Arşîv

Kongra Star: Çarenûsa me berxwedana bi rihê 8’ê Adarê ye

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 8’ê Adarê peyamek weşand. Di peymanê de hate gotin: "Çarenûsa me berxwedana bi rihê 8’ê Adarê ye, çareseriya me paradîgmaya demokratîk-ekolojîk-azadîxwaziya jinê ye."

Meclisa Kongra Star ya Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand. Di peyamê de hate goitn: “Bi dirûşma Jin Jiyan Azadî ya bi pêşengtiya Jîna Emînî û Sorxwînan li her çar aliyê cîhanê belav bûye, em jî bi dirûşma; “Bi vîna jina azad, em ê siyaseten qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin”,

Peyama Meclisa Kongra Star a bi boneya 8’ê Adarê wiha ye:

“Weke  tê zanîn li bajarê Niyoyorkê yê DYA’yê , di 8’ê Adara sala 1857’an de di hundirê fabrîqeyeke cilan de,  bi destên sîstema desthilatdar agir hat pêxistin  û di encamê de 129 jinan canê xwe ji dest dan. Wê  dîrok rûyê sîstema zilam a bûyî dewlet raber kir,  ji bo bibe   Roja Jinên Kedkar a Cîhanê. Her kes şahidê vê bûyera biêş  a ku  bû qêrîna dîroka bindestiya jin. Bi lêgerîn û lêpirsîna Clara Zetkîn a li ser bûyera 8’ê Adarê, ew lêgerîna jinan ji bo mafê jiyanê,   ji bo were naskirin di sala 1910’an de li bajarê Kopenhagin ê Almanyayê di Konferansa 2’yemîn a Jinên Enternasyonal de pêşniyar kir ku ev roj bibe Roja Jinên Kedkar a Cîhanê.

Lê belê pêwîst e ku em vê bizanin di kesayeta Clara Zetkîn, Roza Luxemburg, Alexandra Kollontaî, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Zeynep Kinaci, Sema Yuce û bi hezaran jinên berxwedêr de û ji bo qêrîna azadiya van jinan neyê windakirin, jinê li ber xwe da û li ber xwe dide. Di roja me ya îro de jî kesayetên wekî Arîn Mîrkan, Yadê Eqîde, Hevrîn Xelef, Yusra Derwêş, Rîhan û Zelalan bi berxwedana xwe  destanên lehengiyê dinvîsin.  

Bi felsefe û paradîgmeya Rêber Apo ya xwe dispêre azadiya zayendî û ekolojî, bi dirûşma ’Jin Jiyan, Azadî’ ya di pêşengtiya Jîna Emînî û Sorxwînan de, li her çar aliyê cîhanê belav bûyî, em jî bi dirûşma; “Bi vîna jina azad, em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” em ê  pêngaveke têkoşînê ya xurt bidin destpêkirin û bidin nîşandan ku wê li ser van axên warê xwedawendan tu carî jin kole nejîn, wê bibe ayîdê xwe û pêşengtiya jiyanê bike.

Ev pergala zilamê bûyî dewletî û niha bûye bela serê cîhanê, ya me ber bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ve dibe, em ê weke hêza parastina cewherî û aşîtîxwaz li dijî wan bisekinin, ew çi qas koletî, kirêtî, qirkirin û nexweşîyê pêş bixin, li dijî wan em ê azadî, wekhevî û xweşikîyê pêş bixin.

Çarenûsa me berxwedana bi rihê 8’ê Adar’ê ye, çareseriya me paradîgmaya demokratîk-ekolojîk-azadîxwaziya jinê ye.

Di vê pêvajoya ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dewam dike de herî zêde jin û zarok tên qetilkirin, dayik rondikên çavan dirijînin, êş û elemê li jiyanê belav dikin, em ê her bêjin Jin Jiyan Azadî û bi îsrar hevgirtina jinan pêş bixin.

Di xwebûnê de îsrar bikin, bi hişmendiya parastina cewherî em ê li xwe û axên xwe xwedî derkevin. Çanda xwe û zimanê xwe biparêzin, em ê layîqê jin, gel, şehîd û Rêbertiya xwe derkevin. Li dijî hemû paşverûtîyan dibêjin Jin Jiyan Azadî, em ê îsal bi vîna jina azad, siyaseta qirkirin, dagirkerî û tecrîdê bişkînin. Em cardin dibêjin ku bi kampanya û çalekiyên curbecur , em ê nîşan bidin ku em li pişta jinên Şengal û Efgan, em ê tu carî jinan bi tenê nehêlin.

Di heman demê de wê ev sal bibe sala xwelêpirsînê, ji bo şaşî û rastiyan ji hev derxin divê di destpêkê de xwe nas bikin û bi rihê jina azad tecrîdê bişkînin û dagirkeriyê têk bibin. Em ê bi vîna azad azadiyê teqez bikin û vê sdalaê bikin sedsala 21’ê.

Em ê bawerî, wêrekî û azwêrîya rêhevalên xwe ji bo xwe bixin pêşenga jiyanê, bi pêşxistina şoreşa jinê ve em ê li dijî hemû siyasetên qirkirinê, yên sîstema kapîtalîst, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişkînin, li ziman û nasnameya xwe xwedî derkevin û biparêzin.

Bila bê zanîn ku li her cihê Kurdên azad û jina azad hebin û nefes bistînin, wê berxwedan berdewam bike. Em ê jî wekî Kongra Star ku pêşengên şoreşê ne, dê her tim bibêjin, an azadî an azadî. Jiyana me wê azad be, dervî jiyaneke azad em ê jiyaneke din qebûl nekin. Bila dost û dijmin vê bizanin ku yekane felsefaya me ya jiyanê wê felsefeya rizgarîya jin û Jin Jiyan Azadî be, dervî wê dê tu hêz û îrade nikaribe me mehkûmê jiyaneke paşverû û kole bike.

Roja 8’ê Adarê ya bûye sembola berxwedan, azadî û wekhevîyê, di serî de li hevalên xwe yên di çeperan de li ber xwe didin, YPJ, malbatên şehîddan û şervanên azadiyê û li pêşengê vê dozê Rêber Apo pîroz dikin.  “

Back to top button