Gotarpirtûkxane

PIRSGIRÊKA ZILAM

Li tevahî cîhanê rêxistinên jinan li hemberî van tevkujî û êrîşan çalakiyan lidar dixin…
Li her derê dinyayê jin rastî qetilkirinên sîstematîk tên. Dewletekî faşîst û nêrane çawa li jineke ku ji ber zilamekê xwestiye wê tecawûz bike, wê jî ew zilam daye ber kêran û xwe parastiye, ragire. Jin dema ku aciz û mexdûr bin, dema ku cenaze bin, dema ku bikevin rewşekî wisa ku dilê zilam pê bişewite, wê demê dikarin bi vî awayî di nava vê sîstemê de bicîh bibin. Jina Îranî ya bi navê Rihane, bi vê eqilmendiya xwe ve wate dide vê yekê. Ew kampanyaya îmzeyan a ku ji bo pêşî li darvekirina wê bê girtin, têrê nekir ku wê ji sêdarê rizgar bike. Di wê nameya xwe ya ji dayîka xwe nivîsandî de, Rihane ji ber tenêtiya xwe feryad û fîxanan dike. Dema ku bedenê wê yekpare bû rastî tecawûz û êrîşan hat; dema ku xwe parast jî rastî îşkence û xirabiyên dewletê hat. Rihane, li hemberî vê dinyaya ku jê re şensê jiyanê nedida bi bexşîna organên xwe ve bû bersiv. Her çend li bedenên cuda cuda belav bûye jî wesiyet kir ku herî kêm bila organên min xwediyê derfeta jiyankirinê bin û ev wesiyet di wê nameya xwe ya ku ji dayîka xwe re nivîsandîbû de diyar kiribû.
Li Elbak’a Wan’ê jî jinek ji aliyê mêrê xwe yê berdayî ve lêdanê dixwe û hê jî di nexweşxaneyê tê dermankirin û têkoşîna man û nemanê dide. Li Amed’ê dadgeha Tirk bi hinceta ku sîstema hevserokatiyê li derveyî zagonan e, daxwaz dike ku ev sîstem bê betalkirin. Di derbarê wan jinên ku di destê DAÎŞ û Buku Heram’a faşîst de lêkolîn têne kirin û ew jinên ku ji destên wan reviya ne behsa wan trajediyên ku bi serê wan de hatine dikin. Li Emerîka’yê jinek li kolanan digere û wan axaftinên xirab ên ku jê re hatine gotin tomar kirine û ew jin di nava 10 demjmêran de 108 caran rastî axaftinên xirab (taciz) hatiye. Em hema bibêjin, bila ti kes nebêje mîsoger wê jinê “cil û bergên ku bibin sedem mêr tehrîk bibin axaftinan jê re bikin” li xwe kiriye. Weke her car bi cil û bergên xwe derketiye kolanê. Zilamtiya ku hatiye avakirin, ji bo jinê ti qadên jiyanê nehiştî ne.
Li tevahî cîhanê rêxistinên jinan li hemberî van tevkujî û êrîşan çalakiyan lidar dixin. Her çend kêm, lewaz û nebes bin jî jin li berxwe didin. Lê belê, weke ku ev pirsgirêk tenê ayîdê jinê be, ji zilaman ti dengek dernakeve. Yek jî radibin hema rexneyan li jinan dikin û yên ku wiha jî dikin kêm nîn in. Dibêjin çima tevgerên jinê nikarin van pirsgirêkan çareser bikin. Ma sîstema hevserokatiyê bi qasî jinan, zilaman jî eleqedar nake? Çima tenê rêxistinên jinê li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe derdibirin û ti bertekekî giştî pêşnakeve? Gelo ev bêdengiya zilamên civakê ne ji ber wê be ku jixwe eger ev jin vegerin jî jixwe qirêj bûne, be. Eger vegerin jî wê rastî xwekujî û kuştinan bên be. Ma nikare zemînên ku wan zilamên ku hevserên xwe, hezkiriyên xwe dikujin di warê civakî û derûnî ve şî û tehlîl bikin bêne avakirin da ku li wan zemînan li ser van mijaran nîqaş bêne meşandin? Li hemberî van bûyerên tirsnak ên ku têne jiyankirin ti çalakiyek, daxûyaniyek an jî xebatekî rêxistinkirî yê zilaman tine ye. Di esasê xwe de van tevkujiyan zilam bi serê jinan ve tînin. Dema ku tê gotin li ser zilamtiyê nîqaş bikin, hinek feraset derdikevin holê ku wê mijarê dikşînin ducinsbûnê(mirovên du cinsî) û wer nêzîkatiyekî xelet û şaş raber dikin. Kesên azadîxwaz, sosyalîst, demokrat, welatparêz, kedkar, şoreşger û hwd. divê dev ji vê nêzîkatiya xwe ya ku bûyerên ku diqewimin tenê weke “pirsgirêka jinê” yan jî “pirsgirêkên jinan” dibînin berdin. Divê tenê bi nîqaşkirinê re jî sînordar nemînin, li hemberî bûyerên ku têne jiyankirin seknekî xurt raber bikin, xwe rêxistin bikin û têbikoşin. Ji ber ku em hemû jî bi pirsgirêkên zilam ên giran re rû bi rû ne. Zilam jî bi qasî ku difikire dikare vê yekê ji xwe re weke pirsgirêkekê nebîne û wer bijî, di nava xefletekî mezin de ye.

Zozan sima

Back to top button