ÇalakîNûçeSlide

Li Bajarê Girkê legê û Drbêsiyê Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî, ji pirsgirêka Kurd re Çareserî Qêriyan

Şêniyên bajarê Girkê legê û Drbêsiyê bi hezaran kes di salvegera 27’an a komploya 15’ê Sibatê de bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya sayasî" daketin qadan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.

Bi hezaran şêniyên bajarê Girkê Legê jî bi heman armancê ji qada Şehîd Xebat heya sûka navendî meşiyan.

Meş li sûka navendî veguherî mitîngê. Bi navê Însiyatîfa Gel Jiyan Hisên axivî û diyar kir ku komplo dê bandorê  gelê Kurd neke.

Jiyan Hisên destnîşan kir ku berdewama tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dijî qanûnên mirovî yên navneteweyî ne. Jiyan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên têkildar kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Jiyan Hisên her wiha anî ziman ku dê heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin û got: “Azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya tevahî civakê ye, em ê heya pêkanîna vê armancê têkoşînê mezin bikin.”

Mitîng bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Bi hezaran şêniyên bajar û gundewarê Dirbêsiyê li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Şêniyan bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” ji qada Şehîdan br bi rêya Amûdê ve meşiyan.

Meş li ser rêya Amûdê sekinî. Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat giritn. Piştre endama Însiyatîfa Gel a Cizîrê Gulîstan Gulo axivî. Gulîstan Gulo komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku komplo di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelên azadîxwaz bû, lê gelan komplo vala derxist.

Gulîstan Gulo di dewama axaftina xwe de got: “Em derbasî pêvajoyek nû bûne. Rêber Apo vê pêvajoyê wekî komploya duyemîn bi nav dike. Di vê pêvajoyê de projeya neteweya demokratîk tê hedefkirin da ku şerekî navxweyî di navbra pêkhateyan de çêbikin û destkeftiyên Şoreşa Rojava têk bibin.”

Gulîstanê anî ziman ku xetereya li ser herêmê hîna heye û wiha pê de çû “Çawa yekitiya neteweyî li ser asta Kurdistanê û cîhanê pêk hat, divê civakê bi hevgirtinê li hemberî komploya duyemîn jî bisekine. Divê her kes ji bo şikandina komploya navneteweyî û parastina destkeftiyên şoreşê asta têkoşînê bilind bike.”

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button