ÇalakîNûçeSlide

Li Hesekê di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û ji Rojava Statu” meşek hat li dar xistin

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger meşek li dar xistin.

Bi boneya 27`emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ve wek `Roja Reş` hatiye îlankirin.îro di bin dirûşmeya” Ji Rêber Apo re azadî û ji Rojava Statu “Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger meşek li dar xistin.

Meş li çarxerêya Kevokê dest pê kir, di kolana sereke ya taxa Muftî re derbas bû û li çarxerêya Şehîd Serhed veguherî mitîng .

Paşê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Hêvîn Ehmed tekez kir ku komploya 15’ê Sibatê heya roja îro dewam dike û wiha got :” Komploya navneteweyî li dijî porojeya Rojhilata Navîn a Demokratîk hate kirin ku Rêber Apo wê demê li ser bingeha azadiya gelê Kurd û xwişk-biratiya gelan xwest biafirîne.Hêzên hegemon plan kirin ku bi bêbandorkirina Rêber Apo û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê dikarin bigihêjin armancên xwe yên qirêj . Rêber Apo bi berxwedana girava Îmrali ya salan hîn xurt bû, mezin bû, veguherî rêberê azadiyê yê jinan û tevahiya mirovahiyê vê mezinahî û veguherînê bi pêvajo û manîfestiya Aştî û Civaka Denokratîk re gihand lûtke yê.”

Hêvîn da zanîn ku Erişa6 ‘ê Çileyê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku taxên Kurdan e, bû komploya duyemîn a navneteweyîû wiha dewam kir :”Di 6’ê Çileyê de  komplo hate nûkirin û êrişan destpê kir. Çawa ku komploya 15’ê Sibata ya di şexsê Rêber Apo de êrişa ji bo qirkirina Kurdan bû, êrişa ku di6 ‘ê Çileyê de hate dewama armancê komploya 15’ê Sibatê ye .”

Hêvî di dawiya axaftina xwede wiha anî ziman:”Em wek tevgera ciwanên şoreşger û yekîtiya jinen ciwan li beramber komplo û berdewamiya komplo her tim di nav berxwedaneke mezin de bibin. Bi duruşmeya “Ciwan fedayî Rêber AРО ne” re dengê xwe bilind bikin.”

Related Articles

Back to top button