BelgeLêkolînpirtûkxane

EZ JI AZADÎ Û RÛMETA JINÊ BAWER DIKIM

Ez, ji azadî û rûmeta jinê bawer dikim, ez parêzvanekî nebes ê vê mijarê me.

Abdullah OCALAN

Ji destpêkê ve, min azadiya jinê weke bingeha hemû azadiyan dît. Hîn jî vê baweriya xwe bi coşeke mezin diparêzim. Di heman demê de min bawer kir, ku koletiya jinê bingeha hemû koletiyan e. Girînge ev bê fêmkirin û were pejirandin. Yên azadbûnê qebûl dikin, têkoşînek bi vî rengî didin ber çavên xwe. Bingeha tevahiya azadiyên civakê, azadiya jinê ye. Azadiya jinê, cewhera rizgariya çînî, qewmî û olî ye. Ji ber vê yekê, min li navenda projeya xwe ya azadiyê, projeya azadiya jinê bicih kir û weke xebata herî giranbûha dît. Ez, bi vî rengî li azadiya jinê dinêrim. Ji ber vê wateya wê ya mezin, ez dixwazim jin bersivê bide vê pirsê: Cesareta we heye gelo, ji bo hûn di rih û mejiyên xwe de deshilatdariya mêr rakin? Hûn amade ne, deshilatdariya mêr a di nava xwe de ji holê rakin? Eger hûn amade bin, wê demê divê hûn hevgirtî bin. Beriya her tiştî pêwîste hûn pirsa ‘Jina Azad kî ye û divê çawa bijî?’ lêkolîn bikin û bersivê bidin vê pirsê. Ji bo jiyanek egîdî, divê mijara jin û jiyanê baş were nirxandin. Ev mijar bi qasî jiyanê bixwe girîng e. Ji bo azadiya jinê, girînge mijarên koledarî û azadî bi rexnekirin û rexnedayînê bên nirxandin.

Ez, ji azadî û rûmeta jinê bawer dikim, ez parêzvanekî nebez ê vê mijarê me. Min zarok û keçên gelê xwe ji bo bibin têkoşerên azadiyê perwerde û mezin kirin. Min hewl da di warê têkoşerî, evînî û fîzîkî de perwerde bikim. Ji bo ew azadiyê biparêz in, min ev kir. Ji ber vê yekê min gotinên Xweda-Xwedawend şîrove kir û nirxand. Min evîna rastîn nirxand. Ez ne li dijî evînê me. Em rê li ber evîna rastîn vedikin. Evîn, bi têkoşîna mezin a azadiyê dibe. Di navbera evîn û têkoşîna azadiyê de têkiliyekî xurt heye.

Azadiya jinê, têkoşînek bêhempa û mezin dixwaze. Ez li dijî kolekirina jinê derdikevim. Jinê, weke malê mêr nabînim. Hewl didim vê yekê di jiyana xwe de raxim ber çavan. Lewma, îro herî zêde êrîşî têgihîna me ya azadiya jinê dikin.

Ez bi xwe bim jî, nexapin. Ji bo we, azadî ji nan û avê girîngtire. Her şêweyên jiyanê yên li derveyî vê têgihînê, ji mirinê xirabtire. Lê belê, weke ku min her caran got, ez ji cewhera jinê bawer dikim û egîdiyên jinê dizanim. Ez dizanim, sebir, fedekarî û cesareta we mezin û bêdawî ye. Pêşketina xwe dewam bikin, kûr bibin. Xwedî li gelê me, nasnameya û rûmeta xwe derkevin. Destûrê nedin têgihînên paşverû û kevneşop.

Ez baweriya xwe ya ji we diparêzim. Pêwîstiya gel û herêmê bi mejiyê we yê hîsî û dahûnarî heye. Hewl bidin babetî vê bin. Ji xwe bawer bin, bê gûman kêmasiyên we hene, lê ez bi bawerim, ku hûnê bi hevre van kêmasiyan ji holê rakin.

Xwe biparêzin. Ji bo azadkirina jinê, divê Îdeolojiya Rizgariya Jinê xurt bibe û weke hêzek îdeolojîk her hebe. Rêya li dijî mêr dirêj e. Jin, wê serxwebûna xwe bi xwe biparêze. Jin, wê bi xwe namûsa xwe ya cewherî biparêze. Jin, wê bibe mirovê xwe bixwe diparêze. Ez bi vî rengî rêhevalê jinê me. Ev, mijareke bi hêzê bi baweriyê ve girêdayî ye. Ez bi vî rengî bersivê didim keda rêhevalên min ên jin. Gelek rêhevalên min ên jin çêbûn, ku xwe şewitandin. Bi vî rengî bersivê didim bîranîna wan.

Rêhevalên min ên jin ên bi şer û têkoşîna azadiyê re dilsozin; divê hûn li çiya, deşt û bajaran bibin garantiya azadiyê. Her tiştên derveyî vê pûç û valan e.

Di demên dawî de, me girîngî da lêpirsîna jin û zilam. Rewşa zilamtiya zilam a sexte û jinîtiya jinê me dixe nav fikaran. Zilamtî weke mêrxasî û têkiliyên zayendî tê dîtin. Mîna “ Zilamê weke zilam, jina weke zilam” tê gotin. Ev jî bi “erênî” tê nirxandin. Wê demê eger zilamê weke zilam be, çima erkê rizgariyê nagire ser milê xwe? Mêrxas e, zilam e, wê demê bila pêdiviyên wê jî, bicih bîn e. Lewma jî, pêdivî bi lêpirsîna zilam tine ye. Em herî zêde, li ser wateya zilamtiya di kesatiya kurdan de, disekinin. Zilamtiya di kesatiya Kurdan de, taybetmendiya zilamtî ya herî beradayî ye. Bi gihîştina hestên zilamtiyê qaşo hemû nakokiyên xwe çareser kiri ne!

Bi taybetî jî, di mijara zayendî (cinsî) de, mêranî hestekî wisa bi wî re çêdike ku weke mêtîngerî têkbiribe û dewletek afirandibe. Ev biyanîbûna li hemberî xwe û çewtiyek e.Derawaya zayendî ya mêr a li hemberî jinê, weke ku pareke qehremaniyê didê. Tiştekî sosret e, lê rastiyek e. Ev rewş, di civakên din de, ne di vê astê de ye. Eger, zilamê Kurd baş bê lêkolînkirin, wê bê dîtin ku tenê bi têrbûnekê, li ser piyan e: Jina xwe kiri ye pîrek. Jin jî, ji xwe jinkokî ye. Li ser vê bingehê, xwe jî, mêrekî ye! Bi vî avahî, tê hizrkirin ku hemû nakokî hatine “çareserkirin”. Bala xwe bidin, têkiliya wê bi malbatperestî re, xurt e. Çawa ku xilaskirina malbatê ji rizgariya welêt pêwistir be, têkiliyên zayendî jî, ji bo zilamtiyê ewqas pêwist e. Ev mêrê ku dibe şampiyonê vê re, çawa berbiçav dibe? Dîsa bi têkiliya xwe ya jinê re, çawa berbiçav dibe? Bi rastî, mêrê Kurd, di mijarên din de, têkçûye, li hemberî dewletê têkçû ye, li hemberî neteweyîtiyê û li hemberî têkiliyên civakî û nirxan têkçû ye. Başe, têkiliya ku di nav malê de pê çalak û despot e çiye? Ew, têkiliyên li hemberî jinê ne. Ji têkiliyên zayendî destpêdike û hetanî çewisandina bi her awahî berdewam dike. Ev gelekî balkêşe ku mêr, mijara zayendî, weke desthilatdariyê hildide dest. Di her têkiliya zayendî de, xwe weke şampiyon dinirxîne. Ev rewşeke cidî a şewşandina sinciye. Divê ev yeka wisa bê nirxandin. Herî bêhtir, em hewl didin ku rastiya civaka xwe dahûrînin. Bi taybetî jî, niha em hewceyî vê yekê ne. Ango, heger gelekî di nava rêkûpêkiya civak û netewetiyê de, hemû tiştên xwe wenda kiribe, hemû tiştên wî têk çûbe, divê nebêjin “ez pir mezin im”. Hê jî, ev rewş weke tinaz tê dîtin. Weke mînak, zilamên Tirk, qaşo li hemberî Ewropayê, pesnê zilamtiya xwe dane! Çîrok e! Ev, di civaka Kurd de, balkêştir e. Têsîrên wê yên civakî zêdetir e û rê ber bi encamên xirab vedike. Ez bawer dikim ku divê mirov herî zêde, ji bo vê mijarê têbikoşe. Kesên ku di temenê biçûk de têkiliyên zayendî naskiribin, gelo çi wenda nekirine! Evîn û têkiliyên li ser bingeha azadiyê pêşdikevin -wê li ser bingeha azadiyeke bi çi rengî, ew jî, ji niqaşê re vekiri ye, eger baş bê destgirtin, wê rê li ber pêşketinê vebike- mirovan ji biyanîbûnê dûr dixe û jiyanê bi wate dike. Eger di nav aloziyên civakî yên bi vî rengî, an jî di nav têkiliyên civakî de, weke amûrên çareseriyê bê dîtin, ev yeka rê li ber karesatekê veke. Dema ku azweriyên zayendî bi sernekevin, yên ku xwe dikujin jî, ne hindikin. Kesên wisa, qurbanên çewtiyeke mezin in.

Eger çalakiya zilam a zayendî zêdebe, xwe gelek bi hêz dibîn e. Bi vê yekê ve girêdayî, pesnê xwe dide. Herî kêm qasî aliyê din, ango qasî kesê pasîf, zehmetî kişandi ye. Ev, hem bêwate ye û hem jî zirar e. Civakê, herî zêde ji van tiştan kişandi ye. Lê, tenê ne ji bo têrkirina ajoyên zayendî, di asta civakî de jî, encamên nebaş derdikevin holê. Kesekî ku ji aliyê têkiliyên zayendî ve bi çavbirçî be, ne bi jinekê re, bi du jinan re, heta bi sê jinan re dizewice. Dîsa jî diçe malên giştî û ew jî têrê nake, di bazaran de jinan diger e. Ev yek tê fêmkirin ku ev rewş ji aliyê sincî ve, rê li ber xirabiyekê vedike. Pergala me ya civakî mêze bikin, rewşa kesên ku herî zêde xwe bi namûs, bi malbatî dibînin, di mijara jinê de, di asta herî mezin a nexweşiya civakî Serhildanek ji ya min a yekemîn jî, ev bû; Dema ku digotin “Me tu aniyî dinê” min digot we bi anîna min a cîhanê, bêasliya herî mezin kir. Di gel ku derfetên we yên ku min weke zarokekî baş mezin bikin nebûn jî, we ez anîme cîhanê û hun vê jî didin rû min. Bersiva min dibû ev û min digot: Hun zarokekî ku nikarin tiştekî bidinê, çima tînin dinê. Di temenê biçûk de, min ev yek dît. Madem ku zarok nirxê herî mezin e, wê demê divê hun cîhaneke wî jî biafirînin. Gelo malbatên me vê yekê difikirin? Gelo jin û mêr vê yekê difikirin? Bi taybetî gelo mêr vê yekê difikir e? Herdu jî, nafikirin. Di vê mijarê de, bêsincên herî mezin in. Gelo ji bo zaroka xwe ya hêja tu çi dikî? Niha hemû, li çar aliyên cîhanê, li metropolan belav dibin. Lê jin û mêr, ev sûca di destpêkê de kirine. Ma dikare çi yê din bike? Ew jî bêçare ye, di panzde saliya xwe de wenda bûye, bilî wê dikare çi bike? Petixî ye. Jin çi fêm dike, mêr çi fêm dike. Ji sedsalan û vir ve, vê rewşê dijîn. Lewma jî, derketina şoreşgerî ya mezin, li hemberî van têkiliyan e. Lê belê biyanîbûna li hemberî vê mijarê û aloziyên wê, divê baş bê dîtin. Weke min destnîşan kirî, mêr serkeftina xwe ya têkiliya zayendî, ji bo hemû nakokiyên xwe weke’’çareseriyê ‘’ dibîne. Lê berovajî vê, bûyîna pirsgirêkan, di vê kesatiyê de ye. Heta çi di aliyê pasîf de, çi di aliyê zayendî de, di bin zextan de be, eger têr nebe dîn dibe û dikeve nav rewşeke êrîşkar, ji xwe re dike girêcan û dibe sûtal. Dibe sedema pirsgirêkên mezin. Çareseriyê di rewşên xwezayî û rast de nager e, dikeve rewşên biyanîbûyînê, jinan direvîn e, bi dijwariyê, têkiliyên xwe yên zayendî datîn e. Piştî bêsinciyê, rêya xwe wenda dike. Eger ji bo vê jî, hêza wî tine be, wê demê jî dikeve rewşa keşeyan. Ev yeka jî, bêsinciyê ji alîkî din ve pêş dixe. Di civaka me de, kesatî hem li ser vê bingehê parçe bûye û hem jî nexweş e.

Mirov dikare mijarê, ji aliyê têkiliyên jin û mêr ve de, berçav bigire. Hin encamên vê yên din jî hen e. Ya herî girîng, dema ku zilam dibêje “ min malbata xwe baş saz kir, min jin bi sedî sed kir e jin, ez xwediyê malbatê me” dilşad e. Zilam, pêdiviyên cîhanê weke ku bicih ani ye. Dema ku di nava malbatê de, têkiliyên jin û mêr, bi vî rengî pêk werin, wê ji bo bawarhişkiyê, paşverûtiyê, faşîzm û mijokatiyê zemîneke bikêrhatî bibîn e.

Em li kudera têkîlî û sazîbûnê ne? Ji bo çareseriyê em çi dikin? Eşkereye ku em di nava vê hewldanê de ne ku bikaribin rê ji vê re vekin. Di wateya perwerdekerî û tecrûbeyê de vê yekê dikin. Di vê wateyê de her çiqas weke cerbek û dubare jî bixuyê, tim û tim di berçav re derbaskirin girîng e.

Çawa ku di laboratuarekî de gelek ceriban dibe ispatkirinek û çareseriyekî, pêwîst dike ev qad jî wisa were dest girtin. Mirov nikare rastiyekî weke fermanê Xûdayê berê pêşîn bigre; ku di civakê de bi fermanên vî awayî pêşketin jî tûnin. Ne mijara gotinê ye, rewş û pêşketinên wisa di serî de pir baş hatiye fikrandin, bi gotina “de bibe” ve bûye. Pêdivî, pêkhatinên ku di bin bandora xweferzkirinên wan de derdixîne holê. Rastî ev e. Ha tam jî di demên ku ev pêdivî xwe ferz dikin de, bûyera ku em jê re dibêjin rêgez derdixe holê. Yanî hîmên pêkanîna bi tenduristir; ji vê re pêdandinên ku gihîştiye asta zanistîtî tê gotin û weke saziyekî seravayî, raman û saziyên ku bersiv didin pêdiviyê derdixin holê. Ha saziya me ya malbatê û kevneşopên vê li ser vî bingehî derketiye holê. Lê eger ew êdî bi azadiyê re, bi pêngava mezin yê azadixwaziyê re di nava nakokiyekê mezin de be, bêguman rexnekirin, analîzkirin û derbaskirin jêneger e. Di vê xalê de pêdivî her ku diçe tund dibe. Her wiha rêgez û exlaqa nû xwe bivênevê ye.

Hz. Mihemed, di şerê xwe yê bi pûtan re , pêwendî û encamên ku ew gihîştî gelek balkeş e. Di roja me de her çiqas weke mijara laîkbûnekî gelekî girîng tê nîqaşkirin û em dibin bînera hin pêkanînên xwînî jî, dîsa li aliyekî parêzgerên laîsîzm, li aliyê din jî kesên li hemberî laîsîzmê radiwestin hîn hebûnên xwe didomînin û heta di roja me de rê ji pirsgirêka siyasî vedike, divê li ser vê mijarê bi girîngî rawestin.

Her wiha li Tirkiyê niha mijara ku herî zêde tê nîqaşkirin jî, kêşeya pêçe-lihafe ye. Ji ber ku jinek di vê mijarê de li gorî xwe di bin navê laîsîzmê de helwest daye nîşandan bi bombeyekî ve bu qetqetî. Yekî jî bi boneya ku gotiye “ez li ser Quranê dadikevim çavkaniyê, rastiyan didim nîşandan”, hate gulebarandin. Yani hê jî dibe pirsgirêkekî pevçûnî ku di nerma xwe de tê xistin rojevê. Baş e, çareseriya Hz. Mihemed çiye? Di Misilmantiyê de û di pêvajoyên vê ya seltenatê de li gorî xwe pêşketin hene. Dîrok dibêje, di destpêkê de zarokên keç bi saxî hatine binaxkirin. Di vir de bi gelek jinan re zewicîna Hz. Mihemed û bi gelek cariyeyan ve mayina wî, gelo dema saziya malbatê ya îroyîn bînin ber çav, jê xiraptir e? Rewşekî ne exlaqî ye? Na! Di nava xwe de em bînin ber çav, di pêşketina civakî ya wê demê de qonaxekî pêşketî ye. Li gorî xwe çareseriyeke pêxemberî ye, lê dîsa jî çareseriyek e. Piştre ev hatibe çepandin, hatibe veguhertin li saziya haremtî-selamtî, ev yek çawa ku hatiye serê her şoreşekî, jirêderxistineke çep e. Lê belê di destpêkê de bi taybetî Quran dibêje, bi saxî gorîkirina mirovan weke sûcekî mirovîtî ye û hewl hatiye dayin ku pêşiya vê were girtin. Weke rûyekî jinê mezinkirina meriv û hevjinên xwe, îro jî nav li we kirina Hz. Fatma, Hz. Zeynep, Hz. Ayşe hwd. berhema vê demê ye. Belê, piştre di serayên Abbasî û Osmaniyan de esareta jinê hat pêşxistin û ev pîvanên feodal heya roja me, bi taybetî li dijî jinê gelek xirab hate bikaranîn. Di bin navê “îro Misilmanî vê dibêje, rêgeza wê wiha ye” de, di civaka roja me de jî ger em bînin berçav ku azadî ji cinsa jinê re nayê dayin, pêgira îradeyekî yek alî tên hiştin û hûn hemû ji nava vê çandê tên, herwiha di bin bandora vê ya giran de dijîn, rewşa pevçûna heyî û hin taybetmendiya vê wê baştir were bîra me. Li aliyê din, em dizanin ku kapîtalîzma li dijî civaka feodal, jin û malbata ku di civaka feodal de ji kuderê aniye heta kuderê, dîroka vê jî dirêj e, dema ber bi roja me jî berê jin û malbat û bi vê re zilam jî daye helwestekî cewaz, ji ber ku sîstemeke di civakê de malbûnê herî zêde pêş dixe, vê saziyê jî vekirî dihêle ji bo malbûnê. Ji ber ku zêdetir yê ku mora xwe li milkbûnê daye zilam e, jinê ku mijara malbûnê ye, weke mijara malbûnekî girîng tê bikaranîn, di jiyana civakî de, di pergalên rengûreng yê reklaman de weke pergala loqmeyê jê xizmet tê xwestin.

Ev nêzîkatiya kapîtalîst-emperyalîst hêdî hêdî şewq dide civaka Tirkiye û bi me. Belkî jî mijara bazarkirinekî ji mijara malbûna dema feodalî zêdetir durû û gelek kîrêt di vir de tê pêşxistin. di bin dîmenên gelek cûrbecûr de xwe û jinê pêşkêş dike, azadiyê bi vî awayî fahm dike. Em her çiqas burjuva-lîberal jî bêjin, weke kelûmelekî kartî kar dike, tê bikaranîn. Em bi rehetî dikarin bêjin têkiliyeke bi hêza qebe û diravê re girêdayî li ser desthilat e. Çareseriyên reel sosyalîst her çiqas vê yekê di asta pêşketîtir de girtibe jî, di analîza dawiyê de di warê rêgez de xwe bi temamî rizgar nekiriye û em dikarin bêjin negihîştandiye çareseriyekî tam. Bêguman di sosyalîzma reel de hewl hatiye dayin ku çareseriyên kapîtalîst-emperyalîst a qebe were derbaskirin û bandorên feodal gelek hatine bisînorkirin, lê dîsa jî eger em bînin berçav ku îro kapîtalîzm bi awayekî gelek lez û hema hema weke rêbazekî rizgarkirinê ziviriye bazarekî û ev yek şewqa xwe daye jinê û ew hewl dide ku bibe mijara bazarekî baş, em dikarin bêjin reel sosyalîzm jî xwe ji vê rêgezê rizgar nekiriye, heta mirov dikare bêje muştaqa cewaztir û bibandortir a kapîtalîzmê ye.

Namûs û rûmet, wê  bibe temînata azadiya gel. Ez bi bawerim, ku hêza we ji bo vê yekê heye. Ez ji azadî û rûmeta jinê bawer dikim. Weke parêzvanê vê yekê, careke din rêhevalên xwe yên jin silav dikim.

Back to top button