Gotarpirtûkxane

LI SER TIRBA MIN DEYNIN DEYNDARÊ GELÊ XWE Bû

14’ê Tîrmehê Roja Sembûla Berxwedan û Serkeftinê ye, roja dagirkerî di kelha wê de tunekirin û binxistinê ye. Roja lehengî û xwe ji xweliya xwe ji nû ve afrandinê ye. Roja vejîn û rûmetê ye. Belê berî niha çil salan çar lehengan, çar pekrewanan, Egîdan, Çar rûmetên me yên dîrokî bi berxwedaneke bêhempa ve tovê rûmet û berxwedanê çandin. Hêdî hêdî ew tov şîn bû, ew tovê rûmetê bû jîn û jiyan, bû hebûna me, hebûna herî pîroz, hebûna ku em bi peyvan nikarin pesnê wê bidin. Berxwedana em kirin e em, berxwedan em ji bin destiyê xilaskirin, em ji xewa mirinê rakirin. Ew bûn roniya rêya me, ew in ku di zîndanên dagirkeriyê de, bûn çirûstên ji agir, ji bo me bûn rêya vejînê, jibo me bûn henaseya azadiyê. Ew bûn ku êdî li ber pesndayîna wan peyv ker û lal bûn, ew bûn ên ku di dîrokê de em bi hebûna me dan hesandin. Belê di pêvajoya derbeya faşîst, a 12 îlûnê de, ji ber işkenceyên li zindana Diyarbekirê dihat in kirin, li dinê deng vedabû. Ji ber ku kesên bigota ez mirov im, ê ku bixwesta xwedî li nirxê mirovatiyê û demokarasiyê xwederketa, bigota ez Kurdim û wekî Kurdekî bi şeref û rûmet dixwazim jiyanbikim ew bi işkenceyê re rû bi rû dima. Dewleta Tirk a faşîst ku nasîbê xwe ji mirovahiyê negirtiye, ji bo Kurdan û kesên demokrat tune bike, işkenceyên ku nayên aqilê mirov lî zindana Diyarbekirê pêkdianîn. Ji bo îsyana Kurdan di zindana Diyarbekirê de vemrîne, her tişt dikir, işkence, lêdan, birçî hiştin û tiştên ku êdî mirov nikare binav bike tanîn serê mirovan. Li hemberî van êrîş û pêkanînên der mirovahî, pêşengên PKK’ê Mehmet Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz di 14’ê Tîrmeha sala 1982, li dijî derbeya 12 Îlûnê de, ya Kenan Evrenê faşîst pêşengtî dikir re, bi berxwedaneke dîrokî ve bersivdan. Mirovatî ji reşahiyê derxistin ronahiyê, xwe feda kirin. Li Diyarbekirê, di girtîgeha beşa 5’an de, bi pêşengtiya Esad Oktay Yıldıran de, işkenceyên aqilê mirov nagrin dihate kirin. Ji ber van işkenceyên der mirovahî, zindana Diyarbekirê di nava 10 zîndanên herî xirab de cihê xwe girt. Van kesayetên leheng, ên xwedî li nirxên dîrokê derketin û ji bo nirxên mirovatiyê û nirxên gelê Kurd nekevin bin lingan, bedena xwe ji mirinê re razandin. Ji ber vê berxwedana wan ya bê hempa, ji mere bûne finda azadiyê. ji dijmin re bûn tirs û xof. Heta niha jî dema dijmin navê wan dibihîse ditir û xof dikefe dilê wan. Lê ji gelê xwe re bûn hêvî. Mazlûm Dogan, di Newroza sala 1982’an de bi sê darikên kibrîtê bedena xwe da ber agir û ji vê berxwedana dîrokî re pêşengtî kir, bedena xwe kir topek ji agir û nişanda ku wê li dijî işkence û siyaseta teslîmkariyê heta dawiyê li berxwedide û teslîm nabe. Piştî wê bi 58 rojan, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner di qaguşê de mil dan milên hev û agir dan bedena xwe û wekî çaran ketin rûpelên dîrokê. Dîrokê ji ber berxwedana wan a pîroz ji xwe şerim kir, bi agirê bedena xwe ve, dagikerî bi binxistin û teslîmkarî kuştin. Û xwe di dilê bi hezaran de xwe çandin. Dema rûpelên salnamê, 14 Tîrmehê 1982’an nîşan dida, pêşengê Partiya Karkerê Kurdistanê Mehmet Xeyrî Durmuş ê gelek li berxwedayî û rastî işkenceyên dewleta Tirk a faşîst hat, di mehkemê de li dijî sîstema faşizan rabû û got, “ tiştên di darbeya 12’ê îlûnê de tên kirin, politikaya herkesî dike leşker û bê kesayet dike, politikaya pêşxistina îxanetê ye. Lewra em dikevin rojiya mirinê. Di vê salona mehkemê de, di kesayeta me de gelek tê mehkemekirin” ev peyvên Mehmet Xeryîr Durmuş herikandina dîrokê guhert, dîroka koletiyê xilas û ya azadiyê da destpêkirin. Berî 40 salan vê berxwedana, dîrokî ya ku mohra xwe li dîrokê xistî, ji bo gelê Kurd pêvajoyeke dîrokî da destpêkirin. çarenûsa gelê Kurd ji nû ve hat nivîsandin. Ji bo gelê Kurd dîroka lehengî û bêmiriniyê destpêkir piştî Mehmet Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz jî tevlî çalekiye rojiya mirinê bûn. Ji xwe yekî partîlî nabe ku hevalên xwe bitenê bihêlin, yek ji bo teva, tev jî ji bo yekê bû. Ew bi xwe navê berxwedan û jiyanê bûn. Mehmet Xeyrî Durmuş, di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlûnê de, bi hevalê xwe Ferhat Kurtay re tê binçavkirin. Piştî Hat girtin ji hemû rêhevalkên xwe re pêşengtî dikir, çavkaniya moral û hêzê bû. Çavkaniya fikir û ramana azadbû. Piştî lehengê me yê nemir, Mehmet Xeyrî Durmuş, tevlî kerwanên şehîdan dibe, wî li Çewligê vedişêrin. Tevî hemû berxwedan, zor û zehmetiyên dîtîn jî heval Mehmet Xeyrî Durmuş dibêje; “ Li ser Tirba min binîvisînin deyîndarê gelê xwe bû” Ango Rêheval Mehmet Xeyrî Durmuş, her çendî canê xwe fedayî gelê xwe kiribe jî têr nabîne, ji bo welatê xwe serkeftina teqez û girêdanekî bê hempa dixwaze. Dervî serkeftinê tiştekedin na pejirîne. Kemal Pîrê bûyî remza gelan jî wekî Mehmet Xeyrî Durmuş, xwe fedayî gelan kiribû Rêheval Kemal Pîrê nemir, li gundê Güzeloluka girêdayî, Torula Gümüşhanê di sala 1952’an de tê dine. Kemal Pîr di salona Mehkemê de dibêje; “ ji bo ez vê sîstemê hilweşînim, ez li tevgerên li dijî sîstemê digeriyam. Li Tirkî, tevgerên Komunîst û şoreşger hebûn, li Kurdistanê tevgera azadiya netewî hebû. Di dahûtî(pêşeroj)ya wê de serkeftin hebû, hîn jî heye, baweriya min bi vê tê. Ji ber vê yekê ez tevlî vê hereketê bûm. Ez bi nîqaşên erzan ve tevlî nebûm. Min Rêbertî li wir naskir. Ez ne miliyetperezim, miliyetperezî ji kîjan netewî be, ez li dijî me”Bi van axaftinên xwe ve, bû remza dîrokî ya biratiya gelan. Li gorî hin çavkaniyan, Kemal Pîr di wesyetên xwe yên zindanê de, dixwaze Esat Oktay bê kuştin û piştî wê Esat Oktay Yıldıran di 22 cotmeha 1988’an de di wesayitekê gel de, ji aliyê tevgera azadiyê ve tê Kuşt in. Akîf Yilmaz Di sala 1956’an li gundê Beşîktaşa girêdayî Ardahanê tê dinê. Di sala 1980’yan de tê girtin. Di 14’ Tîrmeha 1982’an de, dema çalekiya dîrokî ya rojiya mirinê di pêşengtiye M. Xeyrî Durmuş de tê destpêkirinê, Akîf Yilmaz, ne li mehkemê bû, li girtîgehê di hücreyê de bû. Lê dema hevalên wî yên çûyîn mehkemê vedigerin, jê re dibêjin, çalekiya rojiya mirinê hatiye destpêkirin, wê demê bê ku dudiliyê jiyan bike, bi hevalekî xwe re dest bi rojiya mirinê dike. Berî jiyana xwe di rojiya mirinê de ji destbide, çend rojan ji ber tedaviya tibî qebûlnake, ew jî wekî rêhevalê xwe, pêşengê dîrokî Kemal Pîr çavên xwe winda dike. Akîf Yilmaz’ê 63’ê rojan di rojiya birçîbûnê de dimîne, jiyana xwe ji dest dide û li gundê lê hatî dinê tê dispêrin axa pîroz. Stêrka Sor: Alî Çîçek Alî Çîçekê; di şopa hevrêyên xwe, Kemal Pîr, M. Xeyrî Durmuş û Akîf Yîlmazan de, canê xwe di gireva rojiya birçîbûnê de dide û dibe sterka sor û li ezînan her tim dibiriqe. Elî Çîçekê ciwan, di sala 1961’an li Hîlwana girêdayî Rihayê tê dine. Alî Çîçek hîn di temenê zaroktiya xwe de bîryardide û tevlî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) dibe. Yek jî erka wî ew bû ku Kemal Pîr, ji zîndana Rihayê ya Tîpa E birevîne. Vê erka xwe jî wekî erkên din, bi serkeftî bi cih tîne. Hîn di 16’ saliya xwe de tê girtin. Tevî wî temenên xwe yê biçûk jî, ji du mehan zêdetir, her işkencê lê dikin, lê Stêrka Sor Alî Çîçek, heta sîleha li ser hatî girtinê jî û her tiştî red dike. Tevî temenê xwe yê biçûk jî di zîndanê de li berxwe dide, ji ber vê yeke hevalên wî navê Stêrka Sor lêdikin. Dema roja 14’ê Tîrmehê Xeyrî Durmuş çalekiya rojiya birçîbûnê îlandike, yê despêkê radibe û tevlî vê çalekiya dîrokî dibe Alî Çîçek e. Di roja 53. A çalekiya birçîbûnê de, wî radikin nexweşxanê û li nexweşxanê dibe, Stêrkekî Sor li ezmanên welatê xwe. Di roja çalekiyê ya 61’an de, di 13 Îlûnê de, Mehmet Xeyrî Durmuş û di 15 Îlûnê de, Akîf Yîlmaz şehîd dikeve, piştî wê di 17’ Îlûnê de Elî Çîçek tevlî kerwanê șehîdan dibe. Piştî 37 salan ji bo tecrîda girankirî li ser Rêbertî bê rakirin, hevseroka DTK’ê Leyla Guven, got; “Ev tecrid, ne li ser kesekî ye, li ser gel tê meşandin” û dest bi gireva birçîbûnê kir û dişûpa rihê 14’ê Tîrmehê de meşîn. Ji ber van çalekiyên birçîbûnê, parêzerên Rêbertî pê re hevdîtin çêkirin. Piştî wê siyasetmedarê HDP’ê, li Hewlerê ket goreva birçîbûnê, li Strasbourg’ê, hin siyasetmedar û rojnemevan jî di nav de, 14’kesan dest bi girêva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Li Galler’ê Îmam Şîş Derst bi goreva birçîbûnê kir. Di 16’ê Berfembara 2018’an de jî bi sedan dîlên azadiyê beşdarî çalekiya girêva birçîbûnê bûn. Hîn dema ku çalekî berdewam bûn, di 12 Rêbendanê de, birayê Rêbertî, Mehmet, çû girava Îmralî û bi Rêbertî re hevdîtinek çêkir. Leyla Guven û girtiyên din bi daxuyaniyekê eşkerekirin ku xwestekên wan nehatine bi cihanîn û dev ji girêva birçîbûnê bernadin. Li ser vê yeke wekîla HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag, di 3’ê Adarê de, li avahiya partiyê ya Diyarbekiriyê, girêva birçîbûnê da destpêkirin. Li dû wê di 8’ê Adarê de, wekîlê HDP’ê, Tayîp Temel û Murat Sarısaç jî tevlî çalekiyê bûn. Piştî çalekiyên girêvên birçîbûnê li her derê belavbûn, dayîkên laçikspî daketin qadan. Ji bo daxwaza zarokên wan pêkbên, dayîk daketin qadan û her roj bi îşkenceyên polîsên faşîst ên dewleta Tirkre rûbirû dihat in. Lê ew dayîkên leheng dev ji doza ewladên xwe bernedan. Dema ku çalekiyên girêva birçîbûnê berdewam dikirin, agahiya mirinan ji girtîgehan dihat in. Ji ber dewletê gavên berbiçav nedavêtin û raya giştî bêdeng bû, girtiyan jiyana xwe ji dest didan. Cara yekê, di 20’ê Sibatê li bajarê Almanya Krefeld’ê Ugur Şakar bedena xwe da ber agir. Şakar li nexweşxaneya dihat dermankirin 22’yê sibatê de jiyana xwe ji dest da. Li girtîgehan, di 17’ê Adarê de, Zulkuf Gezen, di girtîgeha Terdagê de, Ayten Behcet, di 23’ê Adarê, li girtîgeha Gebzê, Zehra Saglam 24’ê Adarê , Medya Çinar, di 25’ê mehê de, li girtîgeha Mêrdînê, Yonca Akici di 9 Adarê diş akran a jinan de, Siraç Yuksek di 2’ê Nîsanê de, li girtîgeha Osmanyê, Mahsum Pamay di 5’ê Nîsanê de li girtîgeha Elezîzê jiyana xwe ji dest dan. Piştî 37 salan çalekiya girêva birçîbûnan cardin destpêkirin. Tevî ku çalekiyên girêva birçîbûnê 5 meh li peyxwe hiştin jî, lê dewletê tu gav neavêt û raya giştî bêdeng ma. Li ser van nêzikbûnan li ser rihê 14 Tîrmehê careke din piştî 37 salan 15 girtiyên azadiyê di girtîgehên curbecur de girêva birçîbûn a bê dawî dan destpêkirin. Piştî van çalekiyên can bexşane, piştî 8 salan di 2 Gulanê de bi Rêbertî re hevdîtin çêbûn. Di hevdîtinê de, Rêbertî 7 madên deklarasyon rêzkirin. Piştî vê hevdîtinê, di daxuyaniya bi navê girtiyan hatî dayîn de, hat ziman ku “hevdîtin başe, lê heta ji aliyê wezareta dadê ve, ewlehiya zagonî, pêkneyê em dev ji çalekiya xwe bernadin.” Leyla Guven û wekîlên din ên HDP’ê jî got in ku; “Hevdîtin baş e, lê ji ber xwestekên me nehatine pêkanîn, em dev ji girêva birçîbûnê bernadin.” Piştî daxuyaniyan, di 10’ê Gulanê de, komeke din jî ya ji 15 kesan pêkdihat, tevlî girêva birçîbûnê ya mirinê bûn. Li derve jî ji bo daxwazên çalekvanên girêva birçîbûna mirinê pêkwerin, çalekiyên curbercur dewamkirin Ango bila dost û dijmin herkes zanibe ku wê hertim rihê 14’ê Tîrmehê zindîbe, ew rihê berxwedanê ya ku wekî mîras ji me re hiştin, em ê her tim di wê şûpê de bimeşin. Wekî agirê findê gurbikin,û agirê azadiyê gurbikin. Her çar pepûleyên azadiyê rêya me ronî bikin.

JI Pênûsa  şopdarên azadiyê

13.7.2022

Back to top button