Arşîv

Divê Jinên Ducanî Hay Ji Çi Hebin?

Gelek jin ji ber rewşên ne xwezayî rastî pirsgirêkên tenduristî tên, derbarê xalên ku jinên ducanî hişyar dîqet bikin de Bijîşk Emel Ehmed agahî da û got, “Divê jinên ducanî bi displîn tevbigerin, haj ji tevgerê xwe hebin û her wiha li hember xwarin û razanê bi baldar bin.”

Ji ber rewşên ne xwezayî û şer gelek jin li Rojava bi baldarî tevnagerin. Ev yek jî dibe sedema xeteriyên jiyanê, bi taybet jinên ducanî. Bijîşka pispor a bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê Emel Ehmed agahî derbarê parastinê de da û got: Ji ber jin di pêvajoyê xwe ê ducanî de laşê wê gelek hesas dibe, her cure nexweşî û mîkrobê digre. Ji bo ku rewşê nexweşî giran nebe divê jinên ducanî bi baldarbin û her heyvê carek di qontrola bijîşkê xwe re derbas bibe.”

‘Bi taybet divê jin di hersê mehên despêkê bi baldar bin’

Emel da zanîn ku jinên ducanî di hersê mehên despêkê rastî pirsgirêkên tenduristî tên û wiha got: “Di hersê mehên despêkê de jinên ducanî vedirişin û serhişê xwe ve diçin. Ji bo tenduristî divê jin bi baldar bibe û haj ji xwe hebe ku zarok ji ber neçe. Ji bo can vîtamîn pêşwazî bike divê bi taybet fêkî bixwin.”

‘Jin divê li hember tevger, xwarin û razan hişyar be’

Emel wiha domkir: “Piştî sê mehan divê dayîkên ducanî li hember xwarin, tevger û razanê bi baldar bin û wiha pêde çû: “Piştî sê mehan êdî tevgerê zarok despêdike, eger jin heya piştî sê heyvan rastî nexweşî û buyerên cuda neyê ew ê zarok bi aweyek tendursit mezin bibe. Lê eger bi baldarî neyê tevgerkirin, mîkrob dê weke veyrosê di laş de xwe belav bike, ev yek bi demê re dibe îltîhab û jiyana zarok û dayîk bi xwe re dixe nava tehlûkeyê de.”

‘Dermanên xwezayî bikar bînin’

Emel riya parastina ji îltîhaban wiha vegot: “Li dijî îltîhaban divê dayîk dermanên xwezayî bikar bînin. Giyayên zencefîl, anason û hwd. dikare bikarbîne û pêşî li îltîhaba zêde bigre. Her wiha bextenûs û nane jî feydeyê wê gelekin. Jinên ducanî divê ji dermanên kimyawî û xwarinên bi hormon dûr bikevin. Ji îltîhabê nexweşiyên taybet pêk tê. Ji ber vê divê jin di mehê dawî de berî zayînê xwe nîşanî bijîşkê xwe bike.”

Ebîr Ehemad

 

Back to top button