
Di 23.07.2024`an de Komîteya Perwerdê ya Kongra Star a bajarê Hesekê dewreyeke perwerdeyê ya vekirî li navenda Kongra Star li taxa Nasra a bajarê Hesekê hat vekirin.
Jinên ku beşdarî dewreya perwerdê bûn waneyên bingehîn firî û birdozî dîtin,waneyên ku dîtin ev in:
Girîngiya perwerdeyê,Civaka xwezayî,Cinsîyetperestî, Hestên polîtîk,Hevjiyana azad,Dîroka jinê,Ruhê hevaltiyê,Rexne û xwe rexnekirin,Uslub-xîtabet,Peymana Kongra Star.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê li rihê şehîdan dest pê kir
Rêvebera komîteya perwerdeyê “Cenk Şêxo” di destpêkê de bixêrhatina her kesî kir, piştre fedekariya şehîdan a bêhempa ji bo jiyaneke bi rûmet û azad bi bîr anî
Cenk anî ziman ku ev dewre li ser navê şehîdên meha Tîrmehê hatibû vekirin û di axaftina xwe de şehîdên meha Tîrmrhê tevahî şehîdên azadiyê û têkoşîna wan a şoreşgerî bi bîr anî, ku ji bo em jiyaneke bi azad,û bi coş, bi beşdariya xwe xwe bigihînin asta ku bibin bersiva van şehadetan p,diviya bi xwe guhertin ] veguhertin, heye p,diviya bi xwe perwerde kirinê heye .
Genk wiha dewam kir, “Armanca vê dewreyê xurtkirina vîna jinê ye, ji ber ku em dibînin ku di jin herdem bi êrîşên giran re rû birû ye
Piştre jî ji aliyê endama rêvebir a Kongra Star li bajarê Hesekê “Helebçe Ebdo” axaftinek hat kirin û got, divê her jinek xwedî îrade, xwedî fikir û felsefe be. Armanca vê dewrê xurtkirina ramanên jinan e, ji ber ku jin îro gihiştiye asta ku dikare cihê xwe di her qadên jiyanê de bigre lewma jî herdem dibe armanca êrîşan.
Li gel wan, rêveberiya Kongra Star a akantona Hesekê “Nahid Silêman” axivî û pêşwaziya her kesî kir, piştre jî bal kişand ser armancên dewreyên perwerdê, ku jin xwenaskirin û leşkerî kirin gihandina asta xwe rêvebirinê û ev hemû jî bi saya fikir û felsefeya rêbertiyê ye ku mafê her tiştî daye jinan.Lewra ji bo jin xwedî li vî nirxî derkevin ewê her dem xwe perwerde bikin û kesayeta xwe ava bikin .
perwerde bi şahiyekê bi dawî bû.




