GotarNûçeSlide

Di Dîroka Sûriyê de Rola Jin a Siyasî û Çandî

Aminê Xidro :Di Dîroka Sûriyê de Rola Jin di Warê Siyasî û Çandî ,Ji Marjînalîzekirinê Ber bi Pêşengiya Projeya Neteweya Demokratîk

Pêşgotin

Dîroka Sûriyeyê şahidiya hebûneke jinan a berbiçav kiriye, hem di têkoşîna neteweyî de û hem jî di çalakiya çandî û civakî de.
Ji destpêka sedsala bîstan ve, kesayetiyên navdar derketine holê, wek Nazik el-Abid, ku bi beşdariya xwe di berxwedana li dijî dagirkeriya Fransayê û damezrandina komeleyên jinan ên neteweyî tê nasîn; Marî Acemî, ku yekem kovara jinan li Sûriyeyê damezrand û beşdarî zêdekirina hişmendiya çandî ya jinan bû; û Thuraya el-Hafiz, ku ket nav siyasetê û komên jinan bi perspektîfeke azadîxwaz ava kir. Ev mînakên destpêkê hewldanên jinan ji bo entegrekirina jiyana giştî nîşan didin û piştrast dikin ku rola jinan li Sûriyeyê qet tune bû, lê belê ji hêla polîtîkayên dewleta navendî û rejîmên wê yên otorîter ve hate marjînalîzekirin.
Lêbelê, veguherîna ji serdema dagirkeriyê ber bi avakirina dewleta Sûriyeyê ya nûjen ve berdewamiya vê pêşengiya jinan negirte  garantiyê. Ji salên 1960an û vir ve, rejîma Baasê mijara jinan ji bo armancên propagandayê bikar aniye, di heman demê de avahiyên yasayî û sazûmanî yên ku cudakariya zayendî hilberînin diparêze. Ev yek di beşdariya jinan de ku bi rêxistinên girêdayî partî an Yekîtiya Giştî ya Jinan ve sînordar bû, diyar bû, ku ne cihên azad lê amûrên kontrola siyasî bûn. Bi vî awayî, jin ji mafên xwe hatin bêparkirin, ji pozîsyonên biryargirtinê yên bi bandor hatin dûrxistin û di warên çand û siyasetê de hatin marjînalîzekirin. Tevî dirûşmeyên wekheviya fermî, ew tenê bi çend karan ve sînordar man.
Di bin desthilatdariya rejîmên neteweperest, nemaze Partiya Baasê de, jinên Sûrî paradoksek eşkere jiyan kirin:
Qanûnên neheq: Qanûnên rewşa kesane desthilatdariya baviksalar destnîşan kirin  ku xweserbûna jinan di mijarên zewac, hevberdanê û mîratê de nehat nas kirin.

Dûrxistina siyasî:Beşdarbûna jinan bi parlementoyek sexte an rêxistinên girêdayî partîyê ve sînordar bû, bê desthilatdariya rastîn. Çandeke ducarî ya dûrxistinê: Jin ne tenê ji ber sîstema baviksalar a kevneşopî, lê di heman demê de ji ber kiryarên neteweperest a ku pirrengiya çandî (kurd, suryanî, aşûrî û hwd.) vedişart, hatin marjînalîzekirin, û jinên ji komên etnîkî û olî yên kêmneteweyî dubare marjînalîze kirin.

Rejîmê ev serdestiya xwe bi karanîna  berdevkên jinan di medyaya fermî de ji bo xweşikkirina wêneya xwe derxiste pêş , di heman demê de jin ji roleke serbixwe di siyaset û çandê de dûr xist. Bi derketina holê ya projeya Neteweya Demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, dengê jinan wekî pêkhateyek sereke ji nû ve şekildana pêşeroja welêt de cihê xwe bi dest xist.

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serhildanê de ronahiya rojê dîtin û bi dijwarîyên mezin  re rû bi rû man.
Ezmûna rêveberiya xweser guherînek kalîteyî di rewşa jinên Sûriyeyê de nîşan da, ku xwe dispêrin prensîbên neteweya demokratîk ku yekdestdariya hegemoniya û desthilatdariya mêr red dikin. ger beşdariya wekhev a jinan,mêr nebe tu sazî nikare biryaran bide.
Pejirandina qanûnên jin, wekî qedexekirina zewaca bi zorê û pirjiniyê, û sûcdarkirina tundûtûjiya navmalî.
Ezmûneke leşkerî û siyasî ya bêhempa, ku di Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bi kok bû, şiyana jinan a pêşengiya berxwedana çekdarî li dijî DAIŞê nîşan da û bû semboleke gerdûnî ya wekhevî û rizgariyê.

Di warê çandî û fikrî de: Avakirina akademiyên jinan ku hişmendiyeke civakî ya nû li ser bingeha azadî, wekhevî û pirrengiya çandî ji nû ve hildiberînin.
Ezmûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide ku rizgariya civakê bi azadkirina jinan dest pê dike. Ji ber vê yekê, girîngiya bicihkirina mafên jinan di her destûreke Sûriyeyê ya pêşerojê de ev e:
Bi awayekî eşkere wekheviya zayendî di maf û erkên xwe de destnîşan bikin û hemû cureyên tundûtûjî û cudakariya li ser bingeha zayendî red bikin.
Bi rêya mekanîzmayên destûrî (wek sîstemên kota an hevserokatiiyê ) beşdariya jinan di biryardana siyasî de bi cih kirin.

Pirrengiya çandî, ku jin stûnek wê ne, misogerkirina parastina mafên jinan ji hemû pêkhateyên di Sûriyeyê de.

Encam
Dîroka jinên Sûriyeyê nîşan dide ku ew qet ji çalakiya siyasî û çandî dûr neketine. Berevajî vê, ew ji aliyê polîtîkayên dewleta neteweyî û rejîma heyî ve hatine dûrxistin û bêpar mane, ku qada giştî yekdest kiriye. Lêbelê, ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav projeya Neteweya Demokratîk de modelek alternatîf peyda kiriye, ku îspat dike ku jin ne tenê hevkarên duyemîn in, lê belê aktorên sereke û çalakvana bingehîn ya her projeyek demokratîk di Sûriyeya pêşerojê de ye. Destûrîkirina mafên jinan ne daxwazek mezhebî ye, lê belê şertek bingehîn e ji bo avakirina civakek dadperwer û piralî ku nîşaneya hêviyên hemî civakê ye.

Related Articles

Back to top button