ÇalakîNûçe

herêma firatê ,bi durulmeya jin jiyan azadş daketin qadan û gotin heya ku hesab ji kujeran neyê xwestin emê têkoşîna xwe bidomînin

ji bo şermezarkirina 10 emîn salvegera komkujiya Parîsê îroj şêniyên herêma firatê bi sedan daketin qadan û komkujî şermezar kirin

BI DURIŞMEYA JIN JIYAN AZADÎ gelên herêma firatê şehgîd Sakîne û rê hevalên wê bibîranîn

Kongra star ya herêma firatê bi  10 emin salvegera Şehîd Sakîne û rê hevalên wê  îroj Duşem dîroka 9ê çile,2023 an de meşeke girseyî li qada jina azad heyanî bi qada aşîtiyê çûn, meş bi hezaran  şêniyên herêma firatê tevlî bûn kesên ku tevlî meşê bûn ji hemî saziyên rêveberiya xweser û yên demokratîk weke, saziya malbatên şehîdan ,kongra star, tevgera civaka demokratîk Pydê , û tev-Dem, jinên ciwan, desteya jin , hêza cewherî,hîlala zîrîn  , rêverberiyên meclis û navçeyan û serok  bi sedan tevlî meş bûn, kesên ku tevlî meşê bûn di destên wande alên Rêbertî, alên Kongra Star ,û wêneyên şehîdên komkujiya parîsê bilind kiribûn û her wiha fÎlêksên ku di bin dûrişmeya ,BI RIHÊ SAKÎNE Û EVÎNAN EM Ê HESAB JI KUJERAN BIPIRSIN ,û bi silûganên jin jiyan azadî ,şehîd namirin ,bijî berxwedana îmralî, bijî serok A.p.o, bijî berxwedana gêrîla piştî ku çalakvan gihiştin qada Aşîtiyê deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangûriyên azadiyê û şehîdên heyva çile rawestiyan û piştre li ser nave endama kordînasyûna Kongra Star ya herêma firatê ji aliyê Zozan Bekir ve axaftin hate kirin.

Zozan di aaftina xwe de îşaret bi qehremanî û kesayeta şehîd Sakîne û rê hevalên wê kir, em tevahî şehîdên doza jin her wiha tevahî şehîdên doza azadiyê em bi bîrtînin û bi rêzdarî em bejna xwe li ber wan ditewînin û em dibêjin hers,hebûn û îradeya vî gelî, ev sekna ku niha li ware berxwedanê li kobanê derketiye pêşe careke din bersiva kûjeran bersiva dagirkeran û herkesê ku gotî emê hêza jin bişkînin emê îradeya gel bişkînin emê gelê kurd tune bikin û ji hole rakin bi komkujiyan bi qetilaman bi êrîşên rojane ku bi ser gelê meda tê lê  vaye careke dine li seranserî dinyayê kurd û dostên kurdan îroj li qadanin îroj li qadên têkûşînêne îroj careke din bersivê didin  kûjeran û dibêjin wê tu carî xwîna  rê hevalên şehîd hevalên ku tekûşîn bi salan dane meşandin kesayetekî wekî heval Sakîne şehîd sakîne ku birastî ku jinên kurdistanê û jinên tevahî dunyayê ku careke dine koletiy ku bi hezare salane ku  careke dinê li ser civakê û jin hatiye meşandin careke din ew rih di nava jinan da bi fikirê  ,felsefeya, tekûşîna xwe û bi îradeya xwe ji tevahî cîhanê re ew fikir û ew felsefe û ew zanist kire xizmeta tevahî jinan kire xizmeta tevahî civakê.herwiha Zozan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, şehîd Sakîne yek ji rê hevalê Rêber Apo yê ku bi salane tekûşînê di îmraliyê de dide meşandine wê jî heyanî nefesa xwe ya dawî ji vî gelî re got bi îradeya xwe emê bi hêza xwe,  bi hebûna xwe û bi tekûşîna xwe bi ser bikevin wê ticarî ev tekûşîn bibin nekevê ji xwe hercar ji dagirkeranre va îsbat bû 2014 an de ku çawa terora  cîhanê ku di kobanê de bibin ket ew bersiv bû ji  dagirkeran çawa ku li çiyayên azad faşîzma tirk bibin dikevê ew careke din bersive ji dagirkeran çawa ku li tevahî cîhanê jin li qadanin gel li qadane, û duruşmeyên jin jiyan azadî diqîrin îroj careke din dagirkeriya wan bibin dikevêye , hebûna jin îradeya jin fikir û felsefeya jin ku ji mîrateya  heval saraye îroj  ew tekûşîna didome li ser daxwaza ku heyanî hesab ji kujeran were xwestin jî wê  ev  tekoşîn bidome ,her wiha Zozan wiha axaftina xwe ber bi dawî kir , bi taybet ji bo jinan  pêwîste helwesta me ewbe ku heyanî kujerên komkujiya parîsê aşkere nebin emê her di nav şer û têkoşînê de bin û emê li qadan bin û hesab ji kûjeran bixwezin û emê bêjin dem dema azadîye dem dema wekhevî ye îroj pirojeya netewa demokratîk ya ku bi pêşengiya Rêberê mirovahiyê li Bakur û Rojhilatî Surî ku dikeve meriyetê de ew piroja herî raste ji boyî Rojhilata Navîn ,em li ser riya heqîne em li ser riya rastin em xwedî axin em xwedî dîrokin em xwedî mafin tu kes nikare me ji axa me dûr bixê me ji nasnameya me û ji axa me dûrbixê emê herdem tekûşîna xwe bidûmînin û emê şopdarê rê hevala Sakîne û rêhevalên wê bin ta ku tevahî jin bighêjin maf, nasname û bi felsefeya xwe werin naskiri,Zozan axaftina xwe wiha bi duruşmeya,berxwedan jiyane ,jin jiyan azadî,  şehîd namirin , meş bi dawî bû.

 

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27