Çalakîpirtûkxane

Şehîda Jiyan Tolhildan, Roj Xabur û Barîn Botan bi marasîmekê hatin bi bîranîn

Nûnertiya Kongra Star li Herêma Kurdistanê merasîma çilrojiya fermandar jîyan tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan bi rêxistin kir.

Nûneratiya Kongra Star li Herêma Kurdistanê duh Şemiyê merasima çilrojiya şehîdbûna fermandara Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) jîyana tolhildan, endama fermandariya Yekîneyên Parastina Jin Roj Xabûr û endama Yekîneyên Antî-Teror Barîn Botan, li parêzgeha Silêmaniyê li dar xist.

Di saetên êvarê li Silêmaniyê bi boneya çilrojiya şehadeta her sê fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Barîn Botan û Roj Xabur ji aliyê Kongra Star ve merasîmek bîranînê hat lidarxistin.
Di merasîmê de nûnerên gelek rêxistinan, partiyên siyasî, kesayet û rewşenbîr amadebûn. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Piştre li ber wêneyên her sê şehîdan gul hatin danîn û mûm hatin pêxistin.

Di merasîmê de Nûnera Kongra Star Roza Hesen axivî û got: “Ji beriya 40 rojan dewleta Tirk a dagirker sê jinên şoreşger ên gelê me hedef girt ku hemû jiyana wan di nava têkoşîn û şerê dijî çeteyên DAIŞ û dagirkeran derbasbibû. Armanc ji vê êrişê şikandina îradeya gelê Kurde. Dijmin jî baş dizanin şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê ye. Ji bona wê ev şoreş wê biserkeve. Em soz didin tola şehîdan hilînin.”

Her wiha peyama bi dîmen a Fermandara YPJ’ê Nûjîn Dêrik jî di merasîmê de hat guhdarkirin. Nûjîn Dêrik soza tolhildana her sê fermandarên jin da û got, “Dewleta Tirk a dagirker hevkarê sereke yê çeteyên DAIŞ’ê ye ji bo na wê fermandarên jin dike hedef.”

Back to top button