Arşîv

Mîhrîcana govendê di roja xwe yê 2’yem de didome

QAMIŞLO – Di bin dirûşmeya “Bi vegera ser koka xwe em ê govenda xwe zindî bikin” 4’emîn Mîhrîcana Govendê li bajarokê Rimêlanê bi beşdarbûna 14 komên govendê yên cuda di roja xwe yê 2’yem de didome.

4’emîn mîn Mîhrîcana Govendê di bin dirûşma “Bi vegera ser koka xwe em ê govenda xwe zindî bikin” li bajarokê Rimêlanê ê navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişlo bi beşdarbûna 14 komên govendê yên cuda yên ji neteweyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh dest pê kiribû û îro jî di roja xwe yê 2’yem de li Navenda Çand û Hunera Aram Tîgran didome.

Hola ku mîhrîcan pêk tê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û têkoşerên azadiyê hatin xemilandin. Her wiha 14 komên govendê tevlî mîhrîcanê bûn. Her kom bi cil û bergên xwe yên gelîrî govendên xwe pêşkêş kirin.
823x463cc-qamislo-29-07-2019-festivala-govende2

Back to top button