Kongra Star Dewreyek Perwerdê a Bi Navê Şehîd Bêrîtan Amed Vekir
Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star ji 1ê Cotmehê heta 1ê Mijdarê, li navenda Meclisa Tenduristiyê ya Kongra Star li navçeya Tirbespiyê, dewreyeke perwerdeyê ya mehekê bi navê Şehîd Bêrîtan Amed li dar vekir.

20 endam ji herêmên cuda yên bakur-rojhilatê Sûriyeyê beşdarî dewreyê bûn, ku armanca wan pêşxistina zanîna tenduristî û bîrdozî ya jinên ku di beşên tenduristiyê de dixebitin e, bi rêya waneyên teorîk û pratîkî wê rêbazên perwerde dayînê bin.
Tenduristî ne luks e; ew bingeha jiyaneke azad e, Di her civakê de ku ji bo rûmet û azadiyê têdikoşe, tenduristî kevirê bingehîn e ku hêza takekesî û hevgirtina kolektîf li ser wê ava dibe. Tenduristi ne tenê dema ku nexweşî tunebe ye; ew tê wateya şiyana beşdarbûn, berxwedan û lênêrîna hevbeş. bi hêz kirina jinan bi rêya tenduristiyê tevahiya civakê bi hêz dike, ji ber ku laşek saxlem û hişek zana bi hev re bingeha civakekê pêk tînin ku ew civak dikare xwe biparêze, bîra xwe biparêze û bi îradeyek kolektîf bi pirsgirêkên rojane raweste.
Dewreyê bi deqeyek bêdengiyê ji bo giyanên şehîdan dest pê kir, piştre Xezale Hemîd, kordînasyona komîta Tenduristiyê ya Kongra Star, ji bo despêkirina perwerdê û waneya despêkê axavî û bal kişand ser girîngiya perwerdeyê di avakirina civakek saxlem û zana de, ku tê de jin di pozîsyonek pêşeng û zanînê de cih digirin, wê tekez kir ku tenduristî ne tenê mijara dermankirinê ye, lê di heman demê de kiryarek berxwedan û berpirsiyariya kolektîf e. Her wiha bal kişand ser raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di warê çandina têgeha tenduristiyê di civakê de, ku ji komun, tax û navçeyan dest pê dike,ku divê bi awayekî rast bê bikaranîn. Xezale her wiha li ser fedakariya şehîdên wekî Heval Bêrîtan Amed û Erin Mirkan û hewldanên ku ji bo serkeftina vê dewreyê divê werin kirin axivî.
wê di dewreya perwerdê de waneyên fikrî û teorîk jî di nav xwe de werin dayîn da ku jin bikaribin jêhatiyên xwe û rola xwe di avakirina civakek zana û bi tendurit de li pêş bixin.
Bernameya perwerdeyê mijarên jêrîn dihewîne:
– Siyaseta Tenduristiyê
– Paqijî û IV
– Biyolojiya Jin
– Pençera Memikê
– Kêbûna xwînê
– Şekir
– Tansiyona Xwînê
– Alîkariya Yekem
– Peymannameya Kongra Star
– Rastiya Rêbertî
– Şerê Gel ê Şoreşgerî
– Dermanê xwezayî
– Amadekirina Serumê
Ev dewre beşek ji hewldanên Kongra Stare ji bo kurkirina têgeha tenduristiyê wekî mafek kolektîf û stûnek bingehîn ji bo avakirina civatek berxwedêr, haydar û hevgirtî. Hêzdarkirina jinan, hem ji hêla fîzîkî ve û hem jî ji hêla fikrî ve, gavek ber bi civakek xwe bi xwe bi rêve bibe ye.




