Ango Şerê psîkolojî, rojane, bi rêya Medya, Zanîngeh, Mizgeft, Dibistan, sinema, medya sanal, rojname, kovar, radyo televizyon û hin sendîqan re tê meşandin. Em dikarin bêjin ku di jiyana xwe de, bîst û çar demjimêran em rûbirûyê, şerê taybet tên. Linge şerê psikolojik ê herî giring bi îstixbaratê ve girêdaye. Agahiyan komdikin, analîzdikin û li dijî civak û hêzên curbecur bikar tînin. Ger mirov rê û rêbazên şerê taybet nizanibe, nizane agahiyan jî bi awayekî rast û di cihê wê de bikar bîne. Bi rêya şerê psikolojik û taybet re moralê civakê xiradike, wan ditirsîn e û mejiyê wan dişo. Bêguman şerê taybet, şerkekî topyekun e, ku li hemberî gel tê birêve birin. Nûçeyên derew tên derxistin, wisa dibe ku êdî mirov nikare rastî û şaşîtiyê ji hev derbixe, mirov dikare bêje ku şerê taybet, şerekî şkandina îradeya mirov û bêkesayet kirin e. Tiştên rast wekî nerast, tiştên nerast wekî rast nîşandide. Şerên sîber têne meşandin. Hemû hêzên elektironîk hildiweşînin.
Di vê serdema zanistiyê de, mekîneya herî mezin înternete, bi rêya înternetê re, her kêlî û demjimêrê şerekî taybet û psikolojik tê meşandin.
Li her derê gel bera hev didin, dikin dijminê hev û wisa dikin ku gel muhtacê wan bibe.
Welatekê di milê psîkolojîk, leşkerî, civakî û aborî de dixe. Rêveberiya wî welatî reşdike. Mejiyê gel tevlî hev dikin. nahêle girse û civak bifikire, biafirîne û qabiliyeta xwe derxine hole. Di navbera gel û rêveberiyên welatan de hevsengi, ango li hevkirinê xerab dike. Bêbaweriyê li hemberî rêvberiyê çêdike. Em dikarin nimûneya Rojavayê Kurdistanê bidin, dijmin bîst û çar seatan rêveberiya xweser û saziyên wê reş dike. Êrîşê hêza leşkerî dike, saziyekî herî pîroz a wekî hêza parastinê û leşkeriyê di çavên ciwanan de reş dike, lê belê ji bîr dike ku leşkeriya îcbarî li gel wî bi xwe heye. Zimanê xwe hêja û pîroz nîşandide, lê zimanê Kurdî û perwerdeya zimanê Kurdî qebûl nake û wekî cudaxwazî digre dest. Vê bi çi hincetê digre dest? Bi hinceta pêşeroja zimanê Kurdî tuneye, lê ji bîrdike ku zimanê Kurdî zimanekî herî kevnar ê vê heremê ye û zimanekî herî dewlemend e. Di heman demê de divê em ji dijminê xwe re bidin nîşandan ku parastina welat li ser her tiştî re ye. Kesên ku nikarinbin welat û zimanê xwe biparêz in, ji xwe mehkomî binkeftinêne. Ji ber ku ziman hebûn û nasnameya gelekî ye û em li ser axa xwe dikarin zimanê xwe azad baxivin û bi hişmendiyekî Kurdewarî jiyan bikin, dijmin jî herî zêde ji vê ditirsê.
Bersiva dijmin dayîn jî parastina xaka nîştimanî û pêşxistina zimanê xwe ye.
Bû nimûne, kesên di rêveberiyê de derdikevin pêş jî bi awayekî zanabûn, an ne zanabûn, têne reşkirin. Dibe hin kesên neguncev di hin cihên neguncev de bin, bi rêya hilbijartin û taynan em dikarin cihên wan biguherin, lê divê em sazî û desgehên bi xwîna şehîdan, keda Rêbertî û bi milyonana însanî hatî avakirinê reş nekin.
Di welatekî de, di nav civakên cuda de, fikra siyasî, çînên cuda her tim dixwazin ku rêveberiya welat bi dest bixin. Di encama hewildana bidestxistina desthilatdariyê de, bi rêya propagandayên curbecur de ên reşkirinê ve êrîş dikin. Ev tiştên dikin jî divê gel bide bawerkirin, ji bo nehêle gel bifikire û bibe xwedî îra de.
. Li gorî ajanê berê yê KGBê Bezmenov, çar rêbazên şerê taybet hene. Yek demoralizasyon, ango moral xirakirin, a duyem, destabilizasyon, (yekser an jî ne yekser, rêbazê kar û barê wan, tevlîhev kirin, a sêyem kriz, ango pirsgirêk derxistin e û asayîbûn, qaşo rêkûpêkî. Kesên ketin bin bandora demoralizasyonê xwe ji rastiyan re digirin, herî zêde jî bi rêya ragihandinê re vê dikin. Di roja me de jî gelek ragihandin, agahiyên ne rast belav dikin, ango deformasyonê(agahiyên derew) belav dikin, ji fikir zêdetir xîstabê hestan dikin. destabilizasyon li gorî Bezmenov kesên ku di asta bilind de ne û rêxistinan, birêve dibin, an jî di asta jor a dewletan de cih digirin, dikin armanc û bêbandor dikin, dihêlin ku baweriya gel li hemberî van kesan nemin e. Piştî wê jî kriz tên, netewa ku hatî demoralize kirin, bi rêya destabilizasyonê tê dorpêçkirin û bêhêzkirin. Piştî wê dikarin krîzan avabikin û ji bo welat dagirbikin, gelek hincetan avadikin û êdî bi hêsanî dikarin wan welatan dagirbikin. Ji ber ku berî tu welatekê dagirbikî, berî her tiştî divê tu hincetên xwe yên mafdar avabikî û rêveberiya wî welatî xirab bidî nişandan. Ji bo gel ji wan hêncetan bawer bike, divê tu xîtabê hestên wan bikî, tu nehêlî gel lêpirsîn bike û ji rastiya wî dûr bixî. Paşê jî pêvajoya asayîbûnê dikin dewrê.
Di roja îro de, em vê bi awayekî ber biçav dibînin, piştî ku dijmin dît, bi rêya çekdarî ve nikare Rojavayê Kurdistanê dagirbike, dest bi dorpêça welat kir, di milê aborî, av li ser qutkirin û hwd. Êrîşekî veşartî û eşkere dike. dest davêje ciwanên me, bi rêya fohoş, madeyên hişbir, bi tiştên maddî xapandin, teşfîkê derketina dervî welatkirin û hwd. Em dikarin lê zêde bikin.
Ji bo şerê taybet bigihê armanca xwe di SKYP, Twitter û Facebookan de, hesabên sexte vedikin, wêneyên keçikan datînin ser profîlên xwe, agahî û nûçeyên nerast belav dikin. Dewlet ji bo van kesan taybet perwerdeyan vedikin û rêbaz nîşanî wan dikin. Li ser van rûpelan fitne û fesadiyê pêş dixin, gelên ji netew û baweriyên cuda bera hevdidin. Ji bo kesan bixin dîmen û wêneyên nebaş di derheqê wan de belav dikin.
Li gorî Sun Tzu jî serkeftina herî mezin bê ku ti şer bikî, qezenc bikî. Dibêje; Beriya hûn dest bi şerekî bikin, yekîtiya di navbera gel û rêveberiyan de heye an na? moral û manewiyata eskeriya wî welatî çawa ye? Van rewşan baş binêrxînin. Divê van rewşan baş binêrxînin û zanibin. Ji ber ku hêzekî ku şer dike, divê hêza xwe, dijminê xwe, erdniyargiya tê de jiyan dike, baş binirxîne û wisa şer bike. Ger di cihekê de valetî çêbibe, wê darbe bixwe. Pêşiyên me gotine “av dirazê, lê dijmin ranazê” li gorî wê divê her dem em şiyar tevbigerin.
Şerê taybet ne şerekî nîzamîye
Belê şerê taybet ne şerekî nîzamî ye. Şerekî dervî nîzam û neqanuniye, hemû rêbazên derveyî qanûn tu dikarî di nav serê teybet de bibîn.
Şûna yekîneyên mezin, bi yekîneyên biçûk ve, li hêza li hemberî xwe dixîn, morala wan dixin, ziyanê didinê û ji bo şer qezenç bikin, her rêyê ji xwe re rewa dibînin. Ji bo hêza li hemberî wan bi binbikeve her dek û dolabê dimeşinin, ango serî li her rêbaza hîleyê dixin. birêya girtin, îşkencekirin, koçberkirin û birçîbûnê ve dixwazin terbiyebikin û îradeya wan bişkînin. Ev pêvajoyekî bi plan û bername tê meşandin, zaîftiya rêxistin, welat û kesan tên girtin û li hemberî wan tê bikaranîn.
Di şer de jî vê dikin, bû nimûne, dema firokeyekî şer radibe, bi dengê wê ve dixwaze însanan bitirsîne, kesê bi guleyan birîndar nebe û neyê kuştinê jî bi dengê wê firokeyê bandor dibe û tirs dikeve dilê wî/wê. Dema fîşekek diteqe, psîkolojiyekî wiha tê avakirin ku, di nav sed kesî de, tu dibe ka wê bê û li min bikeve ew fîşek. Di dema naziyan de, bîryar girtin ku deriyê malên Yahudiyan sed û 50, an jî sed 60 santîm be, bi vî rengî dema diketin hundir serê xwe ditewandin û bi vî rengî dixwest in, teslîmyetê bi wan bidin pejirandin û serî bi wan bidin tewandin.
Bi rêya Kontirgerîla (hêza veşartî) ve van karan dike. Ev hêza kontirgerîla, hêzekî binerd, veşartî, kontra, çete û ajan in. Kesên rojnemevan, doktor, mamoste, karmend in. Di nava saziyên civaka sivîl , partiyên siyasî, birokrasiya dewletê, nexweşxane, mehkeme, dibstanan, parlemento, rêveberiya dewletê û hwd de endamê wan hene. Ji ber ku ev hêz xwe eşkere nake û zirav karê xwe dike. wekî koremarekê bi mirov ve dide û mirov haya xwe jê nîne. Sekse, huner û siporê ji xwe re bikar tînin. Însanan ditevizînin, fêrî tiştên hişbir dikin, ji welatên wan dûr dixe. Bêarmanc dike.
Em çawa dikarin xwe ji şerê psikolojik biparêz in.
Bi zanabûnê rêxistinkirinê ve em dikarin xwe ji şerê taybet biparêz in. Dema civak xwedî li çand û exlaqê xwe, derbikeve şerê taybet nikare bandorê lê bike. Ji bo em karibin vê bikin jî teqez divê em xwe perwerde bikin, di milê wîjdan û ahlaq de, xwe perwerde bikin. Bibin xwedî armanc û kesayet, li pey tiştên rojane û sivik de nebezin. Karibin lêpirsîn bikin, her tişta ku têgotin em jê bawer nekin. Em zêde li ragihandina dijmin guhdarnekin, piranî li ragihandina xwe guhdar bikin.