Arşîv

‘Parastin mafekî exlaqî û polîtîk e’

HESEKÊ – Endamên Hêzên Parastina Civakê a Jinan gef û êrîşên li ser Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin: “Parastin mafekî exlaqî û polîtîk e.”

Bi gefên Tirkiyeyê ji bo dagirkeriya Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê re çalakiyên nerazîbûnê li tevahî bajaran dewam dike. Di çarçoveya hemleya Kongeya Star ku li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta tirk bi hezaran endamên Hêzên Parastina Civakê (HPC) ya Kantona Hesekê meşek li ser sînorê Rojavayê ya bajarê Serêkaniyê hat lidarxistin. Jinên ku tevlî meşê bûn nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.

‘Em ê ax û rûmeta xwe biparêzin’

Endama Hezên Parastina Civakê Zekiya Elo ku bi eslê xwe Êzîdiye tekez kir ku dewleta tirk dixwaze senaryoya ku li Şengal pêk anî dubare bike û wiha got: “Erdogan di riya çeteyên DAIŞ’ê ferman bi serê civaka Êzîdî pêk anî bi armanca qirkirina wan. Dewleta tirk dixwaze gelan qir bike, li beramberî van êrîşan em ê ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAIŞ’ê tune bikin. Her wiha ez banga yekîtiyê dikim.”

‘Divê yekîtiyek hebe’

Endama Hêzên Parastina Civakê Melka Xelef balkişand ser yekîtiya gelên herêmê û wiha axivî: “Bi rihê pergala Netewa Demokratîk em ê biserbikevin. Em ereb, kurd, êzîdi, sûryanî û aşûr hemû jî daketina qadan û gefê dewleta tirk bi yek dengî û yek ruhî şermezar kirin. Ji ber gef û êrîşên ku dixwaze pêkbîne bi armanca qirkirina gelan e , li beramberê wê pêwiste îrade û yekîtî hebe.”

‘Divê em rastiya xwe nas bikin’

Hedlê Mihemd jî endama Hêzên Parastina Civakê yê diyar kir ku divê em xwe nas bikin û li hemberî kiryaran baldar bin û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Di civaka xwezayî de parastin ji mafê her zayendekî bû. Ji ber ku parastin, mafekî exlaqî û polîtîk e. Parastina rewa piştî ku çanda civaka xwezayî hat binpêkirin û ji holê hat rakiin, li şûna civaka xwezayî sîstema civaka bavik salarî hat avakirin. Bi avabûna vê civakê re parastina rewa ji holê hat rakirin. Êdî bi navê şer her tişt dan meşandin. Parastina rewa ji mafê her zayendekî ye. Pêwiste em vegerin li ser dîrokê û rastiya xwe nasbikin. Li hemberê kiryarên ku tên meşandin baldar bin û parastina xwe bikin.”

Back to top button