AborîArşîv

”aboriya civakî bingeha netewa demokratîka”

Duh yekșemê 20/2/2022 , konfransa yekemîn ya desteya aboriyî û çandiniyê ya rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê suriyê , di bin dirûșmeya ”aboriya civakî bingeha netewa demokratîka ”
Konfrans li hola serdem ya bajarê Hesekê hat darxistin ,bi armanca nîqașkirina karê desteyê yên salen bûrî û bi derketina biryarên pêșketina rastiya aboriyî û çandiniyê di bajêr de ,di konfransê de hevserokên deste û komîteyên aborî û çandiniyê yên 7 desteyên rêveberiya xweser de ya bakur û rojhilatê suriyê bi tevlîbûna 150 nûneran , ofîs , saziyê destê yên herêmê di bakur û rojhilatê suriyê ,beriye despêkirina konfransê bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên șehîdan rawestiyan û gelek axaftin di konfransê hatin kirin
Pașê biryarên karê sala 2021 hatin xwendin û nîqașkirina rastiya îsal ,sinifziyon li ser aboriyî hat darxistin
Pasê nîqș çêbû ji bû pêșxistina kar û pîlanên nû ji bû sala nû û gihiștina çend biryarên bi armanc bașkirina rewșa aborî û çandiniyê .
Konfrans duh bi çend biryaran hat bi dawî kirin
Biryar jî evin ;
meclisa aborî ya bilind a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin, planên stratejî û pêşerojê werin danîn da ku siyaseta aborî ya Rêveberiya Xweser were nexşekirin, destekdayîna ji endustiriya fînansekirinê re bi madeyên çandiniyê re were zêdekirin, stasyonên sotemeniyê yên taybet bi beşa çandiniyê werin nûkirin û şaxên şîrketa Newroz werin zêdekirin.

Pêdiviyên çandiniyê di demên wê yên guncaw de werin dabînkirin, jinûve giştînameyên têkildarî kolandina bîran di ber çavan re werin derbaskirin, xebat li ser danîna hîmeke datayan li gorî bingehên durist were kirin, nivîsgehên serjimariyê yên taybet bi sewalvanî û rûberên çandiniyê re werin aktîfkirin, rêvebirina milkên giştî ku parastina wê ji destdirêjiyan were kirin, aktîf bibe.

Daneyên avê bi rêya perspektîfên li ser avdanê bi rêbazên nûjen werin birêvebirin, xebat li ser sererastkirina bendan û kanalên avdanê were kirin, dewreyên perwerdê yên fikirî û pîşeyî werin zêdekirin, xebata li ser teşwîqkirina fînansekirina hundirîn were kirin, her wiha xebat li ser teşwîqkirina aboriya civakî were kirin. bernameyeka televîzyonê bi saetekê di hefteyê were amadekirin ku mijarên aboriya civakî werin nîqaşkirin, li kêlek wê jî broşor û belavok li ser aboriya civakî werin derxistin.

Back to top button