ArşîvGotarwêje

WÊJE Û FELSEFE

WÊJE Û FELSEFE

Wekî tê zanîn, felsefe heskirina zanînê ye, bingeha hemû hebûnan lêkolîn dike û her tişta mirovan eleqeder dike, dibe mijara felsefê û wêjeyê .

Felsefe dayîk û bingeha hemû zanîna ye. Mereqa lêkolînê ye, her însanek xwedî felsefeyekî ya jiyanê ye. Însan bê pirs û bê mereq nikarin gavekê jî biavêjin, pirs û bersiv çavên mirovan vedike, zana dike û digihîne heqîqetê.

Wêje jî pirsgirêkekê digre dest û dixwaze bi mirovan bide naskirin, di heman demê  de ev karê felsefê ye jî. Her wêjevanek xwe dispêre felsefeyekê, ji ber vê yeke, bi awayekî xwezayî her berhema wêjeyî(edebî) jî xwe dispêre felsefeyekê.  Berhemên klasîk, ên romantîk û postmoder, her yekê xwedî felsefeyekê ye.

Wêje û felsefe, di milê ziman û armanc de, girtina dest a mijar û pirsgirêkan de, di milê rêbaz de ji hev cuda dibin. Zimanê wan jî ji hev cuda ye, wêje di milê ziman de, yekser mijara naîne ziman, mecaz û sembolan bikar tîne, lê felsefe lêpirsînê bi mirovan re dide çêkirin.

Wêje dixwaze hesta nepeniyê di xwendevan de çêbike, zewqê bideyê û heyecanê ava bike.  Ji ber vêyekê wêje gelek tiştên xeyalî jî dinivîse, bêguman ev ji bo pêşxistina xeyal û berfirekirina asoya mirov tiştekî gelekî baş e, gelek pirsgirêkên mirov bi rêya helbest, roman, destan, çîrok, şano, film û hwd. radixe ber çav. Her çendî gelek caran wêje xwe dispêre tiştên rast jî, lê hûnandin jî tê de heye, ango gelek caran wêjevan xeyal dike û lehengê xwe bi xwe ava dike. Lê felsefe, xwe dispêre rastiyan, rastiyên heyî lêkolîn û lêhûrbûnê dike.

Lê tevî vê têkiliya gerim a di navbera felsefê û wêjeyê de jî, felsefe û wêje du beşên ji hev cuda ne.

WÊJE Û FELSEFE BÊ HEV NABIN

Em ji bîrnekin, felsefe fikir û raman ava dike, wêje dixemilîne û pêşkêş dike. Wêje felsefê bingeh digire û felsefeya xwe ava dike.

Em dikarin vê bipirsin gelo, felsefe di çi astê de dibe wêje, an jî wêje di çi astê de dibe felsefe?

Wekî tê zanîn, têkiliya wêjeyê bi gelek beşêndin re heye. Wekî erdnîgarî,  dîrok, civaknasî psîkolojî û felsefe.

 Lê me xwest di vê beşê têkiliya wêje ya bi felsefê re bigrin dest. Têkiliya felsefê û wêje ji ber du xalan giringin û  divê bê dest girtin. Bandora felsefê gelekê li ser wêjeyê heye. Heta gelek kesên bi felsefê re mijûldibin, ji wêjeyê bandor bûne.

Felsefa çawa di milê zanistî de, bingeha her tiştî vedike, wêje jî estetîka jiyanê ye, peyvan dixemilîne, hestên nû diafirîne û bedewiyê dike nav,  kilîta dil e, dil û mêjî dike ye.  Kesên felsefezan, ên wekî Arîstoteles, Immanuel Kant û Hegel, bi aliyê rexnegerî û teoriya wêjeyê(edebiyat) de bi bandor bûne.

Wêje mirov dibe cîhanekî cûda, lê ji bo pergala lêpirsîn bike, felsefe dikeve dewrê. Felsefe, têkiliya sîstem û bingeha wê lêkolîn dike û bi wate dike.  Her çendî gelek beşên wêjeyê, nêzî felsefê xwiya nekin jî, lê têkiliya wê bi wêjeyê re heye. Mînaka vê ya sereke jî postmodernizm e, di roja me ya îrode postmodernîzm, tenê ne di wêjeyê de, di felsefê de jî xwe serwerkiriye.

Êdî bûye çandekî jiyanî.

Peyeman Bêrî

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27