DaxuyanîNûçe

Meclisa Kongra Star Komploya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan hate kirin, bi daxuyaniyekê şermezar kir

Meclisa Kongra Star 24 emîn salvegera komploya li ser Rêber APO şermezar kir û got dem dema azadiya wî a fîzîkî ya Rêbertî ye

  • bi hatina roja reş a 15ê sibatê ku 24 sali di ser xwere borand  , meclisa kongra star bi daxuyaniyekê ev roj şermezar û lanet kir , herwiha wiha di daxuyaniyê de behsa siyasetên qirêj ê ku gel û Rêbertiya me pêre rû bi rû ye  lê wê bi saya keda Rêber Ocalan û hevaltiya jin a ku wê nehêle agirgeha li dora rêberê wan vemire ewê asta têkoşînê bilind bikin û wê hemî cureyê komployan vala derxînin,daxuyanî wiha bû
  • Di salvegera bîst û çaremîn a komploya navnetewî de ,ku di encama pîlaneke qirêj de di/15/Sibatê de Rêber APO  dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin û hîn jî siyaseta qirkirinê û tunekirinê berdewame di kesayeta Rêber APO de bi hemû cureyên îşkenceya tecrîda  girankirî di zindana Îmrali de;dewletên komploger pîlan kirin ku sîstema hegemanîk li Rojhelata Navîn berdewam bike hemû hêza xwe xistin dewrê de ku pirojeya Rojhelata Navîn ya mezin pêkbînin li dijî pirojeya netewa demiqiratîk ya Rêber APO pêşkêş kirî da ku serweriya xwe ferzî ser Herêmê bikin ;ji ber vê siyasetê hemû gelên herêmê dikin qurban û hevsengiya xwazayê û gerdonê tevlîhev dikin  da ku serwerî û bercewendiyên xwe biparêzin û temenê sîstemên xwe bi şerê qirêj bê exlaqî hîn jî berdewam dike şerê Leşkerî û Aborî û Piskolojî û Biyolojî ve da ku guhartina demigrafîk ya gelên herêma Mezopotamiye yê çêbike .Lê tevî hemû pîlanên dewleta Tirk jî û ewqas êrş jî û tevî binpêkirina zagonên mafên mirovan ku Rêber APO temenê xwe yê /73/ derbaskirî jî û qutbûna ji mafên rewa yê dîlgirtî jî ji derve qut bû ;ku mafekî xwazayî yê mirovane li beranberî  bêdengiya civaka navnetewî jî lê ev komplo têk çû bi berxwedaniya bê hempa ya afrînerê hevjiyana azad Rêber APO di zindana Îmrali de ,berxwedaniya ku dengvedaye li seranserî Rojhelata Navîn û cîhanê , bi fikir û felsefeya pirojeya netewa demiqiratîk ku îro bûye riya çareseriya hemû pirsgirêkên civakê û misogerkirina mafên hemû gelan li ser bingeha biratiyê û azadiyê û demiqrasiyê .

Meclisa Kongra Star di dawiya daxuyaniya xwede ji dewletên navneteweyî daxwaz kir ku zextê li ser dewleta tirk bikin daku rê bidin parêzerên Rêber APO ,ji ber ku ev 23ê mehin ji wî tu agahî nayê girtin ew bi gumanin

  •    Em bi navê meclîsa Kongira Star komploya navnetewî bi tundî şermezar dikin û bangawaziya me ji cvaka navnetewî û hemû sazî rêxistinên mafên mirovan re heye bi teybetî jî ji komîteya CPT re da ku bi erk û berpirsariya xwe ya mirovahî û exlaqî rabin û zextê bidin ser dewleta Tirk ku  bi aweyekî lezgîn parêzer biçine girtîgeha Îmrali û agahiyan di derbarê rewşa Rêber APO de zelal bikin ku ev /23/mehin tu agahî jê nayên girtin em bi gumanin û metirsînê jiyan dikin  bi teybetî jî piştî vê erdhêjê.
  • Bangawaziya me ji gelê me û hemû gelên herêmê û cîhan û hemû kesên demokrat û yên daxwaziya azadî û aştiyê dikin ku xwedî li Rêber APO derkevin da ku sîstema tecrîdê bişkînin bi bilind kirina asta tekoşîna xwe û azadiya rêber APO misgmoger bikin;ji ber ku dem dema azadiya Rêber APO ye .
  • Di dewiyê em sersaxiyê ji gelên me û ji malbat qurbaniyên vê erdhêjê de dixwazin
  • BÊ SEROK JIYAN NABE
  • Meclîsa Kongra Star

15/2/2023

Back to top button