Konferansa Ji Bo Misogerkirina Mafê Jinan Di Sûrya Nû De Hat Lidarxistin
Kongra Star û Rêxistinên Jinan bi dirûşma “Werin Em Bi Hev Re Têkoşîn Bikin, Ji Bo Mîsogerkirina Mafên Jinan Di Destûra Sûriyeyê De” konferansekê li dar dixe. Di konferansê de dê semîner li ser mijarên “siyaset, hiqûqî, parastin û entegrasyon” bên dayîn û konferans bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Kongra Star bi dirûşma “Werin Em Bi Hev Re Têkoşîn Bikin, Ji Bo Mîsogerkirina Mafên Jinan Di Destûra Sûriyeyê De” konferansekê li dar dixe. Konferans li Hola Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo yê Cizîrê pêk tê.
Rêveber, koordînasyon û endamên Kongra Star, fermandar û şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Koordînasyona Jinan a di Rêveberiya Xweser de, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Kongreya Islama Demokratîk, Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan, Meclisa Ol û Baweriyan, Kombûna Jinan a Zenûbya, Desteya Neteweyî ya Ereb, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Encumena Nîştiman a Kurd li Sûriyeyê (ENKS), Meclisa Jinên Ermen, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekitiya Jinên Suryan, Asayîşa Jin, Yekitiya Jinên Êzidî, nûnerên jin ên partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê beşdarî konferansê bûn.
Konferans bi kêliyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.
Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axaftina vekirin kir. Rîhan Loqo ji tevahî jinên têkoşer silav kir, di kesayeta Denîz Çiya, Gerîla û şehîdên rûmetê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û soz da ku dê rêya wan bidomînin.
Rîhan Loqo got: “Em ê têkoşîna dîrokî ya xeta azadiya jinan ku Roza û Sakîne dest pê kir, bidomînin. Me li hemberî hişmendiya zayendperest a jinan tune dike û tune dihesibîne tê koşiya. Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ji her mal, kolan û bajarî qêrîna azadiya jinan bilind bû. Me gelek destkeftî bi dest xist. Di qadên siyasî, hiqûqî, civakî, leşkerî, hunerî û tevahî qadan de destkeftî bi dest xistin. Me rêxistinên xwe ava kirin. Modêla hevserokatiyê û kotaya jinan li vir pêk hat. Jin ne beşdarî şoreşê bû, jinan di nava şoreşê de şoreşa xwe ava kir. Cara yekemîn di Rojhilata Navîn de hêzên parastina jinan ji pêkhateyên herêmê ku hebûn, ziman, dîroka jinan biparêzin, di herêmên me de hatin avakirin. Ev heqîqetek e bi keda bi hezaran şehîdan çêbûye. Jinan berdêlên giran dan û têkoşînek mezin dan meşandin. Her ku çû asta têgihiştin û têkoşîna jinan bilind bû. Modela li Rojava pêk tê, modela jiyana azad û wekhev e. Çi modela hat avakirin dema hebûn û zimanê jinan tê de ne esas be, nabe modelek. Her ku têkoşîn bilind dibe êriş jî zêde dibin. Kombûna me ya îro ji bo bilindkirina dengê azadiyê ye û ji bo mîsogerkirina vê qêrîna azadiyê û têkoşîna jinan e. Em çawa karibin hîn bêhtir xwedî li vê têkoşînê û keda hevalên şehîd derbikevin. Em çawa bikarin mafên xwe biparêzin. Em ê çawa bikaribin di Sûriyeya nû de mafên xwe biparêzin. Şerê niha tê kirin şerê li ser şoreşa jinan e. Me di bûyerên dawî de dîtin ku çawa kiryarên hovane li ser jinan pêk tînin. Ji avêtina cenazeya heval Deniz û birîna keziyên jinan vê dide nîşan. Me çawa dengê xwe di şoreşê de bilind kir, em ê bi hev re soza berdewamkirina parastina destkeftiyên şoreşa jinan didin. Bê hebûna jin û pêkhateyan dê Sûriye nebe Sûriyeyek demokratîk.”
Endama Komîteya Têkilî û Tifaqa Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed konferans bi rê ve bir.
Dê di du rûniştinan de li ser çar sernavên “Siyasî, hiqûqî, parastin û entegrasyonê” semîner bên dayîn û nîqaş bê kirin.
Rûniştina yekemîn a konferansê ya li ser mafên jinan di qada siyasî de ji aliyê cîgira Hevseroka MSD’ê Canda Mihemed ve hat birêvebirin.
Mijara Siyasî: Beşdarbûneke Rasteqîn Ne Şeklî
Canda Mihemed diyar kir ku dirûşma konferansê cenga hebûna jinên Sûriyeyî ye û destnîşan kir ku destkeftiyên jinan bi dest xistine tenê dikarin bi rêya destûreke demokratîk ku pirrengî, nenavendîbûn û mafên qanûnî garantî dike, werin parastin.
Canda Mihemed bal kişand ser pirsgirêkên li hemberî jinan û ev tişt anî ziman “Nêzîkatiyên dûrxistin û yên tevgerên tundraw ku zêde bûn hewl didin rola jinan paşguh bikin û van vegerînin çarçoveya girêdayîbûnê. Lew ra ji bo beşdarbûneke rasteqîn di biryardanê de tevgerek ji hemû aliyan ve hewce ye.”
Canda Mihemed her wiha diyar kir ku qonaxa veguhêz li Sûriyeyê hem derfet û hem jî arîşeyan digire nava xwe, lê rexne li performansa hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir û got, gavên wê yên siyasî, bi taybetî yên girêdayî jinan û hêzên çalak di proseya siyasî de û danezana destûrî ya sala 2025’an ne berfireh bûn.
Canda Mihemed di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku temsîliyeta qels a jinan di saziyên siyasî de kêmasiyek mezin e û banga xurtkirina rêxistinên jinan û yekkirina hewildanan kir da ku qanûn bêne sererastskirin û beşdariya rastîn were mîsogerkirin.
ARÎŞEYÊN HERÊMÎ Û BANDORÊN WÊ LI SER SÛRIYEYÊ
Canda Mihemed da zanîn ku guhertinên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn hem ji hêla hevpeymanan ve û hem jî ji hêla hevsengiya hêzê ve rasterast bandorê li Sûriyeyê dikin û rewşa siyasî, aborî û civakî hîn bêtir tevlihev dikin.
Canda Mihemed ji ber zêdebûna nefretê û parçebûna civakî, qeyranên aborî hişyarî da û wekî astengiyên mezin li pêşiya istiqrarê pênse kir.
MIJDARA DUYEMÎN: DESTÛR BINGEHA MÎSOGERKIRINA MAFAN E
Berpirsyara Yekitiya Jinên Suryan Georgette Bersom li ser qada hiqûqî semîner da. Georgette Bersom bal kişand ser girîngiya destûrê wekî bingeha sereke ya mîsogerkirina mafên jinan û got: ” Destûrên berê yên Sûriyeyê, di nav de destûra bingehîn a sala 2012’an û Danezana Destûrî ya 2025’an, bendên giştî yên li ser wekheviyê dihewînin, lê mekanîzmayên pêkanînê û garantiyên rastîn ji bo temsîliyeta jinan di cihên biryardanê de tune ne.“
Georgette Bersom destnîşan kir ku “Di hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pergala hevserokatiyê hatiye destnîşankirin û temsîliyeta jinan ji sedî ne kêmî 50’î ye. Her wiha rêxistinên jinan ên serbixwe qebûl dike.”
Beşdaran der barê herdu mijarên navborî de daxwazên xwe anîn ziman. Hate gotin, divê rêgeza wekheviya zayendî di destûrê de were mîsogerkirin û temsîliyeta jinan di saziyên hikumetê de ji sedî ne kêmî 50 be. Jinan xwestin ji qanûnên tundî yên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan were danîn, destkeftiyên jinan werin parastin, rêxistinên jinan werin naskirin û piştgiriya rola wan di jiyana siyasî de were kirin.
Beşdaran anîn ziman ku mafên jinan ne mijarek cuda ne, lê belê beşek girîng a avakirina dewletek dadperwer û demokratîk in. Her wiha got, her destûrek ku beşdariya bi bandor a jinan garantî neke, dê îstîqrar an edaletê bi dest nexe. Beşdaran girîngiya berdewamiya têkoşîna jinan ji bo mîsogerkirina mafên xwe vegotin.
Ev konferans di nav hewldanên berdewam ên rejîma Sûriyeyê de ji bo sînordarkirina beşdariya jinan di qada siyasî û civakî de û rêgirtina li beşdarbûna wan a çalak di biryardanê de tê lidarxistin. Ev yek înîsiyatîfê ji her demê girîngtir û stratejîktir dike. Rêxistinkirin û destpêkirina konferansê bi vî rengî biryardarriya jinan nîşan dide ku bi hemî polîtîkayên ku armanca wan marjînalîze bikin an jî rola wan di civakê de bê bandor bikin re rû bi rû bimînin. herwiha piştrast dike ku jin îro êdî qebûl nakin ku bên beralî kirin û li kêlekê bin; berevajî vê, ew hewl didin ku di dilê pêvajoya siyasî de bin û biryarên wê şekil bidin.
Konferans tekez dike ku jinên li Rojava dê tenê bi daxwaza mafên xwe razî nebin, lê dê berdewam bikin ku mînakên pratîkî yên bi rêvebirinê û beşdarbûnê pêşkêş bikin, mafên xwe yên destûrî û civakî biparêzin û şiyana xwe ya bandorkirina hemî aliyên jiyana siyasî nîşan bidin.
Lidarxistina konferansê her wiha tekez dike ku pabendbûna jinan bi wekhevî û edaletê êdî ne sloganek teorîk e, lê bûye rastiyek berbiçav ku di gavên pratîkî û înîsiyatîfên bi bandor de cih digire ku mafên wan di dilê her pêvajoyek destûrî an reforma siyasî de datîne. Ev peyamek zelal e ji bo rejîmê û hemû aliyên peywendîdar ku dengê jinan nayê tepeserkirin, jin ji parastina destkeftiyên xwe û parastina mafên xwe ji her hewldanek binpêkirin an paşguhkirina wan gav paşve navêjin, û tu projeyek ji bo pêşeroja Sûriyeyê bêyî beşdariya çalak û bingehîn a jinan tê de nikare bi ser bikeve.




