Arşîv

‘Hêzên dagirker ji jinên birêxistinkirî ditirsin, lewre êrîş dikin‘

Jinên taxa Şêxmeqsûd destnîşan kir ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên der heqê jinan de, asta bêexlaqiya wan nîşan dide û tekez kir ku Tirkiye û çeteyên wê ji jinên birêxistinkirî û azad ditirsin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di êrîşên xwe yên li ser Efrînê de asta hovîtî û bêexlaqiya xwe nîşan da. Nîşaneya vê yekê destdirêjiya li ser cenazeyê şervana jin a ku teslîmiyet qebûl nekir bû. Piştî dagirkirinê jî heman kiryar ji kuştin, revandin, dizî, talankirin û wêrankirinê dimeşînin. Yên ku herî zêde para xwe ji binpêkirinan girt, jin in ku rastî revandin, tecawiz û kuştinê tên.

Li ser mijarê jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê dibêjin çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi van nêzîkatiyên xwe asta bêexlaqiya xwe diyar dikin.

Endama Buroya Jinan a MSD‘ê Meyasa Tecî ya ku bi eslê xwe Tirkmen e, diyar kir ku siyaseta Erdogan êdî ji her kesî re aşkera bûye ku dixwaze rola jinan a pêşeng tune bike.

Meysa destnîşan kir ku nêzîkatiyên bi vî rengî berhemên zîhniyeta paşverû ya dewleta Tirk e ku îradeya gelan armanc dike. Meysa Tecî tekez kir ku wan wek jin wateya azadiyê nas kiriye û tu carî ji daxwazan paşde naçin, heta binpêkirin werin rawestandin.

Rêvebera Kongreya Star Sîham Bîlal ji aliyê xwe ve anî ziman ku hikumeta AKP‘ê dizane ku dê jin li hemberî pergalên desthilatdar û kapîtalîzmê serî hildin, lewre êrîşî jinan dikin û van direvînin û îşkenceyê lê dikin.

Sîham bang li rêxistinên mirovî û saziyên peywendîdar kir ku li hemberî binpêkirinên li dijî jinan destwerdanê bikin.

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Esmehan Şêxo diyar kir ku kiryarên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê berdewama binpêkirinên çeteyên DAIŞ‘ê yên li hemberî jinên Bakurê Sûriyeyê ne û got çeteyên DAIŞ‘ê li herêmên ku dagir kiribûn li hemberî jinan her cure tundî û îşkencekirin da meşandin û li bazaran jin dane firotin.

Esmehan Şêxo di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew piştgiriya jinên Efrînê dikin û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dê teşhîr bikin.

 

(ANHA)

 

Back to top button