
Di 25 ê meha 6.2024 an de, Komîteya Perwerdê a Kongra Star li Helebê, li Akademiya Şehîd Hêzal Rizgar a girêdayî navenda Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd dewreyeke perwerdê ji endamên meclisa perwerdeyê re ji aliyê Komîteya Perwerdeyê ve vekir.
Berî ku dest bi perwerdê bibe bi deqeyekê rêzgirtin li ser giyanê şehîdan sekinîn.
Waneyên ku beşdaran wergirtin wihabûn:
Dersa Yekem: Civaka Xwezayî
Dersa Duyemîn: Rastiya serokatî
Dersa Sêyem: Dîroka Kurdistanê
Dersa Çaran: Cinsîyetperestî
Dersa Pêncemîn: Hevjiyana azad
Dersa Şeş: Dîroka Jin
Dersa Heftem: Neteweya Demokratîk
Dersa Heştan: jineonolojî
Dersa Neh: Şerê Gelê şoreşgerî û Stratejiya Çaremîn.
Her wiha Mûna di derbarê perwerdeyê de axifî û wiha di destpêka axaftina xwe de got. ev dewre li ser navê şehîdên Helencê hatiye vekirin û di berdewamiya axaftinên xwe de ev şehîdan û têkoşîna wan a şoreşgerî bi bîr anî, yên ku gihiştine asta şehadetê da ku em di nava jiyaneke wekhev, bi çanda exlaqî, siyasî , Civaka ekolojîk , demokratîk ve bijîn. bi kesayetên van şehîdan û bi vîna xwe ya azad heta serkeftinê wê têkoşîna me bidome.
Mûna destnîşan kir. Ku Armanca vekirina vê kursê ji endamên meclisa perwerdê re bilindkirina asta zanyarî ya meclisa perwerdê a jin e, da ku di warê bîrdozî û pratîkî de bighêjin asta pêwîst , ji bo bi hêz kirina komîtê ye.
Perwerde bi şahiyekê bi dawî bû..




