ÇalakîNûçepirtûkxane

Xebatên konferansa nehemîn a Kongra Star a kantona Qamişlo dest pê kir

Bi diruşmeya “Bi ruhê şehîd Jiyan em destkeftiyên şoreşê biparêzin û serkeftinê bi dest bixin” li kantona Qamişlo bi beşdariya 300 delegeyan xebata nehemîn konferansa Kongra Star hate destpêkirin.

Bi diruşmeya “Bi ruhê şehîd Jiyan em destkeftiyên şoreşê biparêzin û serkeftinê bi dest bixin” li kantona Qamişlo bi beşdariya 300 delegeyan xebata nehemîn konferansa Kongra Star hate destpêkirin.

Di heman demê de, nehemîn konferansa Kongra Star a Kantona Qamişlo li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rmelan a kantona Qamişlo tê lidarxistin. Cihê ku salona konferansê bi wêneyên şehîdên tevgera jina azad û pankartên “Biratiya gelan heqȋqet e, ne dirûşme ye” û “Terora dewleta Tirk a li dijî jinan rawestînin” hatibû xemilandin. wêneya jina ciwan a Kurd Jina Emînî ya ku ji aliyê rayedarên Îranê ve bi hinceta ku şert  xwe nixumandinȇ  pêk nayîne hat kuȘtin û li kêleka wê jî nivîsandibû, “Sonda me tolhildan e, kuȘtina jinan hovane ye.”

Di konferansê de nûnerên rêxistinên jinan ên herêma Cezîrê (Kongra Star, Meclisa Jinên Sûriyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ofîs û meclîsên jinan li bajar û saziyên civakî, Hêzên Parastina Civaka Jin û Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan).

Di bernameya konferansê de, li gorî Komîteya Amadekar, her wiha nirxandinên Rêber Ocalan ên derbarê têkoşîna jinê de hatin xwendin û rênimayiyên li ser cewher û rastiya jina azad, piştre jî rapora xebatên Kongra Star hatin xwendin. Rapora kantona Qamişlo di van du salên dawî de balê dikişîne ser çalakî û birêxistinkirina jinan di civakê de û rola wê di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, û rapor ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Qamişlo Gulȋstan Gulo ve hate xwendin. , û piştre hate nîqaşkirin, û tê plankirin ku konferans îro bi hilbijartina Meclisa Jinan a Kongreya Star li kantona Qamişlo bi dawî bibe.

Back to top button