
Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn a Hesekê bi boneya bidawîbûna sala xwendinê ya 2025/2026ˊan, bi amadebûna nûnerên ji saziyên çandî, îdarî, siyasî, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û malbatên xwendekaran ahenga bidawîbûna sala xwendinê ya 2025/2026ˊan organîze kir.
Aheng li Navenda Peymangehê ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre rêvebera peymangehê Evîn Başo bixêrhatina beşdaran kir û bidawîbûna sala xwendinê li xewndekaran pîroz kir. Evîn da zanîn ku berpirsiyariya parastina huner û mîrasa Kurd a dewlemend ku dayikên Kurd ji nifşekî heta nifşekî parastiyê li ser milê saziyên hunerî û çandî ye.
Evîn diyar kir ku Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn sîwana hunerî û çandî ya jinên Rojava ye û got tevî şert û mercên şer û koçberiyê xwendekaran xwendina xwe dewam kir.
Di ahengê de belgefîlmek li ser jiyana rojane ya xwendekarên di hundirê peymangehê de û perwerdeyên di sala xwendinê de standine hat pêşkêşkirin. YPJˊê jî mertalek rûmetê li ser teqdîra hewldanên wê ya piştgiriya tevgera hunerî û çandî da rêveberiya peymangehê.
Piştre xwendekarên peymangehê hunerên ji sala xwendina wergirtine pêşkêş kirin.
Xwendekarênn beşa sînemayê jî 2 kurtefîlmên li ser koçberiyê û jiyana jina di beşa çandiniyê de dixebite pêşkêş kirin.
Çalakî bi vekirina pêşangeheke hunerî ya beşa wênesaziyê bi dawî bû.
Peymangeha Bilind a Hunerê ya ku di 2024ˊan de vebûye ji beşên sînema, mûzîk, wênesazî, peykersazî û aktorê pêk tê. Armanca peymangehê kadroyên hunerî yên ku mîras, çand û hunerê biparêzin ava bike.



