DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star Li Rojavayê Kurdistanê Banga piştgiriya Seferberiyê li Gel û Jinan Kir 

Li Seranserî Rojavayê Kurdistanê Ji Bo Xwedîliderketina Li Ax,Şehîd û Gelê Kurd , Seferberî Hate Raghandin.

Cîhadîstên girêdayî hikûmeta demikî ya Şamê , piştî controlkirina herêma Firatê bi piştgiriya êlên ereban, êdî çavê wan li ax û bajarên Kurdan e.
Têkildarî vê mijarê li seranserî Kurdistan seferberî hate raghandin.
Ciwanên bakur û başûrê Kurdistanê ji bo piştgitiya gelê rojava bi milyonan daketin qadan û xwe li sînoran xistin û ber bi rojavayê ve tên.
Êdî herkes li cîhanê dizane ku ti hêz li cîhanê nikare li hember berxwedan û îradeya gelê Kurd bisekine .

Kurd di vê kêliyê de li çar parçê Kurdistanê ji bo hebûna gelê Kurd li rojava bi yek doz û yek armancê daketin qadan.

.Êdî ked û xwîna 15 salan ne mumkine bi hêsanî ji dest biçe , gelê rojava ji 7 salî ta 70’ê salî bi çek bûne û ji bo parastina bajarên xwe li kolana ne.
Di vê çarçoveyê de Rêxistina Kongra Star bi daxuyaniyekê banga yekdestî û xwedîliderketina li hev kir.

Daxuyanî wiha ye:

Bi pêşengtiya dewleta faşist a tirk û hêzên navnetewî ve li ser nirxên me êrîşeke namerdane heye. Qomployeke navnetewî a qirkirinê li ser gelê me bi hemû sotîneriya xweve di dewrêdeye. Htş daişa ji aliyê hêzên navnetewîve dîsa hatiye zîndikirine. Rê heta dawî ji hemû qirkirinên htş re hatiye vekirin. Di van kêliyande li ser gelê Kobanê ku li dijî daişê bû sembola berxwedanê êrîşa tolrakirinê heye. Daiş di bin navê htş de li ser kobanê êrîşeke dijwar daye meşandin. Ev nirxe bi hevgirtina hemû gelên Kurdistanî û civaka navnetewîve hate destxistin. İiro roj ewe ku em van nirxan dîsa bi heman hevgirtin û rihî biparêzin.
Bila herkes bizane ku ev êrîş ne tenê li ser gelê Kurd e li ser gelê Elewî, Durzî, Xrîstiyanan êrîşeke qirkirina etnikiye. Ji ber ku pergala Rojava hêviya hemû pêkhateyên Sûrî ye. Eger ev hêvî bişkê bizanin ku hemû pêkhateyên Sûrî wê rûbirûyê qirkirinê were.
Heta niha cihê ku ketinê têde talan, kuştin, penaberbûyîn, serê insanan jêkirin, zarok fetisandin, jin revandin, jin iqtisap kirin di asta jorde pêkhatiye. Heman senaryoya destpêka şoreşê îro di qilifên cuda ji bo ku pêşiya bertekên rayagiştî bigirin tê meşandin. Lê maskeyê we ketiye û herkes dizane ku hêzên navnetewî eşkere piştgiriya daişê dikin. Gelan jî dikin qurban. Êrîş pir mezin e lê îradeya gelê me xurt e û bi hêza xwe bawer e.
Eger serîde jin, ciwan û hemû pêkhate naxwazin kiryarên daişê ên 2013-14’an de dubare bibin pêwîste hêza xwe bikin yêk û di hemû deveran dakevin qadê.
İiro, roj roja bi yêk dil yêk mejî yêk rih daketina qadan e. Roj xwedî li nirxên şehîdan derketine. em bawer dikin emê bi berxwedayîna hevpar ve van êrîşên tirsonek û namerdane têk bibin. Em hemû gelên xwe hemû jinên Kurdistanî, hemû jinên cihanê re bang dikin bila sînoran bişkênin tevlî berxwedayîna gelê Rojava bibin. Li hemberê qomploya navnetewî xwedî li nirxên mirovatiyê derkevin.

Related Articles

Back to top button