DaxuyanîNûçeSlide

Jin Tên Revandin û Civak Bêdeng Dimîne Kongra Star Bi Daxuyaniyekê Banga Rawestandina Binpêkirinên Li Bijî Jinên Li Sûriyeyê Dike.

Di nava bêewlehî û bêîstîqrariya berdewam a li Sûriyê, û bi binpêkirinên di bin sîwana hikûmeta veguhêz ên li dijî sivîlan pêk tên her ku diçe zêdetir dibin, rêjeya sûcên ku bi taybetî jinan hedef digirin di nav de revandin, tecawiz û windakirina bi darê zorê ,zêde dibe. Ev rastiya bi êş a ku herêm pê re rû bi rû ma ye û nîşan dide ku tehdît li ser tevna civakî û mafên bingehîn ên jinên Sûriyê dike.

Di vê çarçoveyê de, Kongra Star îro, 14’ê Îlona 22025’an de daxuyaniyek da .
Di daxuyaniyê de revandina Heyfa Adal Teyar hate şermezarkirin , ku dema ew ji bo serdana malbata xwe ji bajarê Kobanî ber bi bajarê Helebê ve diçû, ji nuqteyeke kontrolê ya girêdayî Ewlekariya Giştî li herêma Dêr Hafer derbas dibû, qewimî.


Di dayîna daxuyaniyê de endamên sazî, meclis, partî û jinên taxê beşdar bûn.
Daxuyanî di saet 3:30ê piştî nîvro li ber hola civînê ya 8ê Adarê a li taxa Şêx Meqsûd a rojava hate dayîn.
Daxuyanî ji aliyê Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehmiya Hemo ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha bû

Jin di pêşîgirtina li pevçûnan û avakirina aştiyê de roleke bingehîn dilîzin, lê li gelek taxan jiyana wan di xetereyê de ye, nemaze li erdnîgariya Sûriyeyê, ku ji ber siyaseta desthilatdariya serdest, ku jinan tenê ji perspektîfeke kêmas dibîne û bi her awayî hewl dide ku tirsê di nav jinan de biçîne da ku wan ji beşdarbûna di jiyana pratîkî û siyasî de asteng bike, rewşeke tevliheviyê dijî.
bi riya rêbazên zextê li ser jin û keçan, nemaze bi rêya hewildanên tecawiz û revandinê

Bûyera herî dawî tecawiza keçekê ji herêma Selhebê bû, her wiha revandina keça bi navê Heyfa Adal Teyar ji bajarê Kobanê bû, dema ku ew ji xala kontrolê ya Ewlekariya Giştî li Dêr Hafer derbas dibe û ber bi Helebê ve diçe da ku serdana malbat û xizmên xwe bike.
Ev sûc tenê ya herî dawî ye di rêze sûcên ku van çeteyan li dijî jinên Sûriyeyê li Siwêdayê, peravên Sûriyeyê û deverên din ên di bin kontrola wan de kirine.
Em wekî Tevgera Kongra Star a Helebê, van sûcan û hemû cureyên tundûtûjî û binpêkirinên li dijî jinan li seranserê Sûriyeyê bi tundî şermezar û mehkûm dikin. Em civaka navneteweyî û hikûmeta demkî ya heyî ji van sûcan berpirsyar dibînin. Em daxwaza bidawîanîna van sûcan, hesabpirsîna sûcdaran û serbestberdana lezgîn a hemû jinên hatine revandin û bi zorê windabûyî dikin.
Jinên Sûrî ruhê demokratîk û parêzvanên aştiyê ne. Em ê bibin dengê jinan li dijî neheqî û zordariyê, û em ê dengê xwe li dijî hemû kesên ku li dijî jinan derdikevin û li pêşiya veguherîna wan bo welatekî demokratîk, pir mezhebî û pir pêkhateyî li Sûriyê radiwestin, bikin yek.
Jin , jiyan û hêvî ye… ji ber vê yekê jiyanê nekujin.
.

Di dawiyê de jî , Kongra Star tekez kir ku têkoşîn û berxwedana li hember van binpêkirinan dê berdewam bike, û israrkirina li ser avakirina Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî tekane rê ye ji bo misogerkirina ewlehî û aramiya gelê wê, da ku jin bikaribin rola xwe ya tevahî di avakirina aştî û edaletê de bilîzin

Related Articles

Back to top button