Arşîv

Helbestvana ciwan: Pênûsa min, çeka min e

Li nava kolanên Kobanê bajarê şehîdan gelek çîrokên biçûk lê bi wateyên mezin hene, her wekî çîroka Fatme Sîdo ku di encama êşa şehadeta birayê xwe de bi temenê 17 salî dibe helbestvan û hestên xwe radigihîne û dibe nivîskareke pêşerojê.

Fatma Sîdo ya 17 salî keça şehîd Kêfo Sîdo û xwişka şehîd Zinarîn û Firat e, ji gundê Cibilferecê ye ku dikeve rojavayê bajarê Kobanê.

Malbata Fatma Sîdo malbateke welatparêz e û bavê Fatmayê şehîd Kêfo hevaltî bi Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiriye. Malbata wê ji 9 xwişk, 7 bira, dê û bav pêk tê. Lê bav, birayek û xwişkeke wê gihaştine şehadetê. Niha beşeke malbatê li Kobanê û beşa din jî li gundê Cibilferecê dijîn.

Fatma hin agahiyên xwe ser zimanê kurdî hebûn û di 2012’an de piştî Şoreşa Rojava, Saziya Zimanê Kurdî li gundê Derbazinê yê Kobanê vedibe, Fatma li wir fêrî zimanê kurdî dibe.

Çawa dest bi nivîsandina helbestan dike?

Dema ku birayê wê Firat di 2012’qan de li çiyayên azad şehîd dibe, xwişka wê şehîd Zinarîn helbestan li ser êşa xwe dinivîse û ji Fatmayê re dixwîne, ew bi temenê xwe yê 12 salî hêdî hêdî kêfa xwe ji helbestan re tê û ew jî helbestan bi zimanê kurdî dinivîse û xwe bi xwe fêrî nivîsandina helbestan dike.

Piştî demekê xwişka Fatmayê şehîd Zinarîn bi çeka xwe di Newroza 2013’an de tev li refên YPJ`ê dibe û ji Fatmayê re wiha dibêje:”Soz bide min tu yê rêya me bi pênûsa xwe bişopînî.” Wê demê Fatme sê caran dibêje: “Soz, ez ê rêya we bi pênûsa xwe bişopînim”. Piştî wê di 2014’an de xwişka wê  di berxwedana Kobanê de digihîje asta şihadetê. Di 2015 an de jî bavê Fatmê riya keça û kurê xwe dişopîn e û li gundekî Kobanê şehîd dibe.

Malbata Fatmayê tevî zehmetiyên wan ên madî jî bi taybet jî dayik piştgiriyê dide Fatmayê ji bo nivîsandina helbestan û ew hevaltiyê bi pirtûkan re dike û rojeke xwe nikare bê pirtûk û helbest derbas bibe.

Fatma pirtûkxaneyeke biçûk ji bo xwe ku pirtûkên xwe tê de bi cih bike, çêkiriye. Yekemîn helbest ku Fatmê nivîsandî  helbesta “Ez kurd im”.

Fatma wiha dibêje: “Ez herî zêde vê hêzê ji diya xwe digirim û ez ê ta dawiyê bi pênûs û helbestan rêya bav, bira û xwişka xwe bişopînim.ʺ

Nîvsandina pirtûkê

Fatma ji helbestên biçûk hêdî hêdî dibe nivîskara pêşerojê. Fatma pirtûkek li ser jiyana şehîdan bi giştî dinivîsand lê dema ku meta wê Rêvan ya ku pirtûka ” Neviya Eştar” nivîsandiye û ew jî nivîskar e jê re gotiye ji bo jiyana bavê xwe romanekê binivîse ji ber ku bavê wê hevaltî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û demekê bi serok re maye û bi hev re kar kirin e, Fatme pirtûka xwe ya jiyana şehîdan disekîne û dest bi pirtûka bavê xwe dike.

Fatma anî ziman ku di cengê de cengevan û di wêjeyê de wêjevan wekî ku şervanan  çek hildane û şer dikin, divê her nivîskareke pênûsa xwe hilde û navê van şehîdan di dîrokê de binivîse û wiha got: “Ez ê her jiyana şehîdan lêkolîn bikim û bikim pirtûk, min niha di ser jiyana 50 şehîdan re lêkolîn kirine û lêkolîna ku min ser wan kiriye di pirtûkê  de bi cih kiriye. Di şoreşê de çeka min pênûsa min e.”

(ANHA)

Back to top button