DaxuyanîNûçeSlide

Li Zirganê jinan di Êrîşan ku pêşmergeya jin kirin Hedef Şermezar kirin

Li bajarê Zirganê endamên Kongra Star, ji ber ku şervana jin pêşwazî nekirine û di encamê de şehîd bûye, rêveberiyên nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê rexne kirin.

Jinan rexne li rêveberiyên nexweşaneyên Başûrê Kurdistanê kir
Li bajarê Zirganê endamên Kongra Star, ji ber ku şervana jin pêşwazî nekirine û di encamê de şehîd bûye, rêveberiyên nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê rexne kirin.

Kongra Star a bajarê Zirganê ji bo nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê şervana Kurd Xezal Molayî a ku di lêdana balafirên bêmirov ên Îranê de birîndar bûbû, pêşwazî nekir, daxuyanî da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama Kongra Star Heyfai Izet El Hac ve hat xwendin, bi zimanê erebî jî ji aliyê endama Kongra Star Iktîmal El Abdullah ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Mafê hemû mirovan ê tenduristiyê heye ku werin dermankirin. Di hemû şert û mercan de nabe ku mirov ji vî mafî werin mehrûmkirin. Eger birîndar û nexweş nayên pêşwazîkirin tê wateya ku nirx û rêgezên mirovî, tenduristî û exlaqî binpê kirine.

Em bang dikin ku bûyera pêşwazînekirina şervana Kurd a birîndar li nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê were lêpirsînkirin. Berpirsên vê yekê werin lêpirsînkirin û hesab ji wan were xwestin.

Em bang li çapemenî û hiqûqnasan dikin ku balê bikşînin ser vê bûyerê. Rûmeta mirovahiyê li ser her tiştî ye û parastina jiyana mirovan berpirsyariyeke ji me hemûyan tê xwestin.”

Roja 17`ê Nîsanê sala 2026`an balafirên bêmirov ên Îranê kampa Alan a Başûrê Kurdistanê bombebaran kiribû. Di encama wê de 2 şervanên Kurd Neda Mîrî û Semîra Ilyarî şehîd bûbûn.

Her wiha balafirên bêmirov ên Îranê 14`ê Nîsanê kampa Sordaş bombebaran kiribû û di encama wê de şervana Kurd Xezal Molayî giran birîndar bûbû û şehîd bûbû.

 

Related Articles

Back to top button