NûçeSlideTenderûstî

Perwerdeya Alîkariya Pêṣîn a bi Navê Şehîd Dilşîr Heleb bi Dawî Bû

Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi gaveke ku giyanê berpirsiyariya civakî û pabendbûna ciwanan bi mijarên tenduristî û hişyariyê nîşan dide, piştî 20 rojan perwerdeya teorîk û pratîkî ya dijwar, bi beşdariya 15 keç û xort ji herêmên cûda, perwerdeya alîkariya pêşîn a bi navê şehîd Dilşîr Heleb bi dawî kir.

Ev perwerde di 9’ê Tebaxa 2025’an de destpêkir.
Perwerde ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û bi çavdêriya Heyva Sor ve hate birêvebirin.
Armanca wê ew bû ku şiyanên ciwanan û lîstina rol û insiyatîfa wan  bi rewşên awarte de pêş bixe û wan di warê  zanîna bijîşkî ya bingehîn ku alîkariya parastina civakê bike li pêş bixe.
Bernameya perwerdeyê ji gelek mijaran pêk dihat, yên herî balkêş evin:

1.Alîkariya pêşîn, taybetmendiyên bijîjkî û çawaniya tevgerînê di dema qezayan û birîndaran de.
2. Jehrbûn û pêvedan: Cure, rêbazên pêşîlêgirtinê û rêbazên dermankirinê.

3.Birîn, şewitandin, û şikestin: pêşkêşkirina agahiyên teorîk û sepandina pratîkî .
4. Vejandina dil û nefesê: Ji hêla Heyva Sor ve hat çavdêrîkirin, da ku fêr bibin çawa jiyana birîndarek xilas bikin. .

5. Bilindkirina hişmendiyê li ser xetereyên madeyên hişber: çareserkirina zirarên wan ên psîkolojîk û civakî û bandora wan a wêranker li ser ciwanan, di heman demê de  hate tekez kirin ku zanebûn û xwe ji vê diyardeyê parastin tê wateya berxwedaniyê û serî li hemberî wê rakirinê.

6. Zewaca temenê biçûk: Gotûbêjek li ser bandorên wê yên psîkolojîk, aborî û civakî li ser keç û xortan.
7. Dermanên xwezayî û dermanên giyayî: wek zencefîl, darçîn, qerenfîl,
pelên defneyê (xar)Hwd.

8.Cureyên derzî lêdanê: intramuskuler, intravenoz û binçerm, bi ravekirina çawaniya dayîna dermanan û çawaniya çareserkirina reaksiyonên alerjîk.

Di dawiya perwerdeyê de, beşdaran li ser hemû mijarên ku fêr bibûn testeke berfireh kirin û encamê fêrbûnê bilind bûn.
Beşdarvanên dewreya perwerdê a Şehîd Dilşêr Heleb, kêfxweşiya xwe û sûdwergirtina xwe ya mezin anîn ziman û biryardariya xwe ya veguheztina vê zanînê ji malbat û civakên xwe dan diyar kirin.

Herwiha perwerde bi şahiyeke taybet a derçûnê de ku tê da malbat û organîzator beşdar bûn, di nav atmosfereke serbilindî bi dawî bû.

Ev Perwerde beşek ji keda Tevgera Ciwanên Şoreşger tê ji bo avakirina nifşekî haydar , zana û jêhatî ku bikaribe bi hêza çareser pirsgirêkên tenduristî û civakî pêşwazî bike, zanînê veguherîne çalakiyek kolektîf ku hevgirtina civakê xurt bike .

Related Articles

Back to top button