
Şandeya Jinan a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji Hevseroka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, Berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yûsif, Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û Rêvebera Yekitiya Jinên Suryan Jorjêt Bersûm pêkt ê, li bajarê Unterterzen ê Swîsreyê bi jinên Suryan re li Mala Jiyanê ya Jinan hevdîtin kir.
Jinên Suryanî ku Şandeya Jinan a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşwazî kir, têkildarî Mala Jiyanê ya Jinan agahî dan. Bi navê şandeyê hevseroka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer axivî û li ser armanca serdana Ewropayê û hevdîtinên xwe agahî da.
Rêveberên Yekitiya Jinan a Suryanî jî diyar kir ku ew parçeyek ji Sûriyeyê ne û li Ewropayê timî karê dîplomasiyê dimeşînin, şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo her kesî şansekî girîng e û modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin li tevahiya Sûriyeyê bê pêkanîn.
Ev hevdîtin di çarçoveya tûra dîplomasî û Ewropî ya ku Şandeya Jinan a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 6ˊê Îlonê daye destpêkirin de pêk tê.




