
Endama Kongra Star Diyana Abdullah da zanîn,ku Îro 4ê Nîsanê em rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li tevahî Kurdên cîhanê pîroz dikin rojbûna rêberê netewî ku mirovahî li tevahî dunyayê da naskirin, mafê jin da naskirin.
Diyana diyar kir ku em wek jin vê rojê gelekî pîroz dibînin ji ber ku mafê me çewisandî bû , hebûna me tine bû bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di xeta azadiya jin de me xwe û hebûna xwe naskir ku gihîştin wê astê ku bêyî azadiya rêber APO azadiya jin jî misoger nabe.
Lewra em têkoşîn dikin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidestbixin, ji ber ku bêyî Rêberê me wê ev gel hertim bindest be bitaybet jin.
Di dawiyê de jî Diyana soza têkoşîna ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan da û careke din rojbûna wî pîroz kir.
Herwiha Farîqa Hesen jî 4’ê Nîsanê li rêber Abdullah Ocalan û tevahî jinên azadî xwaz pîroz kir û got em wek jin me xwe di 4’ê Nîsanê de naskir ji ber ku mafê jinê çewisandî bû .Dewlet û desthilatdaran jin tenê ji bo malê diyar kiribûn , lê belê rêber Apo dibêje ku jin nîvê civakê ye .
Careke din ez rojbûna rêberê gelan li tevahî şervanên me û li malbata rêber Abdullah Ocalan û Kurdan pîroz dikim.
Jinên bajarokê Dirbêsiyê jî axivîn , Selma rojbûna rêber Abdullah Ocalan li tevahî kurdên çar aliyê Kurdistanê , malbatên şehîdan , dîlgirtiyên zzindanaû şervanên di çeperê şer de pîroz kir û wiha pêde çû bi fikir û felsefa rêber Abdullah Ocalan em wek jin gihane vê astê , em serokê xwe demildest dixwazin di nav xwe de bibînin.
Rêveberiya Şaredariya Girê Mîr Heyfa rojbûna rêber Abdullah Ocalan li tevahî gerîlayê çiyayê Kurdistanê pîroz kir û wiha got 4’ê Nîsanê ji bo me rojeke azadî û hêviyê ye , bi hatina Rêber Abdullah Ocalan ya nava rojhilata navîn jin êdî ji bindestiyê ber bi ronahiyê ve çûn. Em wek jin dê hertim bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bixebitin.
Rêveberiya Kongra Star Meryem Qasim jî 4’ê Nîsanê li rêber Abdullah Ocalan û tevahî şehîdên ku di xeta azadiyê de canê xwe feda kirine pîroz kir û got rojbûna rêber APO rojbûna jinan e ku em ji qeyd û zincîrên ferzkirî hatin azadkirin.
Herwiha rêvebera Kongra Star ya Zirganê Medya Silêman jî diyar kur ku ew îro li vir bi şahiyekê kêfxweşiya xwe ya rojbûna rêber Abdullah Ocalan didin diyarkirin û got ku bi hebûna rêber Ocalan wan karîbû sînorên derdora jinan hilweşînin.
Di heman demê de Ronaz Yûnis jî roja 4’ê Nîsanê li hemû jinên cîhanê, malbatên şehîdan şervanên di çeperan de û dîlgirtiyên zindana pîroz kir û got em berxwedana rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê silav dikin û dibêjin rojbûna te rojbûna me hemû jina ye rêberê min.
Ronaz tekez kir ku wê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo me bingehek he ku em xwe li ser pêş bixin.
Rêvebera Kongra Star a Til Temrê Sena jî rojbûna rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelan û jinên rojavayê Kurdistanê pîroz kkirû diyar kir ku 4’ê Nîsanê rojbûna hemû helê azadîxwaz e , ji ber ku tevgera rêber Ocalan de jin pêşenge lewra em demldest dixwazin rêberê xwe fîzîkî azad bibînin .



