GotarNûçeSlide

Diyalektîka hebûn û hegemoniyê: Şoreşa 19’ê Tîrmehê wekî ontolojiya azadiya jinê li hemberî navendbûnê

Nivîskar: Amna Xidro – Endama Kongra Star

Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de, ji bajarê Kobanê ve pêtên şoreşekê geş bûn ku ne tenê serhildanek li dijî rejîmeke zordar an jî nerazîbûnek li hemberî rastiyekê bû, belkî jidayikbûna felsefeyeke gerdûnî bû ku di nav xwe de rêbazeke nû ya hebûn, berxwedan û avakirinê hildigirt. Ev “Rêya Sêyemîn” bû ku du-alîbûna di navbera desthilatdariya zalim û alozî û şerê çekdarî de red kir û rêyeke sêyemîn hilbijart ku xwe dispêre rêxistinkirina civakê û rêveberiya xweser. Bi vê yekê bû bûyereke dîrokî û hizrî ku sînorên erdnîgariyê derbas kir û xwe gihand kûrahiya têkoşîna mirovahiyê ya di navbera azadî û hegemoniyê de.

Wergirtina vîzyona rêber Abdullah Ocalan ji bo vê şoreşê, ne tenê pejirandina nêrînên siyasî bû, belkî tekoşîna felsefeya “Neteweya Demokratîk” bû ku di kûrahiya xwe de teoriya klasîk a dewlet-netewe derbas kir û modelek exlaqî-siyasî pêşkêş kir ku xwe dispêre horizontalbûna civakî û rêveberiya xweser. Rêber Ocalan giyan û nirxa zanistî da vê şoreşê û ew ji tevgereke azadiyê ya herêmî veguherand projeyeke mirovahî ku armanc dike mentiqê dewleta navendî, zilam-serwer û zordar pûç bike, û mafê gelan di avakirina hebûna xwe ya siyasî de li derveyî wesayetiya navendê daye wan.

Di dilê vê şoreşa felsefî de, jin wekî aktorê sereke, armanc û mebestê derdikeve pêş. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê şoreşeke siyasî bû, şoreşeke hebûnî bû ku modela baviksalarî ya ku bi dehan salan marjînalbûn û zilm dubare dikir, şikand. Jinê ji kêliya ewil ve qurbanên mezin dan, ji malên xwe derketin û li hemberî makîneya terorê ya ku di çeteyên DAIŞ’ê de di şerê Kobanê yê 2014’an de xuya bû, rawestiyan. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bûn stûna sereke ya berxwedanê û destanên kêmwêne di dîroka leşkerî û têkoşînê de nivîsandin. Wan ne tenê ji bo axê, lê ji bo rûmeta jinê ya mirovahî li hemberî zihniyeta koletî û cariyetiyê şer kirin.

Her wiha, jinan destkeftiyên awarte bi dest xistin ku kursiyên parlamentoyê derbas kirin û gihîştin kûrahiya avahiya civakî. Sîstema Rêveberiya Xweser li ser prensîba Hevserokatiyê di navbera jin û mêr de di hemû meclîs û saziyan de hat avakirin. Kongra Star wekî sîwana rêxistinî û hizrî ya têkoşîna jinê hat damezrandin. Jin bû dadger, mamoste, şervan û rêxistinker; tabûyên civakî yên ku bi nifşan hişmendiya wê sînordar dikirin, şikandin û modelek civakî ya pirreng ava kirin ku azadiya jinê wekî pîvana sereke ya demokratîkbûna civakê dibîne.

Lê belê, ev projeya azadîxwaz a bi rûmet, rû bi rûyê astengiyên giran ên civakî û navneteweyî maye û dimîne. Li ser asta navneteweyî, rejîmên şovenîst û hêzên emperyalîst nexwestin ku tîrêjên azadiyê li dilê Rojhilata Navîn geş bibin. Dewleta Tirk ji destpêkê ve hemû amûrên xwe yên leşkerî û siyasî ji bo derbkirina vê tecrubeyê bikar anî, bi rêya piştgiriya rêxistinên radîkal û dagirkirina rasterast a herêmên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, hewl da vê modelê tune bike. Li ser asta civakî jî, diviya şoreşê şaneyên civakî yên ku bi dehan salan bi zilm û parçekirinê hatibûn têkbirin, ji nû ve ava bike.

Tevî hemû astengiyan, Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi ser ket, ji ber ku ne tenê helwesteke siyasî bû, belkî veguherî çandeke jiyanê û hişmendiyeke komî. Ew di naveroka xwe de bangek e ji bo nûkirina peymana civakî li Rojhilata Navîn û çavkaniyeke îlhamê ji bo hemû gelên li pey rûmeta xwe digerin.

 

Related Articles

Back to top button