HevpeyvînNûçeSlide

Rohilat Muslim : Bi Germahiya Dilê Jinan Agirê Newrozan Geştir Dibe

Bi Rasthatina Newroza 2026'an endama komîteya perwerdê Rohilat Musilm Behsa Dîroka Newrozê Û Pîrozkirina Gelê Kurd Tevî Zehmetiyan Dike.

Endama Komîta Perwerdê ya Kongra Star Rohilat Muslim,bi hatina newroza îsal ya 2026’an em vê newrozê li tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê pîroz dikin, dema em behsa newrozê dikin , em bûyerekî derbasbûyî an jî sembolekî û şahiyekî bigrin dest.
Pêwîste em newrozê wekî dîroka gelê Kurd , çand û filiklora vî gelî bigrin dest ne tenê rojek û derbas bû.
Ji xwe ji navê wê xuyaye newroz , rojekî nû ye ev jî ku gelê Kurd li hember zilmkaran , bindestiyê û xwînmijên Kurdan derketin û serî hildan.
Em dikarin vegerin dîroka bûyera çêbûna newrozê , dema ku Kawayê Hesinkar bi lehengî li hemberî Dehaqê zuilmkar derket, ji wê rojê de agirê newrozê hat hildan û bû rojek dîrokî û dîrokekî demdirêj ji boy Kurdan ku herî kêm beriya 3 hezar sal ev bûyera newrozê hatiye pêkanîn.
Li kêleka wê jî di nirxabdinên rêber Abdulah Ocalan de jî ev yek derdikeve ku newroz ne semboleke û rojeke derbasbûyî ye lê belê berxwedaniya li hemberî bindestiyê, desthilatdariyê û xwînmijiya gelê Kurd e.

Rohilat bibîrxist ku dîroka newrozê vedgere 3 hezar salê gelê Kurd dîsa jî ji bindestiyê , zulmkariyê ji dewletên desthilatdar bi rehetî vê rojê bibîrbînin û pîroz bikin.
Em dikarin bêjin di dewletên heyî de hemû newroz wekî rojeke xuyakirî an jî rojeke taybet nagrin dest.
Bi taybet herçar welatên ku Kurdistan di nav de hatiye parçekirin wekî turkiyê, Îran,Iraq û Sûriyê gelê Kurd gelek êş ji vê yekê dîtine , hertim roja newrozê ji aliyê van dewletan de hatiye binpêkirin û nehiştine bi rehetî pîroz bikin.

Rojhilat balkişand ser rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ku di dema rêjîma Bais de ticarî nedihişt ku ev gel bi rehetî roja newrozê pîroz bike û pêşwaziya buharê bike.Ev bûyer tên bîra me ku kurdan hertim newroza xwe bi rengekî veşartî hazirtî jê re dikirin , di 21 Adarê de newroz dihat pîrozkirina û wek her car jî rêjîmê êrîş dikir û nedihiştin gelê Kurd newrozê pîroz bikin.
Di şoreşa rojava de rewş hat guhartin ku gelê Kurd karîbû pir rehet û bi kêfxweşî vê rojê bi bîr bîne û pîroz bikin.
Hîn zêdetir êdî rengê gelê Kurd derdikeve û bi azadî êdî cil û bergên Kurdî têne lixwekirin, rengê jinan gelekî derdikeve pêş ji ber ku yê ku newrozê rengereng dike jin in,Pêşengtiya jinan di newrozê de xalek pir balkêş û giring bû di şoreşa rojava de.
Herwiha Rohilat bibîrxist ku kesên bûne sembol ji bo newrozê di dîroka Kurd û Kurdistan ê jî hene , xwediyê gotina berxwedan jiyan e şehîd Mazlûm Doxan ku di roja newrozê de agir bi bedena xwe xist li kêleka wê şehîd Bêrîvan, Ronahî , Viyan Soran yên ji bo newrozê agir bi bedena xwe xistin têkildarî vê yekê jî rêber Abdullah Ocalan dibêje “Eger azadî hêsan ba Bêrîvanan û Ronahiyan agir bi bedena xwe nedixistin” .
Herwiha Rêber Abdullah Ocalan herî dawî jî dibêje ku newroz wê bihêle ku yekîtiya Siyasî ya gelê Kurd çêbibe û bi riya newrozê emê bighên civakek azad , aşityane û demokratîk .
Di dawiyê de jî got ku Kurd di vê rojê de pir mjûl dibin ji ber ev roja herî pîroze ji bo Kurdan.

Related Articles

Back to top button