerîna rihê  çanda civaka xwezayî ye ku bi nirx û exlaqa xwe yê civakî parastiye ,û tê xûyakirin yaku bi hezarê salan civakê xwe  bi xweseriya xwe jiyana û xwe berdewam kiriye ,

Li ser vê yekê em di bêjin divê em jî  dev ji sîstema dewletê berdin ya  ku îro li ser civakê tê meşandin, Dewlet ji bo me nabe hêza çareseriyê .ew hêzeke desthiladaran e ne ayidî civakê ye ,çiqas bi navê û rengê cûda yê xweşik  bange ewê dengê desthilatdariyê ye, weke hat xuyakirin ku ev bûye pirsgirêkek jiyanî di her civakê de ku  ji despêka  dîroka mirovahiyê  heta roja îro ku   cihê ku sîstema dewletê lê hatiye meşandin ku civak hertim li berxwedaye û pîvanê xwe yê exlaxqî yê civakê parastiye .û  ew xeta berxwedanê  ew  xeta jiyana azad e û azadî ew ji xwezaya mirovahîyê ye ku xwe azad jiyan bike  û bi fikir û îrada rihê azad ku hebûna xwe  berdewam bike  .

 Lê îro encamê wê isbat dibe  ku civak ew xwediyê siyasetê û fikirê azad e û xwedî rihê jiyana komînale. ku îro di hemû  civakê de carekedin  hatiye rûnştandin ku civak xwe bi xwe bi rêve dibe û xwedî  fikirekî siyasî ye û îrada azad e.

Wek em dizanin ku dewletê çawa civak di nava sîstema xwe de helandiye ,lê niha rewşa ku îro  heyî civakeke netewa demokratîk dixwaze ew rihê xwe yê esasî dixwaze û di nav de rola çand û hûner esase pêwistiya wê sereke bi avakirina çand û hunera heye ,  ya esasî  ew avakirina  pîvanê  mirovahî ku  ava bike . civaka ku ji cewherê xwe derketiye incex bi çanda xwe li cewhrê xweyî  civakî vegere bê çawa bi civak,çand,ol û netewên din re xwe jiyan kiriye li gorî  pîvanên  xwe  yê civakî jiyan bike. Hemû tiştê ku  azadî li pêş dixe ziman pêş dixe rengekî din qebûlkirin. ji ber hemû çand  tên gel hevdû  hev naskirin çêdibe ji ol naskirin ji ziman hevdû hermet daîyin di nav civakê pîvan mşandin azadiya civakê pêşdikeve ,lê netew dewlet vî tiştî qebûl nake ji bo civakê ti pîvan tineye û civak ji bo xwe nikare ti pîvana bigire û deyîne bi vê awayî civakê bê çare dihêle ku civak dibin desthiladariya xwe dihêle ji bo xizmeta xwe esasî ava dike ,û her roj dîkdatorek derdikeve li ser civakê lê civak wê qebûl nake civak azadî dixwaze tiştê ku dixwaze ku hebûna xwe derxe her tişt ji destê civakê girtiye û ev heta demekê hate jiyan kirin  ji sed dusse sal tehmul bike lê li civak lêgerîne, ku îro di xweseriya demokratîk her kes bandike û civak xwe dide pêş ji bo  wê şerdike weke îro civakê di qada jiyanê de  hêz  û îrada xwe ava kiriye ji ypg û ypj e ku pîvanê xwe xweserî datîne pîvanê civaka exlaqî polîtîk avadike. û ev hemû di çanda civakê de  veşartiye çand pîvanê civakê bi xwere dihilîne. ji ber ku yê  dihêle vê civakê biparêze ev  çanda wî ye her kes bi çanda xwe jiyan bike.

Lê yê ku wê  çanda bi parêze ew civake tiştê ku ez bixwazim jiyan bikim ez pîvanê wê ji xwe re deyîn im ji ber ez civak im ezê li gor xwe jiyan bikim û tiştê ku hiştiye civak li ser lingê xwe be ew çanda wî ye ,wê demê civak azad e û dibin bandora ti  dewletê din li ser wê civakê  namîne  û pîvavê xwe bi xwe datîne pîvanê exlaqî jiyanî û civakê şaş dike ,û di rjohilata navîn de ê herî esasî ku civakê xwe  avabike li gorî xweseriya xwe û herkesî qebûl û hemêzbike .û di nav wê hebûna xwezaya gerdunî de ku ez hebûna xwe  îfade bikim  wê demê ezê  di felsefeya  netewa demokratîk de bimeşim ji ber ez bi xwe xwe jiyan dikim  û pîvanê xwe yê siyasî  ,çandî  ,ol î,jiyanî be hemû civak ji xwe re datîne û xwe pê jiyandike û tiştê ku berê hatiye jiyan kirin  dîsa bi vî awayî jiyana xwe berdewam bikim  civak li rihê xweyî esasî vedigerîne .û bi fikr û îrada xwe ya sîyasî careke din tevdigere û jiyan dike.

Çareserî

Ev ji pênc hezar sal civak jiyaneke winda jiyan dike ku jiyanek  ne jiyana wê be û deng ne dengê wê be , û dîrok ne dîroka wê be ku jiyanek bindestî   jê re hatiye ferzkirin û amadekirin  ku civak bi xweseriya  xwe jiyan  neke  di nava pirsgirêk û aloziyan de jiyan bike û kolê sîstema wan de be   û sîstemên ku xwe jê re dikin çareserî bêtir wê dixe nava kirîzên jiyanî de û wê winda û belav dike û di dîroka mirovahiyê de ti kes ku jibo mirovahiyê bixebite tine ye hertim civak dibe armanc ji bo berjewndiyên hin kesan û ew nabe kesekî civakî ji bo pirsgirêkên xwe. ji bo îrada xwe ya xweser  jiyan bike ti çare jê re tine ye ku  azadiya xwe jiyan bike.

Lê netewa demokratîk îro  xwe kiriye  cewherê hemû pîvanê mirovahiyê û netewan bi xwere jiyan dike  û  zincîrê koletiyê û jiyana bindestan dike bi dengê felsefa jiyanê ,felsefeya netewa demokraîk ku xwe  bike mûhra jiyana azad, avakirina civaka exlaqî politîk .

DIYARÎ:

di serîde em vê lêgerîna  azadiyê diyarî wê çirûska ku ji ezmanê  mirovahiyê bangdike û xwe ji me re kir çav û ziman ku em bi mirovahiya xwe bijîn û diyariya min ji erda mezopotamiya heta ezmanê îmralî navenda çirûska azadiyê R. Abdlah Ocelan,,û hemû rê heval û şopdarên xeta azadî rê taybet, heval Rojda ,û hemû cangoriyê azadiyê re.

Rîhan temo

7-6-2022

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button