Arşîv

Emê, jina ku di civakê de hatî windakirin bidin nasandin

Dê sala perwerdeyê ya 2018-2019’an li herêma Cizîrê, di dibistanên amedeyî de dersa Jineolojî bê dayîn. Endama Komîteya Jineolojî Nûpel Ehmed diyar kir ku ewê jinê û dîroka jinê di temenê biçûk de bi civakê bidin nasandin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê ku ji kantonên Hesek û Qamişlo pêktê, dê di salên perwerdeyê yên 2018-2019’an de dibistanên amedeyî vebike. Dê di refên 10, 11, 12’ên amedeyî de beşên jimarî û wêjeyî ders bên dayîn. Di beşê wêje de, dersên dîrok, ziman (zimanên pêkhateyan û zimanê îngilîzî), erdnîgarî, bîrkarî, civaknasî, felsefe, mûzîk, wêne, werzîş, beşê jimarî de ziman, bîrkarî, fîzîk, zanyarî, kîmya, mûzîk, wêne, werzîş bên dayîn. Lê dersek ku herdû başan de bê dayîn û ya herî başkêş jî Jineolojî ye.

Civaka ku bi hezaran sal ji dîroka jinê bê xeber hatiye hiştin, dê ji temenê zarokatî de dîroka jin di dersên jineolojiyê bixwîne û nasbike. Komîteya Jineolojî ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve amedekariyê ji bo dersa dîroka jinê dike, dê îsal bi sê pirtûkên Jineolojî Amedeyî 1,2,3 bixe nava  dersên dibistanan. Dê Jineolojî bi zimanê hemû pêkhateyan were dayîn. Dê di meha havînê de, ji bo dersa Jineolojî baş bê ragihandina şagirtan, ji her bajarek herêma Cizîrê du mamosteyên jin yek ji pêkhateyên Ereb û yek jî ji pêkhateyên Kurd, perwerdeyê li ser Jineolojiyê bibîn in.

Ji bo refa amedeyî 1, pirtûkek ji 4 beşên ‘Jineolojî çiye?’, ‘ Xwezaya jinê’, ‘Nasnameya Jina Civakî’ û ‘Azadkirina Zayendperestiya Civakî’  pêkhatî hatiye amedekirin. Ji bo refa amedeyî 2, pirtûkek ji 7 beşên ‘Serdema Neolîtîk’, ‘Serdema Xwedawendan’, ‘Şikandina Zayendî ya Yekem’, ‘Duwem Şikestina Mezin a Çanda Zayendî’, ‘Serdema Sermiyandariyê’, ‘Di Berxwedana Jinê de Çend Sedsalên Dawî’, ‘Şoreşên Sosyalîst, Tekoşînên Rizgariya Netewî û Jinê’ pêktê. Pirtûka refa amedeyî 3 jî ji 5 beşên ‘Li Ser Xaka Kurdistanê Tekoşîna Azadiyê’, ‘Artêşbûn, Yekêtî û Partîbûna Jinê’, ‘Bîrozî-Teorî û Projeyên Azadiyê’, ‘Erkên Jineolojî’ û ‘Qadên Jineolojiyê’ pêktên cih digre.

Endama Komîteya Jineolojî Nupel Ehmed di derheqê xebatên xwe yên ji bo derda Jineolojî de agahî dan.

‘Ev rola desthilatdaran dayî jinê ne rola jinê ye’

Nupel diyar kir ku heta niha jin bi civakê nehatiye naskirin û wiha axivî, “Rola jinê hatiye winda kirin û wekî ku xwezaya jinê de ev heye bi civakê dane nasîn. Lê em dibêjin ev rola ku desthilatdaran dayî jinê ne rola wêye. Rolek jinê ya dîrokî heye. Em dê ve rolê bi civakê bidin nasîn. Ji bo vê jî ji nifşê nû destpêkirin giringtire. Ne tenê zarokên keç heman demê de jinê û  dîroka jinê bi zarokên xort jî bidin nasandin. Ji ber pirsgirêk ya herdû cinsiyetan e.”

Back to top button