
Kampanya “Em hemû YPJ ne” ku 26’ê Nîsanê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a li Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hate destpêkirin.Di vê çarçoveyê de îro Kongra Star a kantona Hesekê û Meclisa Jin a Îslama Demokratîk û Hêza Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê komxebatek diyalogî li xwarîngeha Mişwar dar xistin.Di komxebatê de Endam û Rêvberên Saziyên Civaka Sivîl , rêxistin û dezgehê jinan ,partiyên siyasî û Hêza yekîneyên parastina jinan amade bûn .
Di Komxebatê de du mijarê sereke were birêvebirin . mijara yekem bi sernavê “biryardayîn di dema zordariya olî û yasayî de “ ji aliyê Kordînasyona Kongar star a kantona Hesekê Ala Îbrahîm û kordînasyona meclisa Jin a kongra îsala demokratîk Xilûd Ebdo were dayîn .Mijara duyemîn bi sernavê “Jin û Parastin” Ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Kurdistan Koçer ve were pêşkêşkirin .
‘YPJ’ê parastina nasnameya jinan kir ‘
Komxebat bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir ,Endama Kordînasyona Kongra Star Nehed Silêman diyar kir ku YPJ’ê nasnameya hemû jinên di cîhanê de parast û wiha anî ziman:” Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bûne sembola hêz û berxwedanê, bi fedakarî û têkoşîna xwe ji cîhanê re nîşan dane ku azadî bi îrade, biryardarî û baweriya bi dozê tê bidestxistin. jinan bi vîzyonek mezin dest bi vê rêwîtiyê kirine da ku rûmet û mafên jinan biparêze, hêza xwe ji ruhê têkoşîn û hevgirtinê di navbera jinên ku li eniyên pêş de ji bo parastina ax û gelê wê sekinîne, digirin.”
‘Jin di biryardan û parastina civakê de bûne hevkarên bingehîn’
Rûniştina yekem a bi sernavê “biryardayîn di dema zordariya olî û yasayî de” ji hêla Endama Kordînasyona Kongra Star a kantona hesekê Alaa Îbrahîm û kordînasyona meclisa Jin a kongra îsala demokratîk Xilûd Ebdo ve hate birêvebirin. Wan li ser rola jinan di hemû qadên jiyanê de û veguhertinên girîng ên di hemû waran de pêk anîn , niqaş kirin .
Wan tekez kir ku jin êdî bi rolên kevneşopî an karên navmalî ve sînordar namîne, lê di biryardan û parastina civakê de bûne hevkarên bingehîn. Wan destnîşan kir ku beşdarbûna jinan di hêzên çekdar de gavek girîng e ber bi bidestxistina wekheviyê ye .
‘YPJ’ê sembola gerdonî ya berxwedana li dijî terorîzmê ye’
Wan rave kir ku her çend qadên şer ji mêj ve bi wêneyên mêran ve hate girêdan lê YPJ’ê ev hişmendî têk bir û tekez kir ku jin dikare di her qadên jiyanê de xwedî rol û misyone û bi taybet di qada parastinê de .
wan serpêhatiya jinên li Rojava, ku rola wan di dema şoreşê de ne tenê bi piştgiriya mirovî û alîkariyê ve sînordar bû, lê bi rêya damezrandina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), ku bûne sembola gerdûnî ya berxwedana li dijî terorîzmê û şerê li dijî çeteyên DAIŞê, berfireh bû.
Mijara yekem bi niqaş ji aliyê beşdaran dewam kir, jinan tekez kir ku beşdariya jinan di hêzên çekdar û di hemî aliyên jiyanê de ne tenê erkek neteweyî ye, lê stûnek bingehîn e ji bo avakirina civatek hevseng û demokratîk, ku dikare bi giyanek wekhevî, jêhatîbûn û îradeya azad rûbirûyî pirsgirêkên pêşerojê bibe.
Mijara duyemîn bi sernavê “Jin û Parastin” li ser navê Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Kurdistan Koçer hat birêvebirin . Kurdistan tekez kir ku fedakariya dayikan û gel dê tu carî neyê jibîrkirin. Ji sala 2011an heta îro, jin li hemû eniyan amade bûn; dayikan xwarin ji bo şervanan amade dikirin, û gel çavkaniya hêz û berxwedanê bû.
Kurdistanê got jî, “Em jî keçên vî gelî ne, û em bi îrade û têkoşîna xwe gihîştine vê rojê. Berê DAIŞ’ê digotin ku ew naxwazin ji aliyê jinan ve werin têkbirin, û îro jî hikûmet hîn jî rola jinan û YPJê qebûl nake ji ber ku ew ji hêz û biryardariya jinan ditirse.”
‘YPJ’ê xeta yekem a parastinê ji bo azadî û rûmeta jinan e’
Kurdistan Koçer destnîşan kir ku gelek binpêkirin bi navê Îslamê hatine kirin, ku jin hatine paşguhkirin û ji mafên xwe hatine mehrûmkirin. Wê destnîşan kir ku hikûmeta demkî hewl dide “Sûriyeyek tarî” ava bike ku jinan ji holê rake û rola wan ji holê rake.
Kurdistanê bang li hemû jinan kir ku piştgiriyê bidin Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û got, “Tevî 14 salan têkoşîn û hedefgirtina berdewam, jin di hêz û îradeya xwe de bi israr dimînin. YPJ xeta yekem a parastinê ji bo azadî û rûmeta jinan bûye û dimîne.
Piştî bidawîhatina her du rûniştinan, Beşdaran tekez kirin ku YPJ êdî ne tenê hêzek leşkerî ye, lê ji ber qurbaniyên mezin ên ku wan di rûbirûbûna terorîzmê û parastina sivîlan de dane, bûye sembola îradeya azad û berxwedana jinan. Her wiha wan piştrast kir ku jinan di warên cûrbecûr de, çi li qada şer be çi jî di xebata civakî û siyasî de, jêhatîbûna xwe nîşan dane.
Paşî sinvzyon li ser ked û têkoşîna YPJ’ê di Şoreşa Rojava de û girîngiya hebûna wê ji bo parastina nasanmeya jin , hate pêşkêş kirin .
Paşî komxebat bi encamnemeyek ji alyê endama Kordînasyona Kongar star a kantona Hesekê Ala Îbrahîm hate xwendin .
Encamname wiha ye :
– Tekez li ser têxistina bendên destûrî yên zelal ku mafên tevahî jinan garantî dikin û beşdariya wan a siyasî, civakî û leşkerî bêyî cudahî diparêzin.
– Misogerkirina temsîliyeta rastîn û dadperwer a jinan di komîteyên nivîsandina destûrî û di hemî sazî û dezgehên biryardanê yên dewletê de.
– Bi fermî naskirina rola jinên Sûrî, têkoşîna wan û qurbaniyên wan di parastina civakê û avakirina aştî û aramiyê de.
– Piştgirî û parastina destkeftiyên ku jinan di warên cûrbecûr de bi dest xistine .
-bilindkirina tekoîn ji bo Naskirina YPJ’ê di Sûriyê de .
Tekez dikin ku her destûr an pêvajoyeke siyasî ku mafên jinan û rola wan a rastîn nas neke, dê nûnertiya hemû Sûriyan neke û dê dadmendî û demokrasiya xwestî bi dest nexe.
Komxebat bi dirûşmeya “ YPJ’ê hebûna me ye” bi dawî bû .






