Danasîn

Kongra Star

 

Derbarê me:

 

Kongra Star rêxistinek avanî ya konfederal a demokratîk a jinê ye. Giranî dide rêxistinkirin, perwerde û bihêzkirina jin û tekoşîna ji bo wekhevî û azadiya jin di hemû qadên jiyanê. Ew di sala 2005 de di bin navê Yêkitiya Star hate ava kirin. Kongra Star li Rojava, Bakûr û Rojhiatê Sûriyê û li Sûriyê xwe rêxistin dike. Nûnertiyê Kongra Star li Başûrê Kurdistanê, Libnan û li Avrupa heye.

 

Bingeha paradîgmaya Kongra Star demokrasî, ekolojî û azadiya jinê ye. Bi pêşxistina azadiya jinê û feraseta neteweya demokratîk dixwaze Rojavayek azad, Sûriyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk ava bike. Ev tê wê wateyê ku gel bi xwe bi pêşxistina saziyên xweser a xweparastin, aborî, hiqûq, civak, dîplomasî û çandê bêyî ku xwe bispêre hêz û dewletê, dibe netewek. Kongra Star hemberî ferasetê desthilatdar baviksalar, nejadparest, kapîtalîst tekoşîn dike û ji bo civakek wekhev, azad û adalet rêxistin dike.

 

Kongra Star ji komîn, meclîs, akademî, kooperatîf û komîteyan pêk tê. Kongreya giştî du salan carekê pêk tê. Ji hemû qadên xebatê, rêxistin, kom û komîteyan ku Kongra Star jê pêk tê tevlîdibin û  xebatên xwe ya du salan dinirxînin û ji bo pêşerojê biryaran didin. Li vir jî endamên komîteyê û koordînasyona Kongra Star têne hilbijartin.

 

Dema ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Rojava şoreşa jinan dest pê kir, tevgera jinan rola pêşeng lîst. Hemberî hemî şêweyên baviksalarî derdikeve û li dijî siyastên mêtînger, asîmîlasyon, qirker û kapîtalîst şer dike. Kongra Star hemû destkeftiyên jina diparêze û di tekoşîna hemberî DAIŞ û zihniyeta DAIŞ pêşengtî kir û YPJ wek hêza parastina jin dibîne. Bi vê awayî parsatina hevjiyana aştiyane û beşdariya demokratîk bi nûnertiyên etnîkî û olî di jiyana civakî, siyasî û çandî de dike.

 

Civakek exlaqî û polîtîk bi pêşxistina şoreşa zihnî, ku bi perwerdeya li ser esasê Jineolojî tê avakirin. Bi Jineolojiyê re mêtîngeriya zihnî tê derbaskirin, hişmendiya jina azad, jiyana azad û têkoşîna cins tê pêşxistin.

 

 

 

 

 

Hedefên Kongra Star:

 

 

  • Tekoşîna li dijî ferasetên baviksalarî, zayendperestî di hemî warên jiyanê û demokratîkkirina malbatê û guhertina zilam li ser esasê wekheviyê

 

  • Xurtkirina jiyana hevbeş a demokratîk û aştiyane ya komên etnîkî û olî yên cuda li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkoşîna li dijî îdeolojiyên wekî neteweperestî, mezhebperestî an        şovenîzmê

 

  • Li hember qirkirina çandî parastin û zindîkirina çandan.

 

  • Beşdarbûn û parêzvaniya ji bo çareseriya siyasî ya piskirêka Kurd li Sûriyê û mafên wekhev ên jinan di Sûriya demokratîk a pêşerojê de

 

  • Pêkanîna sîstema hevserokatî û beşdarbûna jinan di hemî pêvajoyên biryargirtinê de û di hemî beşên jiyana siyasî û civakî de bi rêxistinbûn û bihêzkirina jinan, di asta bingehîn.

 

  • Tekoşîna hemberî hemî şêweyên şîdeta zayendî bi xurtkirina xweparastina jinan, bilindkirina hişmendî û mekanîzmayên dadmendiya civakî.

 

  • Parastin û pêşxistina mafên zarokan

 

  • Parastina xweza bi avakirina hişmendiya hawîrdora civakî ya li dijî hemû kiryarên wêranker û karanîna xwezayê yên modernîteya kapîtalîst.

 

  • Xurtkirina beşdarbûna jinan di jiyana aborî de, taybet bi pêşxistina projeyên aborî yên xweser û kolektîf
  • Pêşxistina xebatên hevbeş û tifaqên bi rêxistinên jinan di seranserî jiyanê ji bo xurtkirina tekoşîna hevbeş.

 

 

Komîteyên Me:

 

Ji bo pêkanîna armancên xwe, 12 komîteyên Kongra Star hene ku li ser beşên cuda ya xebatê disekinin. Di hemî komîteyan de, kar û projeyên cihêreng ên xweser têne pêşxistin.

 

Komîte:

 

Komîteya Perwerde û Akademiyan

Komîteya  Cikavî

Komîteya  Siyasî

Komîteya Têkelî û Tifaqên Demokratik

Komîteya Parastina Cewherî

Komîteya Hiquq û Dadê

Komîteya Aboriya Komunal

Komîteya Darayî

Komîteya Çand û Hûner

Komîteya Çapemeniyê

Komîteya Tenderûstî

Komîteya Ekolojî

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27