KomxebatNûçeSlide

Li Lubnanê di Konferansê de Têkoşîna li Dijî Tundiyê Hat Nîqaş Kirin

Platforma Jinê ya li Lubnanê, bi armanca nîqaşkirina cûreyên tundiya li dijî jinan û bandorên tundiyê ya li ser civak û saziyan konferansek berfireh li dar xist.

Platforma Jinê ya li Lubnanê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî, konferansek bi sernavê “Hevgirtina Jinan Ji bo Jiholêrakirina Tundiyê û Cûdakariya Li Dijî Jin û Zarokên Keç Hêz e” li dar xist. Şandeyên jinan a ji Lubnan û herêmê, şandeya Kurd û Komeleya Newrozê jî, beşdarî konferansê bûn.

Konferans, bi çar rûniştinan pêkhat û şêweyên tundiyê ya li Lubnanê hatin destgirtin. Di rûniştina ewil de li ser tundiya malbatî û civakî nîqaş hate kirin û balkişandin li ser parastin û mekanîzmayên piştgiriya derûnî û yasayî. Di rûniştina duyemîn de tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî ya di çarçoveya qeyranê de û piştî teqîna Bendera Beyrûdê bandorên wê yên li ser jinan hate nîqaşkirin. Di rûniştina sêyemîn de li ser tundiya siyasî hate nîqaşkirin û tecrûbeyên jinan ên di qadên muzakere û têkoşînê de hate parvekirin. Her wiha di rûniştina çaremîn de jî tundiya li li dijî komele û rêxistinan hate destgiritn û hewldanên sînordarkirinê, rêyên avakirina hevgirtin û tora sivîl hate nîqaşkirin.

Di rûniştina tundiya siyasî de Fewza Yusuf, tecrûbeyên muzakereyê ya jinên Kurd vegot û diyar kir ku tundî bi gelemperî mîna zexta derûnî û exlaqî dest pê dike. Fewza Yusuf, destnîşan kir ku hebûna jinan a li ser maseya muzakereyê rasterast bi ewlehî û mafên civakî ve girêdayî ye û beşdariya bi israr muzekereyan vediguherîne qadekî siyasî.

Di rûniştina tundiya li dijî komele û rêxistinan de Henan Osman, destnîşan kir ku êrîşên li ser saziyan tên kirin, ji yên kesan hedef digirin ne cuda ye û bi awayên cûrbecûr ên mîna kampanyayên reşkirinê, astengiyên operasyonê û sînorkirinên fînansekirinê didome. Henan Osman, destnîşan kir ku parastina rêxistinan tê wateya parastina rolên pêşengiya jinan û avakirina hevpeymanan di têkoşîna li dijî tundiyê de bi bandor e.

Konferans, mîna yek ji çalakiyên sereke yên platformê ku 48 rêxistin û çalakvanên jinan tîne cem hev, hate li dar xistin. Platform, bi awayekî serbixwe dixebite û pêvajoyen parêzvanî, başbûn û ji nû ve avakirinê bi perspektîfa zayendî re dike yek. Her wiha UN Women, koordînasyon û piştgiriya teknîkî mîsoger dike.

Çalakiya ku li Sînemaya Metropolis hate lidarxistin, tecrûbeyên xwecihî, herêmî û navneteweyî anî cem hev û girîngiya hevkariya siyasî, civakî û rêxistinî ya di têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan de tekez kir.

Related Articles

Back to top button